BERLÎN – Jinên ciwan ên endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya afirîneriyê li dar xistin. Jinên ciwan bi zimanê Almanî li kolanên Berlînê bi pankarteke mezin ku li ser nivîsandî bû geriyan “Yên ku şer dikin azad dibin, yên azad dibin xweşik dibin, yên xweşik dibin têne hezkirin” aliqandin.
Jinên ciwan ji her kesê ku pankart dîtine xwestin ku hest û ramanên xwe yên li ser vê daxuyaniyê binivîsin. Berlîniyên derbasbûyî bi zimanên cihê beşdar bûn. Di nav peyvên ku herî zêde tên nivîsandin de “têkoşîn”, “azadî”, “berxwedan” û “aştî” derketin pêş.
Di tevahiya çalakiyê de fikir û ramanên Rêber APO ji gelê derdorê re hate vegotin. Çalakiyên endamên TekoJIN ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat.
Jinên ciwan diyar kirin ku ew ê çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin û destnîşan kirin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO her tim têbikoşin û fikrên wî ji civakê re ragihînin.



