Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Endamê Konseya Rêveber a HBDH’ê Ferzat Can: PKK bi navê Kurdan hemûyan li ber xwe dide

Ferzat Can anî ziman ku dewleta Tirk ji bo vê armanca xwe ya stratejîk pêk bîne beriya her tiştî li Rojava YPG'ê, li Bakur û Başûr jî divê PKK'ê tune bike û got, "Bêguman di vir de êrişa herî giran li dijî PKK'ê tê kirin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
29/11/2021 - 11:35
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Endamê Konseya Rêveber a HBDH’ê Ferzat Can: PKK bi navê Kurdan hemûyan li ber xwe dide
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Ferzat Can ji Medya Haber TV re axivî û bal kişand ser berpirsyariya hêzên şoreşger.

Ferzan Can anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst mêtinger li ti cihî naxwaze ku Kurd bibe xwedî statuyeke neteweyî û got, “Her gavên ku di vî warî de têne avêtin, berdêla xwe çi dibe bila bibe dixwaze tasfiye bike û nehêle Kurd bibe xwedî statuyeke neteweyî. Armanca sereke ya polîtîkaya hundir û derve ya dewleta Tirk ev e. Ji Efrînê heta Xakurkê dixwaze herêmeke tampon ava bike û têkiliya navbera Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê qut bike, Kurdistanê bi vî rengî ji nû ve parçe bike; Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi demê re desteser bike. Armanca xwe ji avakirina herêma tampon jî li Efrîn û Serêkaniyê bi rengekî şênber tê dîtin. Kurdên li herêmên dagikirî koçber dike, li şûna wan jî Ereb û Tirkmenan bi cih dike, bi vî rengî polîtîkaya bêkurdhiştinê dimeşîne.”

Ferzat Can anî ziman ku dewleta Tirk ji bo vê armanca xwe ya stratejîk pêk bîne beriya her tiştî li Rojava YPG’ê, li Bakur û Başûr jî divê PKK’ê tune bike û got, “Bêguman di vir de êrişa herî giran li dijî PKK’ê tê kirin. Jê heye ku eger karibe li Herêmên Parastinê yên Medyayê PKK’ê bi rengê leşkerî têk bibe, wê hîn bi hêsanî karibe armanca xwe li Rojava pêk bîne. Em zanin ku dewleta Tirk a faşîst mêtinger wê qîma xwe bi vê neyne, plana xwe heye ku tevahiya Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike û bibe xwedî Mûsil û Kerkûkê. Weke ku tê zanîn ev êriş li dijî Kurdan hemûyan e û gerîlayên PKK’ê jî bi navê Kurdan hemûyan li ber xwe dide.”

Ferzat Can diyar kir ku yek ji armancên bingehîn ên ‘Plana Têkbirinê’ ya bi Komkujiya Pirsûsê kete meriyetê ew bû ku têkiliya navbera Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û tevgera sosyalîst, demokratîk û şoreşger a Tirkiyeyê qut bike û got, “Di dîrokê de ya ku herî zêde dewleta Tirk a faşîst bûrjûva tirsand ew bû ku têkoşerên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û pêşengên şoreşger ên çîna karker a Tirkiye û Kurdistanê di bin ala azadiyê ya polîtîk de bibin yek. Ji ber ku ev şer ne tenê di navbera PKK’ê û dewleta Tirk a mêtinger, ne tenê di navbera dewleta Tirk û Kurdan de ye. Divê mirov bêje ku ev êriş ji bo qutkirina têkiliya navbera şoreşên yekbûyî yên Kurdistan û Tirkiyeyê de ye, ji bo têkbirina yekîtiya me ya şoreşgerî ye. Lewma gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, şer dikin, di heman demê de gerîlayên şoreşa me ya yekbûyî ne, ji bo serketina şoreşa me ya yekbûyî têdikoşin.”

Ferzat Can destnîşan kir ku mirov û rêxistinên pêşverû, şoreşger, saziyên antî faşîst, rewşenbîr ên Tirkiye û Kurdistanê li dijî êrişên faşîst dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê divê li gel gerîla bin û got, “Berxwedana gerîla ne tenê li dijî mêtingeriya li ser neteweya Kurd e, di heman demê de berxwedana antî faşîst a Tirkiyeyê ye. Di serî de şoreşger û sosyalîst divê saziyên antî faşîst, rewşenbîr, partî û rêxistinên pêşverû li her devera Tirkiye û Kurdistanê xwedî li vê berxwedanê derkevin. Wezîfeya sereke ya dijberiya li faşîzmê îro ev yek e. Serketina gerîla serketina çîna karker û bindestên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Wê bibe gaveke mezin ji bo têkbirina faşîzmê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Silîvriyê dewleta îşkencekar li ser kar e

Nivîsa Pêş

Ji bo hilweşandina faşîzmê hîn bêhtir cesaret divê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji bo hilweşandina faşîzmê hîn bêhtir cesaret divê

Ji bo hilweşandina faşîzmê hîn bêhtir cesaret divê

DGH’ê li Êlihê 27’ê Mijdarê pîroz kir

DGH'ê li Êlihê 27'ê Mijdarê pîroz kir

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.