REQQA- Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Reqqayê ji bo teşwîqkirina beşdarbûna jinan di werzîşê de, pêşbirkek bisiklêtê li Stadyuma Şaredariya Reqqayê lidar xist. Deh jinên ciwan beşdarî pêşbirkê bûn.
Armanca çalakiyê ew e ku eleqeya bi werzîşê re zêde bike û beşdarbûna dixebatên werzişî de di nav jinên ciwan ên Ereb de xurt bike.
Di dawiya pêşbirkê de, xelatên sembolîk û motîvasyonê ji hemî beşdaran re hatin dayîn. Serketî bi madalyayan hatin xelatkirin. Di daxuyaniyekê de ku di dawiya çalakiyê de hat weşandin, tekez kir ku pêşbirk ji bo zêdekirina xuyabûna jinan di werzîşê de û xurtkirina hişmendiya civakî hatiye lidarxistin.
Nûnerên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Reqqayê diyar kirin ku çalakiyên bi vî rengî dê berdewam bikin, û peyama “Em ê berdewam bikin da ku jinên ciwan di hemî aliyên jiyanê de roleke çalak bigirin” parve kirin.


