ŞEHBA- Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya cejna Newrozê û Azadiya Rêber APO meşeke bi motoran hat lidarxistin.
Di bin dirûşmeya “Ji Rêber APO Re Azadî , Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî “meşeke matoran ji navçeya Ehrezê hate destpêkirin û heya navçeya Fafînê dewam kir. Li navçeya Fafînê çalakî veguherî mitîngê û bi geşkirina agirê azadiyê û gerandina govenda azadiyê bi evlîbûna ciwan, jinên ciwan û gel bi dawî bû.


