MARÎGNANE – Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi beşdariya sedan ciwanan meşeke girseyî hate lidarxistin.
Meşa ku bi pêşengiya TCŞ’ê hate lidarxistin, piştî axaftina endamê TCŞ’ê Mehmet Cûdî li Qada Marignane dest pê kir.
Mehmed Cûdî di axaftina xwe de Konferansa ku li Rojava hatiye lidarxistin silav kir û tekez kir ku daxuyaniya Rêber APO ya 27ê Sibatê li Kurdistanê guhertinên mezin çêkiriye.
Paşê gel bi coşeke mezin dest bi meşê kir. Di meşa ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate xwestin de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Jin Jiyan Azadî”, “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” û “Ji Ocalan re Azadî” hatin berzkirin.
Kurdistaniyên ku bi alên Rêber APO û pankartek mezin a bi nivîsa “Ji bo Ocalan re Azadî ” meşiyan, çalakiya xwe li şaredariya Marignane bi dawî kirin.