Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK’ê: Îbadeta herî mezin berxwedana li dijî zilmê ye

Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK'ê Cejna Remezanê li Mislimanên xwedî feraseta biratiya gelan pîroz kir û diyar kir, "Xirabiya herî mezin ku li Îslamê bê kirin, bêdengmayina li hemberî karanîna wê weke rêbazeke zext, înkar û bê edaletiyê ye."

Edîtor: Nucan Serdoz
01/05/2022 - 10:23
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK’ê: Îbadeta herî mezin berxwedana li dijî zilmê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand.

Berfirehiya peyamê wiha ye:

“Em Cejna Remezanê ya sala 2022’an li temamê alema Îslamê pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe rojên ku di jiyanê de edalet, wekhevî û azadî pêk were, aştî û biratî di nav gelan de serwer be. Di serî de ya Misilmanên Kurdistanê, em cejna Misilmanên ku di tevahiya Remezanê de ji bo başiya mirovahiyê, rastî, heq û edaletê dua dikin, Misilmanên ku bi vê baweriyê îbadeta xwe pêk anînî pîroz dikin.

RIZGARÎ BI TÊKOŞÎNA BI HIŞMENDIYA DEMOKRATÎK DIBE

Gelên ku li erdnîgariyên ku çanda Îslamê lê serwer e, di bin polîtîkayên zext, zordarî û tundiya mezin a hikûmet û dewletên ku xwe Misilman bi nav dikin, cejneke nû pêşwazî dikin. Gelên Misliman ên ku li gelek deverên cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn dijîn, bi pirsgirêkên giran ketin vê cejnê. Pirsgirêkên siyasî yên di encama şer, pirsgirêkên aborî, polîtîkayên mêtingerî û dagirkeriyê yên ku li gelek erdnîgariyên ku gelên Misilman lê dijîn derketin holê. Em dixwazin diyar bikin ku rêya rizgarbûna ji hawîrdor û jiyaneke wisa ku çanda me ya qedîm û gelê me yê Misilman heq nake, xebat, rêxistinbûn û têkoşîna bi zihniyeteke demokratîk ya hêjayî karên bedew û baş be ye. Xeta Îslamê ya demokratîk jî rejîmên siyasî yên heyî yên ku Misilman tê de dijîn, jiyan û navê wan çi dibe bila bibe qebûl nake. Îslam oleke vekirî ye û ji dîktatorên mezhebî, neteweperest û qetlîamker ên bi Îslamê qesr û desthilatdariyên xwe nixumandine, zêdetir xwedî nirxên demokratîk e.

TÊKOŞÎNEKE RÊXISTINÎ LI DIJÎ ÎXANETA KU XWE DI NAVA KURDAN DE RÊXISTIN KIRÎ

Ji ber şerê dijwar, zext û êşkenceyên di nava civakên Misilman de heyî, gelê Kurd di nava gelên ku hebûna wan di bin metirsiya qirkirinê de ye, di rêza herî pêş de ye. Li Kurdistanê û cihên ku Kurd lê dijîn, şer, zext û êriş bi rehendên cuda tên zêdekirin û pêşxistin. Înkara hebûna gelê Kurd ji aliyê hêz û sîstemên navneteweyî ve û înkarkirina statuya wê, bingeha polîtîkayên qirkirinê yên faşîzma Erdogan-Bahçelî ye. Gelê Kurd dixwaze bi gelên Rojhilata Navîn re ku bi sedsalan bi hev re jiyan kirine, li gorî rêgezên civaka demokratîk di nava biratiyê de bijî. Li hemberî vê çanda biratiyê ya gelê Kurd, dewleta Tirk a faşîst û rejîmên mêtinger îro bi polîtîkayên şer û talanê û êrîşên ku gihiştine asta komkujiyê bersivê dide. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên înkarkirina rastiya gelê Kurd, bi karanîna Îslamiyetê êrîşî gelê Kurd û nirxên wê dike û ji bo ku bi her awayî rastiya Kurdistanê ji dîrokê reş bike, şer kûrtir dike. Ji bo tunekirina Kurdên di nava têkoşîna azadiyê de, bi avakirina têkiliyên kûrtir bi PDK’ê re û wergirtina temînatê ji hêzên navneteweyî, her tiştî dike. Hêzên hevkar û xayîn ên weke PDK’ê jî bi van polîtîkayên qirêj re hevkariyê dikin, li dijî hebûna Kurd a azad şer û êrîşên bêexlaq dikin. Di vê wateyê de li dijî olperestiya faşîst a mêtingeriyê, têkoşîneke li ser xeta Îslama Demokratîk pêwîst e. Dîsa li hemberî îxaneta mezin a di nava Kurdan de hatiye organîzekirin, em bi erka têkoşîneke hîn rêxistinkirî û kolektîf re rû bi rû ne.

PIR GIRÎNGE KU PIŞTGIRIYÊ BIDIN SEKNA RASTEQÎN (MUMÎNÎ) YA GERÎLA

Kurdistaniyên hêja;

Dewleta Tirk a mêtinger, qirker û faşîst ji bo qirkirina Kurdan temam bike êrîşên xwe li her qadên jiyanê didomîne. Weke ku tê zanîn mêtingeran her tim bi wergirtina hêz û alîkariya ku ji sîstema navneteweyî û xayinên Kurd, êrîşên qirkirina Kurdan pêk anîne. Îsal jî êrîşên xwe yên li ser herêmên Şengal, Mexmûr, Rojava û Başûr berdewam kirin. Di bingeha êrîşên ku di 17’ê Nîsanê de, yanî di nava meha Remezanê de li herêmên Kurojahro, Şikefta Birîndara û Çiyayê Reş dane destpêkirin, armanca wan a qirkirinê heye. Li hemberî vê jî weke bersiv rastî berxwedana mezin a fedaî ya gerîla hat. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi dilsozî li dijî şer û êrîşên qirkirinê rawestiyane, bi baweriyeke mezin a azadiyê li berxwe dane û têdikoşin. Ewladên wî gelî ango hêzên gerîla, bi hişmendiya ku heta dewleta Tirk a qirker, mêtinger û faşîst neyê binxistin, em nikarin bi nasnameya xwe ya azad cejnê pîroz bikin, vê berxwedana dîrokî nîşan didin. Pir girîng e ku hûn weke gelê Kurd seknekî ku vê têkoşînê bi encam bike, nîşan bide ku hûn mil bi mil bi ewladên xwe re ne û li her derê li dijî zilm, neheqî û bê edaletiyê di nava têkoşînê de bin.

ÎBADETA HERÎ MEZIN BERXWEDAN LI DIJÎ ZILMÊ YE

Kurdistaniyên welatparêz ên birûmet;

Weke gelê Kurd me bi berxwedaneke dîrokî dest bi vê cejnê kir. Gelê Kurd ê welatparêz piraniya rojên xwe yên rojiyê bi têkoşîna li qadan, di nava çalakiyên demokratîk de derbas kirin. Ji ber vê yekê di nava hewldanan de ye ku bibe dengê wijdanê û nirxên mirovahiyê zindî bihêle. Di vê wateyê de gelê me yê Kurd ê welatparêz bûye nûner û pêşengê baweriya ‘Îbadeta herî mezin berxwedana li dijî zilmê ye’. Bi vê munasebetê em wek tevger Cejna Remezanê li gelê xwe yê welatparêz û dostên wan pîroz dikin û dixwazin ku nêta wan were qebûlkirin. Divê em di cejnê de şehîdên xwe bi xurtî hembêz bikin û bi bîr bînin. Divê em di asta herî jor de hevgirtina xwe bi malbatên girtiyan re bi taybetî bi malbatên şehîdan nîşan bidin. Em weke tevger bi minasebeta vê Cejna Remezanê li ber bîranînên şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî serê xwe ditewînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna serketina doza mafdar a gelê Kurd bilind bikin.

Xerabiya herî mezin a ku dikare li Îslamê bê kirin, ku di eslê xwe de şoreşa wekhevî, azadî û edaletê ye; ew e ku li hemberî bikaranîna wê ya weke şêwazê zext, înkar, tarîtî, neheqî û koletiyê bêdeng bimîne. Ev ne tê qebûlkirin û ne jî tê efûkirin. Bi munasebeta vê cejnê em bang li gelên Rojhilata Navîn, gelên Misilman dikin ku li dijî dijminê mirovahiyê, hêzên faşîst, mezhebperest, îstîsmarkarên qesr û sultantiyê bi hev re dengê xwe bilind bikin û bi hev re têbikoşin. Bi vê wesîleyê em careke din Cejna Remezanê li Mislimanên ku feraseta jiyana biratî û hevpar esas digirin, piştgirî didin yekitiya derdorên demokratîk û hemû gelên misilman pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Girtîgeha Tîpa T a Îslahiyeyê berdewam dike

Nivîsa Pêş

Leşkerên ku gerîla ew ceza kiribûn, dewleta Tirk 3’ê ji wan eşkere kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Leşkerên ku gerîla ew ceza kiribûn, dewleta Tirk 3’ê ji wan eşkere kirin

Leşkerên ku gerîla ew ceza kiribûn, dewleta Tirk 3'ê ji wan eşkere kirin

HBDH: Werin em bi agirê berxwedanê ji çiya heya bajaran herin qadên 1’ê Gulanê!

HBDH: Werin em bi agirê berxwedanê ji çiya heya bajaran herin qadên 1’ê Gulanê!

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Berxwedana Strasboûrgê kete roja 114’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.