Enter your email Address

Pazartesi, Temmuz 28, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

YJA Starê Bêrîtan Nûrhak Çiya û Axîn Gabar bi bîr anîn

YJA Starê fermandar Bêrîtan û Axîn bi minetdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku bi serxistina doza azadiya Kurdistanê û pêkanîna şoreşa jinê ew ê dilsoziya xwe ya bi herdu lehengan û hemû qehremanên Kurdistanê bi cih bînin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
28/06/2024 - 9:20
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
YJA Starê Bêrîtan Nûrhak Çiya û Axîn Gabar bi bîr anîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi vî rengî ye:

“Bi tîhna evîna azadiya di dilê Zîlan de, bi sotîneriya agirê ji narîncoka wê pijiqî, her wiha bi mezinahiya çalakiya wan a bi wate, em şopdar û rêhevalên wê yên rasteqîn, Fermandar Bêrîtan Nûrhaq Çiya û rêheval Axîn Gabar, bi minetdarî bi bîrtînin. Bi sekin û bîrdoziya Zîlan jiyan kirin, bi rih û îradeya wê şer kirin, her wiha di rojên salvegera şehadeta wê de, ji nû de û di heman wateyê de sekna wê ya canbexşane raber kirin, ji nû ve vejandina giyana wê, ji bo me dibe bingehê dayina soz û peymanên mezin. Ku em roniya têkoşîna wan ebedî bikin, tîrêjên wê li hemû cîhanê belav bikin, dilê hemû jinên cîhanê pê bipêçin û ji seqema zihneyeta serdest rizgar bikin.

FERMANDAR BÊRÎTAN DI PARASTINA NIRXÊN TEVGERA ME DE MÎNA ŞÛREKÎ TÛJ BÛ

Fermandar Bêrîtan Nûrhaq Çiya, li ser xaka Mêrdîn a bi bereket û kevnar, di nava malbateke welatperwer û resen de, mîna sosineke heftrengî dibişkive. Di welatê me Kurdistanê de, mîna kulîlkeke bi felsefa bedewî û xwe parastina cewherî têşe digre. Lewra ew ti caran li hember zext û zilmdariya pergala serdest stuxwariyê napejirîne. Ji ber vê hêviyên jiyana azad her di nav PKK’ê û gerîla de dibîne, rêka xwe gihandina zelaliya bersivên rast jî, di ramanê mîmarê van pîroziyan; di fikrê Rêber Apo de dibîne, sala 2002’yan berê xwe dide nava refên azadiyê.

Teqeziya hezkirina PKK’ê ya di dilê Bêrîtan de ji zaroktiya wê heya kêliya pakrewaniya wê ti caran nehejiya. Lewra ew di yekseriya tevlîbûna xwe re, li hember her cure ferasetên tesfiyekaran bi helwesteke tekûz û zelal sekinî û tekoşîn kir. Bi jîr û jêhatiya xwe ew di demeke kin de bû parêzvaneke herî xurt ji jiyana Rêber Apo re. Ji aliyê bîrdozî de, bi xwendin û fêmkirina ramanên Rêber Apo xwe bi çek û rext kir. Lewra ew di parastina nirxên tevgera me de, mîna şûrekî tuj bû. Cihê ku fermandar Bêrîtan lê bana li wir xeta azadiya jina azad û serxwebûna wê, sernivîsa jiyanê û rêgezên wê ya bingehîn bû.

Fermandar Bêrîtan hîn dema jiyan dikir jiyana xwe xelatî doza azadiya welatê xwe kiribû. Li ku derê pratîkeke gerim û giran heban, ew li wir di sengerê pêş de bû. Bi îsrar û daxwaza xwe ew li seranserî qadên welat ji Rojhilat, Başûr û heya Bakûr her di nava ceng û çalakiyan de bû. Ji bo vê jî ew ji bo her hevalekî/e xwe, mîna pirtûkeke bi ezmûnên giranbuha xemlandî bû. Kesayeta Bêrîtan; kesayeta jina Kurd a şerker, bi nirx û etîkên civaka xwe ve girêdayî, di xwe gihandina jiyana azad  û bi rûmet de bi rik û vîn e.

DI WÊ BAWERIYÊ DE BÛ KU ŞOREŞA KURDISTANÊ BI TÊKBIRINA DAGIRKERIYÊ YA LI BAKUR WÊ PÊK WERE

Li her qada ku rêheval Bêrîtan lê xebat dane meşandin, her demî ji bo cewherî kirina paradîgmaya jiyana demokrat û azadiya jin kire rêgez. Ji qada Qendîl heta Zagros ji Zagros heta Metîna bi avakirina têkiliyên hevalbendiya Apoyî, dikarî xwe bigihîne cîhana hemû heval û avahiya xwe. Coş û heyecana jiyana PKK’ê bi kenê xwe yê ji dil bi wan dide hîskirin. Cardin bi sekna xwe ya fermande, bi disiplîn û rêbaza xebitîna xwe ya bi tempo, sekna fermandariya şoreşgerî bi wan dida fêr kirin, bi hêviyên xwe yên mezin, bi baweriya xwe ya bê sînor ber bi serketinê ve meşiya. Bi ruhê serketinê yê qehremanên Zendura û Girê Hekarî ve, mîna pêleke ji bayê hêviyê li nav dil û giyanê dorhêla xwe digeriya.

Pêkanîna şopên rêheval Bêrîtan her bi çûyina Bakûrê Kurdistan û çiyayê Gabarê re dikemilîn. Wê di çûyina qadên Bakûr, nêzbûna ji Rêber Apo re didît. Nêzbûna ji hevalê şehîd re, dilsoziya bi wan re didît. Ew di wê îmanê de bû ku şoreşa Kurdistanê ya mezin wê ji xilaskirina dagirkeriya li ser xaka Bakûr destpê bike. Ji bo vê jî, her bi wê ezim û viyanê berê xwe da wan qadan. Dilsoza gelê Kurdistanê bi şêwazê şer û jiyana xwe ji me her kesî re, asta girêdan û baweriya xwe ya bi gotinên xwe re nîşan da.

Fermandar Bêrîtan 22 salan bê rawestan çiya bi çiya li pey avakirina jiyaneke bi rûmet û azad geriya. Bi xîret û azweriya xwe pîroziyên jiyana azad parast û bilind kir. Li xeyalên şehîdan xwedî derket û di kuraniya dilê xwe de navê wan koland. Wê qedir û nirxê meha Hezîranê careke din bilind û mezin kir. Rihê Berîtan yê ji teslîmiyetê re redker, rihê Zîlan yê fedaî û bi azadiyê bawer, wê ev herdû seknên bi şan û şiyan di leylana Hezîranê de nîgar kir.

HEVRÊ AXÎN GABAR BI TEVLÎBÛNÊ XWEST XWE BIGIHÎNE CEWHERÊ NASNAMEYA JINÊ YA HEQÎQÎ

Rêhevala me Axîn Gabar jî, li Botanê di nava malbateke bi kokên axa xwe ve girêdayî û welatperwer de tê dine. Lewra ew hîn ji zarokatiya xwe de li rastiya nasnameya bindest a gelê xwe hayil dibe. Dikeve ferqê ku ew xwedî dijminekî zordar û zalim e. Polîtîkayên bişaftin û leystokên şerê taybet zû keşif dike. Bi vê hayilbûna xwe re, rêheval Axîn bi eşkereyî şêwaza jiyana xwe diyar dike û xeta têkoşîna li hember vê serdestiyê dike bijarteke jiyana xwe. Bi meşandina xebatên milîsiyê re sînordar namîne û tîbûna xwe ya ji jiyan azad re li çiyayên Kurdistanê derbas dike.

Rêheval Axîn bi tevlîbûna xwe re, mebest kir ku nasnameya sexte ya pergalê jê re pêşkêş dikir red bike û xwe bigihîne cewherê nasnameya jinê ya heqîqî. Lewra ew salên dirêj di oxira vê mebestê de meşiya û tekoşîn kir. Axîn di wê zanistê de bû ku, di çiyayan de jî xwe gihandina jiyaneke azad wê ne bihesanî be, lewra wê bi kedeke mezin xwe pêşxist û bi hêz kir. Ji çiyayê Qandîl heya Heftanînê salên bi tekoşeriyê tije derbas kir. Di cenga Heftanînê de ew her bû dilsozê gotina hevalên xwe yên şehîd û bi dijmin da fêm kirin gotina “Ev der Heftanîn e” ka tê çi wateyê.

Wê di serî de weke jineke bi hebûna xwe ya serbixwe, dûra jî bi nasnameya jina Kurd şerkirina xwe ya li hember dagirkeriyê weke darbeyekê li hember zihniyeta zilamsarî dinirxand. Lewma xwe kûr kirina wê ya di warê leşkerî de, di rêbaz û taktîkên şerê demê de, bê sînor bû. Bi rihê xwe yê çalakger cihê ku lê bûya destûr nedida destên qirker bi hêsanî bigihîjin xaka Kurdistanê. Israra di xwe gihandina kesayeta jina azad, bingeha keleha armancên Axîn bû. Di nava xwîna wê de diherikî û di hestiyê xwe de kola bû. Lewra wê di rastiya perwerdeya PKK’ê de û bi taybet di dibistana şehîd Bêrîtan de, bi eyneya heqîqetê li kesayeta xwe meyze dikir û di teyisîna wê de gavên xwe yên ber bi serxwebûnê de diyar dikir.

MILÎTANA CENGÊN MEZIN, HEVRÊYA ROJÊN GIRAN, ŞOREŞGERA DOZA KURDISTANÊ

Cihê ku rêheval Axîn lê bûya xwezayî dibû fermandara wir a jiyanê, ji bo hevalên xwe dibû navenda moral, hêz û cesaretê. Axîn milîtana cengên mezin, rêhevala rojên giran û şoreşgera doza Kurdistanê bû. Wê hêz û bilind kirina têkoşîna xwe ji manewiyata girêdana bi hevalên xwe yên şehîd digirt, ji bo tolgirtina wan her mezin şer dikir û mezin jiyan dikir. Bi merama jiyandina rihê fermandarên mîna Hejar, Esmer û Zelalan her bi bawerî û vîneke çiyayî di rûyê dagirkeriyê sekinî û darbeyên giran lêxist. Ji bo mezinkirina têkoşîna şehîdan û pêkanîna xeyalên wan, bi lêhûrbûneke kûr, bi îdîa û biryardarî wê berê xwe da Botanê.

Di 19’ê Hezîrana sala 2024’an de, di rojên salvegera fermandara fedaî Zîlan de Axîn jî mîna Bêrîtan Çiyayan salvegera fermandara fedayî bi şerkeriya xwe û bi rihê xwe yê fedayî pêşwazî kir. Ew bi giyenek Apoyî  û wêrek, heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer dike û digihije asta pakrewaniya pîroz.

DILSOZIYA XWE YA BI ŞEHÎDAN RE BI ÇALAKIYÊN XWE ŞÊNBER KIRIN

Bêrîtan û Axîn dilsoziya xwe ya bi şehîdan re bi çalakiyê xwe şênber kirin. Di jiyana xwe de bi zanist ji Rêber Apo hezkirin û bi pakrewaniya xwe hezkirina xwe ebedî û rasteqîn kirin. Ew her li pey rastiyan geriyan, her ku êş û azariyê rastiya civak û jina Kurd dîtin, bi wan êşan xwe hîn bi hêz kirin û şerê xwe mezintir kirin.

Wan baş fêm kiribû ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Ji bo jiyan ji vê îxanetê rizgar bibe, divê ji nû ve jiyan bi destê jin, bi zanist, hest û bedewiya wê were saz kirin. Ji bo ev pêk were, ew her xebitîn, têkoşîn û şer kirin. Di oxira wê de jî canê xwe kirin gorî.

Em jî dibêjin: Em rêhevalên Bêrîtan û Axînan in, têkoşîn û şerê ku wan daye meşandin em ê di şewqa giyana wan a pîroz de, her geş û mezintir bikin. Bi serxistina doza azadiya Kurdistan û pêkanîna şoreşa jinê em ê dilsoziya xwe ya bi van herdû lehengan û hemû qehremanên şoreşa Kurdistanê re bînin cih.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

Nivîsa Pêş

Şehîd Helmet, li ser gora xwe hat bibîanîn

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Şehîd Helmet, li ser gora xwe hat bibîanîn

Şehîd Helmet, li ser gora xwe hat bibîanîn

“Divê em xwe bigihînin hemû jin û ciwanên Rojhilata Navîn”

"Divê em xwe bigihînin hemû jin û ciwanên Rojhilata Navîn"

Manşet

  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz û Dayikên Aştiyê li Stenbolê Pêşengên Ciwanan Bi Bîr Anîn
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Pêşengên Ciwanan Bibîr Anîn
  • Ji Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst li Stenbolê Panel
  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

Herî zêde hatine xwendin

  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Pêşengên Ciwanan Bibîr Anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Werzîşê yê Cizîrê turnoveyekî karate lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst li Stenbolê Panel

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş hate berdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Rêber Apo banga dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.