Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz: Têkoşînê geş bikin

KCK'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir û got, ''Têkoşîna azadiyê ya jinê wê geş bibe û sedsala 21'ê dawî li her cure pergala zilam serwer bîne.'' KCK'ê bang kir ku jin dijî modernîteya kapîtalîst têkoşînê geş bikin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/03/2020 - 10:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz be.

Mirovbûn bi civakîbûnê dest pê kiriye. Pêşeng û hêza kedê ya esasî ya civakîbûnê jin bûye. Di sîsika civakîbûnê ango mirovbûnê de, di reheka wê de keda jinê, rengê jinê heye. Heta ku mirov jinê, rastiya jinê fêhm neke, em nikarin mirovahiyê û nirxên civakî fêhm bike û bimane bikin.

Çawa ku ya ku pêşî civakîbûn û mirovahî afirandiye jin e, her wiha ya ku pêşî keda wê hatiye mêtin cinsê jinê bûye. Rêber Apo bi vegotina, çîn û neteweya ku pêşî hatiye çewisandin jin e, kan û hîmê mêtinê û zextê bi rengekî çipiltazî daniye holê. Mêtingerî û zexta li ser jinê, mêtingerî û zexta li ser hemû mirovahiyê ye. Êrîşa li ser mirovahiyê û civakîbûnê bi êrîşa li ser jinê dest pê kiriye. Zext û mêtingeriya li ser jinê zext û mêtingeriya li ser gewher û reheka me ye. Bi vî rengî mirovahiyê nirxên xwe ji dest dane û nirx kêm bûne. Ji ber vê, ji bo ku mirovahî dîsa bigihije hemû nirxên xwe, tam bibe, divê jin azad bibe û di nav civakê de bi rista sereke rabe.

Mêtingerî û zext li ser jinê dest pê kiriye, li derdora jinê hatiye girankirin û berfirehkirin. Ji ber vê, ji bo ku jiyana bi azadî û demokratîk kûr û berfireh bibe, divê jin azad bibin. Heta ku rista diyarker a di jiyana azad û demokratîk de ya jinê neyê fêhmkirin, hemû têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê û hewldana ji bo vê, wê ‘nîvco’ be û kêm be. Di jiyana civakî de tambûn, yekparebûn, bi jinê ye, dema ku jin bi azadbûna xwe, di jiyanê de bibe xwedî rista sereke pêk tê. Ev ne daxwaz û armancake taybet e. Dîroka mirovahiyê, jiyana civakî ya dîrokî ev rastî nîşanî me daye.

RÊBER APO AFIRANDEYÊ ÎDEOlOJIYA AZADIYA JINÊ YE

Rêber Apo bi nirxandina di nav yekîtiya civakî a dîrokî de û bi dîtina cihê girîng ê jinê ya di nav vê rastiyê de, di ramanê de azadiyeke mezin û kûrbûneke aniye. Her ku civaka dîrokî ya bi navenda jinê têgihiştiye, di ramanê de geşedaneke mezin çêbûye. Ramanên azad û afirandinî gihaye asta herî bilind. Hem bi dîtina rista çêker a jinê ya di nav jiyana civakî de, hem jî bi dîtina dema ku zext û mêtingerî li ser jinê hatiye dîtin di şexsê jinê de mirovahî çi winda kiriye, gihaye vê astê. Rêber Apo piştî ku digihije wê hişmenidya ku dema cih û azadiya jinê ya di nav civakê de wê çi biafirîne, ev dibe sedem ku li ser mijara bê ka çareseriya pirsên civakî wê çawa bibe, zelal bibe. Ji ber ku heke pirsên civakî û siyasî bûbine girêka kor, di vê de rista pergalên mêr serwer a ên li ser jinê diyarker in. Ji vî alî ve Rêber Apo bi îdeolojiya azadiya jinê şûr li vê girêka kor daye, rê li ber çareseriya hemû pirsên civakî vekiriye. Dema ku dibêje, azadiya jinê ji azadiya çînî û netewî hê girîngtir e, vê rastiyê vedibêje.

Rêber Apo afirandeyê îdeolojiya azadiyê ya jinê ye. Xeta azadiya jinê kiriye xwedî çarçoweyeke teorîk a li ser rastiya dîrokî û civakî. Ji ber vê rêberê xeta azadiya jinê ye. Ev jî, di serî de bi kuştina mêraniya bi xwe re pêk aniye. Serweriya mêr a bi rengê rastiya dîrokî û civakî li ser zext û mêtingeriyê bi dirûve bûye, ango mêraniya ku bi vî rengî çêbûye, bi kuştina wê, şûrê peşî li vê girêka kor daye. Bi ramana, ”kuştina mêraniyê’ ji bo aakirina xeta azadiyê ya jinê gaveke girîng a şoreşa hişmendiyê avêtiye. Bi kuştina mêraniya ku di nav rastiya civakî ya dîrokî de hatiye afirandin, rêya pêkanîna şoreşa zihnî vekiriye.

Rêber Apo beriya ku li Imraliyê dîl were girtin dest bi şoreşa hişmendiyê kiriye, piştî ku dîl hate girtin, li ser xeta azadiya jinê û têkoşîna wê, ku jê re xebata min a dastanî ya nîvco mayî, gotibû, zêdetir hûr bû, û ew kire xwedî xeteke sîstematîk a bi paradîgmayê, îdeolojî û teorî. Paradîgma jî bi rengê, ”paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk a bi azadîxwaziya jinê” bi nav kiriye. Bi vî rengî destnîşan kiriye ku jin û cian hêza pêşeng a civakê ne.

ŞOREŞA AZADIYA JINÊ BÛYE GERDÛNÎ

Bi keda Rêber Apo li Kurdistanê bi pêşengiya jinê şoreşeke sosyal û demokratîk çêbûye. Di şexsê jinê de li nav civakê û ji ber vê bi mêran re guherîn çêbûye. Heke di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hişmendiya azadiyê û demokrasiyê geş bûbe û hatibe asteke ku têk neçe, di vê de rola diyarker a şoreşa demokratîk a netewî, civakî, siyasî, çandî a Kurdistanê heye, ya ku bi reng û giyanê jinê pêk hatiye.

Ji ber sedema ku pirsa jinê ne xwemalî neteweyekê, civakekê, baweriyekê ye û xwedî xisletê gerdûnî ye, şoreşa azadiya jinê ku Rêber Apo li Kurdistanê pêş xistî ji Kurdistane bihuriye, bûye Rojhilata Navînî û gerdûnî. Heke îro li hemû cîhanê di têkoşîna azadiya jinê de geşbûnek hebe, di vê de îdeolojiya azadiyê ya ku Rêber Apo daniye holê û têkoşîna bi vê bingehê tê kirin, xwedî bandoreke zêde ye.

JI NIHA VE DIYAR E KU SEDSALA 21’Ê SEDSALA JINÊ YE

Rêber Apo ji ber ku bi bandora îdeolojiya rizgariya jinê zanîbû, ji ber ku didît bê ka têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê çi encaman bi xwe re bîne, tespîta, ”Sedsala 21’ê sedsala azadiya jinê ye”, kiriye. Hê di çarîka sedsala 21’ê de ev tespît piştrast bûye. Dewleta mêtinger û qirker a Tirk, destpotîzma Rojhilata Navîn a 5 hezar salî ya zextkar, mêtinger û zilam serwer, hêzên modernîteya kapîtalîst, ku nûnerê dawî yê hemû pergalên zilamserwer e û koledariya jinê berfireh û kûrtir dike, her çendî hewl bidin ku têkoşîna azadiya jinê asten bikin jî, ti fêdaya tirsê li mirinê nîne. Têkoşîna azadiya jinê wê geştir bibe û sedsala 21’ê wê dawî li her cure pergalên zilamserwer bîne.

Sala 2019’an ji hêla têkoşîna azadiya jinê ve têr û tije bûye. Li hemû deverên cîhanê jin rabûne ser xwe. Sala 2019’an nîşan daye ku 2020’an têkoşîna azadiya jinê wê hê xurtir bibe û tirseke mezin kiriye dilê pergala zilamserwer.

Di rewşeke wiha de ku em 8’ê Adarê ya 2020’an pîroz dikin, em bang li hemû jinan dikin ku bi çarçoweyeke berfireh werin gel hev, li dijî modernîteya kapîtalîst ku civakîbûna bingehê hebûn û xurtbûna jinê ye difeşkilîne, takekesîtî û maddîyatiyê derdixîne pêş, têkoşînê geş bikin. Hêzên azadiya jinê bi avaniyên xwe yên rêxistinî dema ku pêşengiyê li têkoşînên civakî bikin, ev ê têkoşîna azadiyê û demokrasiyê geş bike, wê dawiya hemû peralên zilam serwer û nûnerê wê ya dawî, modernîteya kapîtalîst bîne.

Bi vê bingehê em dibêjin, Bijî Tekoşîna Azadiya Jinê, em di têkoşîna wan azadiya civakî de, ya ku sala 2020’an wê li ser xeta Rêber Apo û bi helwesta Sara bikin, serkeftinê ji hemû jinan re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Têkoşîna Jinên Ciwan ji Şoreşê re bû ava jiyanê!

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîla Tv çalakiya li Girê Lêlîkanê parve kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîla Tv çalakiya li Girê Lêlîkanê parve kir

LEZGÎN - Gerîla Tv çalakiya li Girê Lêlîkanê parve kir

YPJ: ‘Em ê bibin hêza garantor da ku destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin’

YPJ: Şoreşa jinê wê bi tekoşîn û parastina cewherî misoger bibe

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Leyla Guven 154 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.