STENBOL – Li Stenbolê Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hember Jinê, pêşandana sinevîzyonek organîze kir. Di bername de fîlma “Where Do We Go Now (Anha em ê biçin kû derê?)” hate nîşandan. Film bertekên jinan ên li şerê Lubnanê de, diji polîtîqayên kastika baviksalarî ye olî nişan dide.
Piştî fîlmê, Jinên Ciwan li ser rola jinan di têkoşîna li welatên ku bi şerên ji ber pergalên serdestiya mêran û dewletên neteweyî ve têne çêkirin, nîqaş kirin.
Bername bi sohbet û nîqaşan bi dawî bû.



