Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

‘ŞERÊ KOBANÊ DÊ BIBE ŞERÊ SERKETINA MEZIN’

Edîtor: Nucan Serdoz
19/12/2024 - 17:30
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
QSD: Em ruhê 1ˋê Mijdarê zindî bikin
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û rewşa dawîn a li herêmê daxuyaniyek weşand.

‘ARTÊŞA TIRK LI SER SÎNORÊ ROJAVA TANK Û EREBEYÊN ZIRXÎ BI CIH DIKE’

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Tevî hemû hewldanên Koalîsyona Navneteweyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo kêmkirina aloziyê û ragihandina agirbestê li Minbicê û hemû herêmên me, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pabendî vê biryarê nebûn û êrişên xwe yên li ser eniya başûrê Kobanê li Qereqozaqê û Bendava Tişrînê didomînin. Artêşa Tirk a dagirker doh 18’ê Kanûnê êrişek berfireh li ser xeta Bendava Tişrîn da destpêkirin. Şer û pevçûnên dijwar heta saetên êvarê berdewam kirin û hêzên me karîn hemû êrişên wan têk bibin. Her wiha gelek deverên bajarê Kobanê ji aliyê balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk ve hatin bombebarankirin. Li aliyê din liv û tevgera artêşa Tirk a li herêma Pirsûsê dewam dike, li ser sînorê Bakurê Kobanê û Rojavayê Qereqozaqê jî tank û maşîneyên xwe yên zirxî bi cih dikin.”

‘KOBANÊ WÊ JI HÊZÊN DAGIRKER RE BIBE ÇALA KU DERKETINA JI WÊ ZEHMET BE’

Fermandariya QSD’ê diyar kir ku weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk ew tekeziyê li ser girîngiya rawestandina aloziyê, rawestandina hemû operasyonên leşkerî û çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê dikin û got: “Lê di heman demê de li hemberî her êriş û hedefgirtina gelê xwe û herêmên xwe em ê bê bersiv nemînin. Her wiha em piştrast dikin ku hewldana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya êrişa li ser Kobanê ji bo wan nabe seyrangeh û hêzên me tevî gelê me yê Kobanê wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bide. Bi saya berxwedana lehengî ya QSD’ê û gelê me wê Kobanê ji bo hêzên dagirker bibe çala ku derketina ji wê zehmet be.

‘ŞERÊ KOBANÊ DÊ BIBE ŞERÊ SERKETINA MEZIN’

Ji ber vê yekê em beriya her kesî ji gelê xwe re piştrast dikin ku hêzên me û gelê me yê hêja li Kobanê wê ne tenê li ber xwe bidin. Şerê Kobanê wê di heman demê de bibe şerê serketina mezin. Ruhê lehengiyê ku hêzên me hefteyekê li derdora Qereqozaqê û Bendava Tişrînê nîşan dan, nîşaneya herî zelal a serketina berxwedana Kobanê ye. Em beşdarbûna çalak a gelê Kobanê di nava refên berxwedanê de silav dikin. Her wiha em bang li hemû gelê Kobaniyê dikin ku bila çek hilgirin û bi şervanên xwe re li eniyên şer çepera xwe bigirin. Em ê bi hev re her gundê Kobanî û her quncikekî bajarê Kobanî bikin keleha berxwedanê. Divê em bizanin ku yekane rêya serketinê, rêya jiyana azad û birûmet, berxwedan e. Em ji gelê xwe yê Kobanê û hemû gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dibêjin ku hûn ne bi tenê ne, îro li her derê wijdanê mirovahiyê û cîhanê bi we re ye. Em dibînin ku beriya êrişa mezin were destpêkirin, bertekên navneteweyî dest pê kirine û em piştrast dikin ku hemû cîhan dê şahidiya destana we ya qehremaniyê bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk me helwesta xwe ya erênî der barê biryara civîna Aqebê ya li ser rawestandina operesyonên leşkerî ji bo Sûriyeyê piştrast kir, her wiha em spasiya hewldanên hevalbendên xwe yên di Koalîsyona Navneteweyî dikin ku ji bo kêmkirina aloziyê kar dikin. Lê em bang li hemû welat û hêzên têkildar dikin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, divê helwesteke bi biryar û zelaltir derkeve pêş. Em bang li welatên Ereb û gelê Ereb bi hemû pêkhateyên wê dikin ku divê bizanin gefa herî mezin li ser yekitî û ewlekariya xaka Sûriyeyê, dewleta Tirk e. Îro her kes dibîne ku dagirkeriya Tirk bi hincetên pûç hewl dide zêdetir xaka Sûriyeyê dagir bike. Em bang li hemû kesên bi yekitî û serweriya xaka Sûriyeyê re mijûl in, bila li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê helwestên zelaltir nîşan bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanan ketin Sefaretxaneya Tirk a li Venedîkê

Nivîsa Pêş

Li bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê kêliya paşve xistina dagirkeran

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê kêliya paşve xistina dagirkeran

Li bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê kêliya paşve xistina dagirkeran

Li Parlamentoya Ewropayê Çalakiya “Ji Rêber APO re Azadî”

Li Parlamentoya Ewropayê Çalakiya "Ji Rêber APO re Azadî"

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrîn 2 Ciwanên Kurd qetil kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.