ŞENGAL- Li Geliyê Kersê ya Şengalê Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi beşdariya gelek hunermend û koman bi awayeke girseyî tê pîrozkirin. Ji bo cara yekemîn Kolektîfa ‘Sasê Êzî’ û komek Yarsan ji Rojhilatê welat derketin ser dikê.
Îro beşeke Êzidiyan Cejna Çarşema Serê Nîsanê li her devera cîhanê pîroz dikin. Çarşema borî jî Tebeqeya feqîran Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin.
Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê îro li Geliyê Kersê ya Şengalê şahiyek bi boneya pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê tê lidarxistin. Ji bo pîrobahiyê ji welat û derveyî welat gelek hunermend hatin vexwendin. Ji Bakurê Kurdistanê hunermend Arhat, ji derveyî welat Aydin Mirad, ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê Dilniya Xan û komeke Yarsan hatin vexwendin.
Şahî îro di derdora saet 14.00’an de bi dirûşmeya, ‘‘Banga Aştî û civaka demokratîk, bersiva li dijî 73 fermanên Êzidiyan e’ bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên Êzidxanê û têkoşîna azadiyê re destpêkir.
Di şahiyê de peyama Rêber Apo ku dibêje, ‘‘Wê ev bang bibe ronesansa Êzidiyan’ hate xwendin û paşê jî hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo bi navê Rêveberiya Xweser peyamek da û cejnê li hemû Êzidiyan pîroz kir.
Di şahiyê de gelek hunermend hûnera xwe pêşkêş kir. Kolektîfa “Sazê Êzî” ku ji nêzîkî 40 tambûrvan ên Şengalê pêk tê cara yekemîn derket ser sehnê û hûnera Êzidî pêşkêş kir. Îskan Şengalî a ku tambûrvan û dengbêj e ji bo ajansê me axivî û wisa got : “Bi çanda xwe, bi cil û bergê xwe em derketin pêşberî milletê xwe. Me çend stran gotin. Em hêvîdikin ji Xwedê û Tawisî Melek ku ev sal bi xêr û xweşî wê derbas bibe. Carekê din ez eyda hemû Êzidiyan pîroz dikim”.
Hunermendên Yarsan û Dilniya Xan sitran gotin û xelk govend gerand. Dilniya Xan ku ji Rojhilatê Kurdistan hatiye pîrozbahiya Çarşema Nîsanê ya Şengal ji bo ajansê me got : “Ez vê cejnê li hemû gelê Êzidî xweşîk û ezîz pîroz dikim”.



