Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê

Edîtor: Nucan Serdoz
15/11/2023 - 13:30
di nav Bakur, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
ParvekeTweet

STENBOL – Îsal dê careke din ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fizîkî ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Ji Rêber APO ji sala 1999’an ve di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de di şert û mercên tecrîdeke girankirî de tê girtin, 32 meh in agahî nay girtin. Serlêdanên parêzeran, malbaê, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê û siyasetmedaran ên ji bo hevdîtinê jî nayên bersivandin. Ji ber vê dê ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî di 18’ê mijdarê de li Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsayê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin.

Ji ber ku keştiyên ku berê diçûn Girava Îmraliyê ji Gemlîkê radibûn, meş dê ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin. Kurd û dostên wan berê jî gelek caran ji bo daxwazên xwe yên der barê Rêber APO de ber bi Gemlîkê ve meş li dar xistibûn.

MEŞA EWIL A GEMLÎKÊ

Di îlona 2005’an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) re li dijî şert û mercên Ocalan tê de ne “Meşa Gemlîkê” hat lidarxistin. Dihat payîn ku 20 hezar kes tev li vê meşê bibin. Bi hezaran kesên ji Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Mereş, Riha, Dêrsim, Agirî, Mûş, Dîlok, Semsûr, Qers, Îdir, Erdexan, Edene, Mêrsîn, Antalya, Enqere, Bûrsa, Eskîşehîr, Hatay, Stenbolê û bajarên din bi rê ketin bi astengiyan re rû bi rû man. Li hin cihan wesayît hatin sekinandin û li hin cihan jî astengî hatin şermezarkirin. Nêzî 100 kesên xwestin ji Gebzeyê ber bi Gemlîkê ve biçin bi ferîbotê tev li meşê bûn.

Lê tevî hemû astengî û zextan jî nêzî 6 hezar kes tev li meşa Gemlîkê bûn. Girseya tev li meşê bû li navçeya Înegol a Bûrsayê ji aliyê polîs û eskeran ve hat sekinandin. Girseyê li vira çalakiya rûniştinê li dar xist û daxuyand ku peyama xwe ragihandiye û gihaştiye armanca xwe û bi vî awayî çalakiya xwe bi dawî kir.

Girse di vegerê de li navçeya Bozuyuk a Bîlecîkê bi êrişeke nijadperest re rû bi rû ma. Di vê êrişa nijadperest a organîzekirî de gelek kes bi keviran birîndar bûn. Ev êriş li gelek deveran bi daxuyaniyan û meşan hat şermezarkirin. Piştî vê êrişê di serî de li bajarên kurdan û li gelek deverên din gel daket kuçeyan. Meşvanên Gemlîkê li Amedê ji aliyê 5 hezar kesî ve hat pêşwazîkirin. Girseyê di pêşwaziyê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir.

AZADÎ JI BO OCALAN’

Di sala 2011’an de di salvegera komloya navdewletî ya li dijî Ocalan de di 9’ê Cotmehê de Meşa Gemlîkê ya Duyemîn hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya TUHAD-FED’ê bi dirûşmeya “Azadî ji bo Ocalan” hat lidarxistin. Dihat payîn 100 hezar kes tev li meşê bibe. Ji 5 milan ve bi sedan otobês û wesayîtên zirxî bi hezaran kes tev li meşê bûn.

Walîtiya Bûrsayê beriya meşê li Bûrsayê heya 3 rojan lidarxistina çalakiyan qedexe kir. Lê dîsa jî bi giştî ji 40 bajarî bi sedan wesayît ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin. Di guzergahên meşê de wesayîtên çalakgeran hatin sekinandin. Astengkirina Meşa Gemlîkê ya Duyemîn li gelek bajaran hat şermezarkirin. Çalakgeran di protestoyan de çelengên reş danîn ber avahiyên AKP’ê û daxuyanî dan û meş li darxistin.
27’Ê TÎRMEHA 2015’AN: PARÊZER LI GEMLÎKÊ NE
Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) nêzî 200 parêzer ji bo tecrîda giran bi dawî bibe, di 27’ê Tîrmeha 2015’an de çûn Gemlîkê. Parêzer, parlamenter û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tecrîdê protesto kirin.

Parêzerên ku li Gemlîkê li ber Fermandariya Cendirmeyan kom bûn, ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan. Lê daxwaznameyênw an bi hinceta ku “keştî xerabe ye” esas nehatin girtin. Parêzer jî li vir cibeyên xwe li xwe kirin û pankarta “Ji tecrîda Îmraliyê re na, azadî ji ocalan re” vekirin û rewşa heyî şermezar kirin.
1’Ê TEBAXA 2015’AN: BI SEDHEZARAN MIROV DIÇIN CEM MIROVÊ AZAD
Di 1’ê Tebaxa 2015’an de bi pêşengiya TUHAD-FED’ê bi dirûşmeya “Em bi sedhezaran re ji bo azadiya Serok dimeşin” ji Amedê ber bi Gemlîkê ve meş hat lidarxistin. Çalakger bi pêşmalkên li ser “Sedhezar diçin cem mirovê azad” û “Azadî ji bo Ocalan” nivîsandîû bi wêneyên Rêber APO li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê li hev kom bûn. Polîsan li vir mudaxileyî girseyê kir.
‘JI KOMPLOYÊ RE NA, JI OCALAN RE AZADÎ’
Bi bangawaziya Platforma Azadî Ji Bo Ocalan di 15’ê Sibata 2016’an de bi dirûşmeya “Ji komployê re na, ji Ocalan re azadî” ji Bûrsayê ber bi Gemlîkê ve meş hat lidarxistin. Rêxistinên civaka sivîl û HDK û HDP jî piştgiriya meşê kirin. Girse li ber Nûnertiya HDP’ê ya Osmangaziyê li hev kom bû û bi pankarta li ser “Muxatabê aştiyê Ocalan e. Dawî li tecrîdê bînin. Azadî ji bo Ocalan” nivîsandî dest bi meşê kir. Polîsan êrişî girseyê kir.
12’ê HEZÎRANA 2022’YAN: JI BO PARASTINA AZADIYÊ BER BI GEMLÎKÊ VE
Di 12’ê hezîrana 2022’yan de jî ji bo Ocalan ku bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin û xeber jê nayê girtin, “Meşa Mezin” a Gemlîkê di 12’ê hezîranê de hat lidarxistin. HDK, KCD, TJA, HDP, DBP û MED TUHAD-FED bi dirûşmeya “Em li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê dimeşin” ji 3 milan ve “Meşa Gemlîkê ya Mezin” li dar xistin. Ji bo vê ji bajarên Kurdistanê, ji Çûkûrovayê, Marmara, Ege, Behra Spî û gelek deverên din bi hezaran kes bi otobêsan bi rê ketin.
Otobêsên ku ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Bi awayekî kêfî cezayên pereyî hatin birîn û tundî li beşdaran hat kirin. Gelek kes jî hewl dan bi wesayîtên xwe biçin û milê meşê yê Stenbolê li Kadikoyê gihaşt hev. Tevî hemû astengiyan jî li kuçeyên Kadikoyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Her der tecrîd her der berxwedan” û Silav hezar silav li Îmraliyê” meş hat lidarxistin.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK’ê ji bo 25’ê Mijdarê bang kir

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan ên Dêrîkê ji bo belavkirina fikirê Rêber Apo di kolanan de ne

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan ên Dêrîkê ji bo belavkirina fikirê Rêber Apo di kolanan de ne

Jinên Ciwan ên Dêrîkê ji bo belavkirina fikirê Rêber Apo di kolanan de ne

Ciwanên Kurd li ber Konseya Ewropayê çalakî li dar xistin

Ciwanên Kurd li ber Konseya Ewropayê çalakî li dar xistin

Manşet

  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.