Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK’ê ji bo 25’ê Mijdarê bang kir

Edîtor: Nucan Serdoz
15/11/2023 - 11:42
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
KJK’ê ji bo 25’ê Mijdarê bang kir
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek weşand.

KJK’ê diyar kir ku jin wê bi rêxistinî û xweparastinê dawî li tundiya mêr-dewletê bîne û got, “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin.”

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Em Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê di bin siya şer de pêşwazî dikin ku bi feraseta serwer a mêr tê meşandin. Tundî ji bo hemû rejîmên dîktator û sîstemên bi serweriya mêr veguheriye amûra rêvebirin û parastina desthilatdariyê. Sîstema baviksalariyê cîhana me ber bi tundî, qirkirin jin û xwezayê, qirkirina gelan, zayendîperestî, neteweperestî û şer ve dehf dide, bi vî rengî ber bi tunebûnê ve dibe. Ev yek ji aliyê cewherî û pratîkî ve şerekî li dijî jinê ye. Li Fîlîstîn, Qerebax û Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava komkujiyên girseyî, sirgûn û koçberî li ser civakê tê ferzkirin. Qadên jiyanê têne xerakirin, hişê civakî û çandî tê tunekirin. Em van polîtîkayên qirkirinê û komkujiyê şermezar dikin ku desthilatdariya bi serweriya mêr ji bo berjewendiyên xwe dimeşîne û dibêjin, li her derê û her tim em ê li dijî vê yekê têbikoşin.

Ev qirkirin, komkujî û tundî ku xwe dispêre polîtîkayên zayendîperest, nijadperest û olperestiyê, li Kurdistanê gihîştiye asta qirkirinê. Tecrîd û dîlgirtina 25 salan a afirînerê şoreşa jinê Rêber Apo ya li girava Îmraliyê, li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê sûîqestên li dijî jin ên pêşeng û qetilkirina wan bi teknolojiya şer a asîmetrîk, polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jin ên ciwan, tundiya zayendî, êşkence û êrîşên zayendîperestî li welatê me kiryarên herî şênber ên dijminatiya li jinan e. Li çar parçeyên Kurdistanê sîstema bi mejiyê DAÎŞ’ê, faşîst û mêtinger êrîşî jinan dike. Ji bo vê jî li Bakur sîstema hevserokatiyê, saziyên jinan, parlamenter, şaredar, rojnamevanên jin, aktîvîstan krîmînalîze dike, dixe zindanê û bi vî rengî dixwaze pêşî li pêşketina şoreşa jinê bigire. Li Tirkiyeyê ku yek ji wan welatan e ku herî zêde girtî lê hene, li zindanan 13 hezar û 977 jin, 2 hezar û 511 zarok hene. Li gorî daneyên fermî yên heta meha Mijdarê, kuştina jinê gihîşt 234’an. Ji destavêtina li jin a 85 salî, pitik û zarokan heta bi destavêtina li heywanan, têkçûneke exlaqî heye ku destavêtinê rewa dike û afirînerê vê yekê jî rejîma AKP’ê ye. Ev êrîşên tundî û qirkirinê bi lîberalîzekirinê weke îstîsmarê têne pênasekirin; polîtîkayên tundî û destavêtinê têne nermkirin û asayîkirin. Ev êrîşên ku navê xwe qirkirin jin û zarokan e, destavêtin û komkujî ne, gava ji aliyê jinan ve jî weke îstîsmarê tê pênasekirin, ev yek nîşan dide ku di feraset û ziman de heta kîjan astê jin ber bi hundirê sîstemê ve hatine kişandin.

Li Rojava di asta ji sedî 60’î de jin bi rengekî çalak tevlî sîstema xwerêveberiYê ya li dora konfederalîzma demokratîk dibin. Hewl tê dayin ku ev sîstem bê xitimandin. Rejîma faşîst a AKP’ê ku meha Cotmehê êrîş bir ser ji sedî 50 ê çavkaniyên av, elektrîk û enerjiyê nêzî 2 milyon mirov ji pêwîstiyên bingehîn bêpar hişt. Têkoşîna li dijî tundiya li jinê ji bo Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hîn jî karekî sereke yê girîng e.

Li Rojhilat, rejîma Îranê ya dijminê jinê gefên darvekirinê û zextên li hemberî jinê zêde dike û hewl dide bandora dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kêm bike ku li her devera cîhanê deng vedaye. Îsal 17 jin hatin darvekirin û meha Tîrmehê aktîvîst KJAR’ê Werîşe Mûradî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate revandin, heta niha hîn jî nayê zanîn bê li ku derê tê ragirtin. Ev yek mînaka şênber e ku rejîm dixwaze tirsê bixe nava civakê.

Li Başûrê Kurdistanê jî jin bi êrîşên modernîteya kapîtalîst re rû bi rû ne; rewşa zîhniyetê ya ku rê dide êrîşên olperest û zayendîperestiyê, dibe sedem ku kuştina jinê, xwekuştin, sunetkirin, xweşewitandin û êrîşên bi vî rengî yên jiyanî zêde bibin. Her wiha hewl tê dayin ku asta tundiyê ya ku her roj zêde dibe bê veşartin, ku ev yek dibe sedem ku tundî hîn bêhtir belav bibe. Li Şengalê ku li dijî qirkirina DAÎŞ’ê bi xweparastin û xwerêveberiyê têkoşîna hebûnê tê meşandin, îsal jî êrîşên dewleta Tirk a faşîst dewam kir. Ev êrîş li dijî têkoşîna jinên Şengalê ye ku xwe ji xweliyên xwe ji nû ve afirandin.

Ne tenê li welatê me Kurdistanê, li tevahiya cîhanê bi rê û rêbazên cuda hewl tê dayin ku jin ber bi nava sîstemê ve bêne kişandin. Aliyekî din ê polîtîkaya tevlîkirina li nava sîstemê, dayina parek ji sîstema serweriya mêr ji aliyê aborî û civakî ve û bi vî rengî bêdengkirina jinê ye. Bala xwe bidinê, dema ku têkoşîna jinê di asta navneteweyî de geş dibe, perspektîfên cuda, nakokiyên îdeolojîk didin pêş, aliyên girîng û hevpar li pişt dihêlin, yan jî xumamî dikin. Bi vî rengî tê xwestin ku jin ji berxwedana li dijî serweriya mêr bê dûrxistin. Yekane rêya li hemberî vê yekê jî meşa bi hev re ya li ser berxwedana li dijî vê sîstemê ye. Pêşketina têkoşîna jinê ku xwe gihand asta piştevanî û rêxistiniyeke xurt, di asta global, herêmî û xwecihî de li ber tundî, polîtîkayên qirkirina jinê û sîstema serweriya mêr rabû, sîstem tirsand. MejiYê serweriya mêr kete nava liv û tevgerê û ji aliyekî ve hewl da jinê bikişîne nava sîstemê, li aliyê din jî bi zêdekirina êrîşên qirkirina jinê û tundiyê re xwest têkoşîna jinê lawaz bike. Ev yek di heman demê de divê weke helwest û nêzîkatiyeke xwerexnekirinê jî bê nirxandin. Eşkere ye ku ji bo têkbirina van polîtîkayan divê em giraniyê bidin ser nuqteyên xwe yên yekbûyî. Em bang li hemû jinan dikin ên ku têkoşîna azadiyê ya jinê dimeşînin, bi wesîleya rojê vê rewşê ji nû ve binirxînin, tifaqeke hîn xurt û mayinde ava bikin, bi hev re têkoşînê mezin bikin. Em dibêjin, dem ew dem e ku ji nû ve û hîn bi xurtî rabin ser piyan.

Li ser vê bingehê helwest û banga me ye:

– Weke jinên ku dibêjin, ‘Em sedsala 21’ê bikin serdema azadiyê ya jinê!’, em 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê bikin wesîle ji rêxistiniyeke hîn xurt, tifaq û çalakiyên mezin û kombûna li hev!

– Ji bo ronîkirina jiyana ku tê xwestin bi tundî, qirkirina jinê, qirkirin, şer û komkujiyan bê tarîkirin, em têkoşîna xwe ya li hemberî kiryar û zîhniyeta sîstema bi serweriya mêr daîmî bikin!

– Li şûna ku têkoşîn û berxwedana jinê di nava hin rojên diyarkirî de asê bikin, em her kêliya xwe bikin dema azadiya jinê.

– Şoreşa Rojava ispat kir ku yekane rêya parastina ji tundiya dewlet mêr, xweparastin e. Em xweparastina xwe li her qada jiyanê bi pêş bixin!

– Em bi hev re û ji nû ve di asta herêmî, xwecihî û global de bi çalakiyên hevpar li ber şer û polîtîkayên olperest, nijadperest û zayendîperest rabin!

– Li dijî komkujiya jinan, destavêtin, destdirêjiyê ya sîstema baviksalariyê, em têkoşîneke topyekûn û yekbûyî bimeşînin. Em qîma xwe bi wan reformên bêdengkirinê nînin û şoreşa jinê bikin armanca xwe.

– Li ser bingeha zanistiay jiyan û jinê Jineolojiyê û Îdeolojiya Rizgariya Jinê em karên xwe yên têgihiştinê kûrtir bikin!

– Hiqûq, perwerde û medya ku argumanên îdeolojîk ên bingehîn ên serweriya mêr e, bûne ew qad ku zayendîperestî, tundî û nijadperestiyê her roj hildiberînin, talankirin, kolekirin û kuştina jinê asayî dikin. Ji ber vê yekê di mijarên perwerde, medya, tenduristî, edalet, aborî, çand û polîtîkayê de em tevnên alternatîf biafirînin! Ji bo vê jî em pêvajoya avakirina Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk a Cîhanê bi lez bikin!

– Li dijî feraseta ku jinê li ser rola xwe ya civakî pênase dike, bi keda nava malbatê û malê asê dike û vê yekê jî weke ‘xwezaya jinê’ pêşkêş dike, li ser bingeha Peymana Civakî em şoreşa civakî geş bikin!

– Ji Kurdistanê heta Fîlîstînê, ji Efganistanê heta Ermenistanê em ê şer, êrîş, qirkirin û polîtîkayên qirkirina jinê têk bibin. Bi têgihiştina; şertê destpêkê yê aştiyê azadî ye, em ê bi pêşengiya têkoşîna aştiyê ya hîn radîkal rabin. Têkoşîna azadiyê ya jinê garantiya ‘demokrasiya kûr’ e ku sînorên wê ne ji aliyê dewletan, lê belê ji aliyê gelan ve tê destnîşankirin. Em ê bibin avakarên demokrasiyê ku gel, jin û bindest bi hesreta wê ne. Em sekna wan mêran girîng dibînin ku dixwazin xwe ji xefika sîstema bi serweriya mêr rizgar bikin, li dora dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tevdigerin, hewl didin qalibên serweriya mêr bişikînin û bi meşa azadiyê ya jinê re bimeşin. Em ê guherîna mêr jî bikin parçeyek ji azadiya jinê. Bi wesîleya rojê em şehîdên têkoşîna azadiyê ya jinê û hemû jinên ji aliyê tundiya mêr-dewletê ve hatine qetilkirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Weke Tevgera Azadiyê ya Jinê ya Kurdistanê em dibêjin ku em ê parastina xwe, rêxistiniya xwe mezin bikin û qirkirina jinê rawestînin.

Li dijî şaristaniya çînî ya dewletî û sîstema baviksalarî, em ê bibin pêşengên berxwedana modernîteya demokratîk. Me formula bi sêhr dîtin ku dikare cîhanê biguherîne. Em ê Jiyanek bê Jinê, Jiyanek bê Azadiyê qebûl nekin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Karasû: Meşa Gemlîkê divê bibe parçeyekî têkoşîna demokrasiyê

Nivîsa Pêş

Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê

Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê

Jinên Ciwan ên Dêrîkê ji bo belavkirina fikirê Rêber Apo di kolanan de ne

Jinên Ciwan ên Dêrîkê ji bo belavkirina fikirê Rêber Apo di kolanan de ne

Manşet

  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.