Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Şoreşa jinê wê bi tekoşîn û parastina cewherî misoger bibe

Fermandariya Giştî YPJ: 8’ê Adarê her sal bi tekoşîn û xwe rêxistinkirina jinan wateyek nû qezenç dike. Bi şoreşa rojava re, di encama ked, berdêl û tekoşîna 9 salan a bi pêşengiya jinên ji hemû pêkhatiyên li Sûrî dijîn destkeftiyên bêhemba hatin avakirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/03/2020 - 14:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
YPJ: ‘Em ê bibin hêza garantor da ku destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da.

YPJ’ê roja 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, Rojhilata Navîn û tevahî jinên tekoşînvan yên di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin pîroz kir.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê wiha ye:

“Bi ruhê berxwedêriya jinên tekoşînvan, azadîxwaz û lêgerînvanên xwedî bîr, bawerî û hêviyên jiyana azad, em roja 8’ê Adarê li jinên cîhanê, jinên Rojhilata Navîn û tevahî jinên bakûrê-rojhilatê Sûrî pîroz dikin. Di şexsê tevahî şehîdên ku ji bo mirovahiyê asoya giyanên xwe kirin destanên lehengiyê bi bîrtînin. Li hemberî giyana şehîdan em soz û biryardariya mezinkirina tekoşînê nû dikin.

Di dîroka mirovahiyê de, gelan û jinên azadîxwaz her tim li hemberî pergala serdest ya mêr li ber xwe dane. Li hemberî bê mafiyê, li hemberî hişmendiya qirkirina çandî, ruhî, fikrî, bedenî û dagirkirina welatan, jinan serî hildaye û pêşengiya tekoşînê kiriye. Roja 8’ê Adarê li hemberî bê mafî û feraseta ku jinê weke makîneya karkirinê didît di sedsala 20. An de bû derketinek ji bo hemû jinan. Ev derketin bi tekoşîna Clara û Rosayan hate manekirin û piştî tekoşîna bi salan hate dayîn weke roja jinên cîhanê tê pejirandin. Ji tekoşîna Klara heya berxwedana Sarayan, di rûpelên dîroka tekoşîna jinan de serdemek nû dest pê dike.

Roja 8’ê Adarê, her sal bi tekoşîn û xwe rêxistinkirina jinan wateyek nû qezenç dike. Bi şoreşa rojava re, di encama ked, berdêl û tekoşîna 9 salan de, di pêşengiya jinên ji hemû pêkhatiyên li Sûrî dijîn destkeftiyên bêhemba hatin avakirin. Em bi watekirina van destkeftiyên dîrokî, 2020’an bi dirûşmeya tekoşîna me azadiyê, berxwedana me serkeftine ruhê 8’ê Adarê jiyan dikin. Li hemberî temsîlkarê herî zordest yê pergala mêr çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke lehengiyê hate pêşxistin. Li hemberî faşîzma dewleta Tirk, me li ser navê tevahî jinên azadîxwaz di Adara 2018’an de Berxwedana Serdemê û di 2019’an de bi Berxwedana Rûmetê îsrara xweyî jiyana azad bersiv da hemû hêzên komploger. Bi sekna Avêsta ya fedayiyan, bi ruhê şoreşger yê hevrê Ronahî, Zîn, Sara, Amara, Dilovan, bi dilwêrekiya Dayê Eqîde û tevahî dayikên şehîdan, bi xweşikbûna rihê Hevrînan, me biryardariya tekoşîna di oxira jiyana azad de werê dayîn nû kir.

Di roja îro de ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi mezinkirina tekoşînê û kûrbûna xwe parastina cewherî heye. Cîhana em têde dijîn hîna kuştina jinan, tecewuzkirina jinan, revandina jinan û hwd din rewa dibîne. Ji bo wê pêwîste hemû jinên ku vê rastiya tarî ya li ser jinan tê ferzkirin bibînin û bi ruhekî hevgirtî tekoşîna xwe hevpar bikin. Îro tekoşîna jin li her qada dimeşîne li ber çava ye. Ev tekoşîn pêwîste ji aliyê jinan ve hîn bi awayekî girseyî were pêşxistin. Em weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Ji bo em şoreşa jin misoger bikin û bi ser bixin em ê 2020’an tekoşîna xwe hîn xurtir bikin.

Li ser vê bingehê em careke din roja 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, Rojhilata Navîn û tevahî jinên tekoşînvan yên di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin pîroz dikin. Em bîr û baweriya xwe ya bi serxistina şoreşa jinan bi bîr dixin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Gerîla Tv çalakiya li Girê Lêlîkanê parve kir

Nivîsa Pêş

YJA Star: ‘Civaka azad wê bi giyanê berxwedêr yên jinan were afirandin’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YJA Star: ‘Civaka azad wê bi giyanê berxwedêr yên jinan were afirandin’

YJA Star: 'Civaka azad wê bi giyanê berxwedêr yên jinan were afirandin'

Piştî êrîşa nîjatperest a Hanaûyê rêxistina antîfaşîst a ‘Mîgrantîfa’

Piştî êrîşa nîjatperest a Hanaûyê rêxistina antîfaşîst a ‘Mîgrantîfa'

Manşet

  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwêreg Ji Bo Roja Hevkarîya Bi Rojavayê Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.