STENBOL – Şandeya DEM Partiyê, piştî hevdîtina bi Rêber APO re ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Serok APO, çûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê û bi Rêber APO re hevdîtin kir.
Şande, beriya nîvro ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Şandeyê, piştî hevdîtina bi Rêber APO re ji giravê vegeriya. Nehat zanîn ku ka şandeyê bi Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî hevdîtin kiriye yan na.