Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir

Edîtor: Nucan Serdoz
20/03/2024 - 22:28
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
ParvekeTweet
COLEMÊRG – Li navçeya Geverê ciwanan mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê xist. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ya li vir axivî, wiha got: “Ev qad xwedî vîna ku tecrîdê rake ye.”
Li navçeya Gever a Colemêrgê welatiyan beriya pîrozbahiya Newrozê çend saetan, herikîn Stadyûma Bajar a Nû ya Geverê ku pîrozbahî lê hatin kirin. Tevî rewşa neyînî jî gelê Geverê, guhdariya baran û lêhiyê nekir û li qadê cihê xwe girt. Qada ku Newroz lê hate pîrozkirin bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên kesk û sor û zer hate xemilandin. Welatiyên ku ji noxteyekê ew digirtin qadê, piştî lêgerîna polîsan bi tilîlî û fîtikan ketin qadê. Pîrozbahî li ber stranên Newrozê bi govendê dest pê kir.
Bi destpêkirina Newroza ku bi deh hezaran tevlibûn dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe”  û “Jin jiyan azadî” berzkirin.
COŞKÛN: DIXWAZIN OCALAN JI GEL VEQETÎNIN 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak bi bîranîna Îkbal Yaşar û Fahrettîn Şedal ên di pîrozbahiya Newroza 2008’an de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, Dayikên Aştiyê û parêzerên OHD’î yên par di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan û Denîz Bulbun ê li Silêmaniyê hate qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Parlak di berdewama axaftin axwe de wiha got: “25 sal in tecrîdeke girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Her çiqas bixwazin dengê birêz Ocalan ji gel veqetînin jî tevî ji Geverê heta Îmraliyê hezar û 500 kîlometre dirêj e jî em birêz Ocalan ji bîr nakin û ruhê me her tim bi wî re ye û di nava berxwedanê de ye.”
‘EV AGIR DÊ BIGIHE SERKEFTINÊ’ 
Hevserokê DEM Partiyê Ercan Sevmez jî wiha got: “Ev agirê ku me îro li Geverê vêxist, agirekî ji bo gelê me yê li Kobanê û Şengalê li dijî DAIŞ’ê şer dike û ji bo kesên li zindanan li ber xwe didine. Ev agir dûr an nêzîk dê bigihe serkeftinê.” Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Geverê Şadiye Kirmizigul jî wiha got: “Demekî dirêj e, Gever ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. Kesên gel nafikirin û ji derdê wan re nabe çare em ê ji Geverê bişînin.”
‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE ŞIMAQEKÊ LI QEYÛMAN BIDIN’ 
Namzetê Hevşaredariyê yê Geverê yê DEM Partiyê Şoreş Dîrî jî wiha got: “Gelê Geverê li dijî feraseta AKP’ê ya astengiyên mezin ji wan re derdixe bi dagirtina qadan bersiveke mezin dayê. Em ji Geverê bang li qeyûman dikin; Gelê Geverê dê di 31’ê Adarê de şimaqekê li qeyûman bide û bişîne Enqereyê. Em ê AKP’ê li vî bajarî di bin bendavê de bihêlin. Em soz didin ciwanan, em ê şaredariyên xwe bi rêgeza hemwelatîbûna wekhev bi hemû rengan û gelan bi rê ve bibin.”
‘EV QAD VÎNA KU TECRÎDÊ BIŞIKÎNE YE’  
Herî dawî jî Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû axivî. Turkoglû ya bi şandina silavan a ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalna re dest bi axaftina xwe kir: “Ev qad xwedî vîna ku tecrîdê rake ye. Di kesayeta ciwan û jinên Geverê de ev sekna bibiryar dê tecrîdê parçe bike. Dema me tecrîda li ser birêz Ocalan rakir, dê li Rojhilata Navîn aştî çêbibe. AKP bi israra tecrîdê nîşan da ku li Rojhilata Navîn Dehaqê zalim e. Ji bo polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin divê azadiya fizîkî birêz Abdullah Ocalan pêk were. Gelê Geverê bi vê Newrozê peyama rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û gihiştina azadiya wî da. Birêz ocalan nûnerê aştiyê yê hemû gelên Rojhilata Navîn e.”
Piştî axaftinên hatin kirin partiyiyan û gel bi hev re bi awayekî bicoş agirê Newrozê pêxist. Gel li dora agirê hate vêxistin, li gel stranên ku Mîkaîl Aslan û Koma Aryen gotin govend gerandin.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Ezîdxanê mizgîniya NPG wisa pêşwazî kir

Nivîsa Pêş

Bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwanên Şehba ve cejna Newrozê hat pîroz kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwanên Şehba ve cejna Newrozê hat pîroz kirin

Bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwanên Şehba ve cejna Newrozê hat pîroz kirin

ROJEVA 21’Ê ADARA 2024’AN

ROJEVA 21’Ê ADARA 2024’AN

Manşet

  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.