STENBOL – Li navçeya Kağıthanede ya Stenbolê endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya “Em ji bo Azadiya Fizîkî ya Rêber APO xwe Birêxistin Dikin” bernameyek ser nirxandinên Rêber APO hat organîze kirin. Hejmareke mezin ji ciwanan û gel beşdarî amade bûn.
Çalakî bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Bername bi sinevîzyonek ser nirxandinên Rêber APO ji bo ciwanan hate peşandan. Piştre li ser navê meclîsa ciwanan axaftinek hate kirin ku li ser wate û girîngiya roja ciwanan axivî.
Çalakî bi govendên halay, stran û dirûşmeyan bi dawî bû.


