NAVENDA NÛÇEYAN – HPG-NRÇ’ê 10 gerîlayên tevlî karwanê şehîdan bûne bi rêzdarî bi bîr anîn û got: ‘’Em soz didin ku em ê bibin şopdarên hevrêyên xwe yên ku bi sekna xwe ya di jiyan û şer de mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştine.’’
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd bûne de ev agahî parve kirin:
‘’Em hevrêyên xwe Azê Rojgirav, Lêgerîn Canfeda, Hêlîn Kobanê, Dijwar Nûrheq, Milîtan Heqî, Dilêr Serdar, Rojhat Ararat, Azad Minbic, Şevger Dirbesiyê û Rohat Zagros yên di têkoşîna sala 2024’an de li Qadên Berxwedanê yên Zap, Metîna û Xakurkê li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dane û tevlî karwanê şehîdan bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.
Hevrêyên me Azê, Lêgerîn, Hêlîn, Dijwar, Milîtan, Dilêr, Rojhat, Azad, Şevger û Rohat yên hêja yên ji perçeyên cuda yên Kurdistanê ji felsefeya Apoyî bawer kirine û tevlî nava refên têkoşînê bûne, bi şêwejiyana xwe ya fedaî û hevrêtiya xwe ya kûr karîn bibin milîtanên mînak. Bi ruhekî fedaî li ber xwe dan, li hemberî hemû êrîşên dijmin bi îradeyeke polayî li ber xwe dan, di gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwe kûr kirin û têkoşîn bilind kirin. Hevrêyên me yên ku ji bo taktîk û terzên gerîlatiya serdemê bi hosteyî pêk bînin, bûn xwediyê hewleke biisrar û di çalakiyên serkeftî de cihê xwe girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serkeftina têkoşîna gelê Kurd bi hemû hebûna xwe têkoşîneke bêdawî dan meşandin. Em soz didin ku em ê bibin şopdarên hevrêyên xwe yên ku bi sekna xwe ya di jiyan û şer de mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştine û em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.
Agahiyên nasnameyên hevrêyên me ên ku gihîştine şehadetê wisa ne:
![]() |
Nasnav: Azê Rojgirav Nav û Paşnav: Mijdar Mihemmed Cihê Jidayîkbûnê: Kobanê Navê Dayîk û Bav: Fatma- Omer Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Mijadara 2024’an\Zap |
![]() |
Nasnav: Lêgerîn Canfeda Nav û Paşnav: Berçe Şaşmaz Cihê Jidayîkbûnê: Elmanya Navê Dayîk û Bav: Sureyya- Lokman Dîrok û Cihê Şehadetê: 20’ê Mijdara 2024’an \Zap |
![]() |
Nasnav: Hêlîn Kobanê Nav û Paşnav: Şemsa Adil Feyyad Cihê Jidayîkbûnê: Minbic Navê Dayîk û Bav: Nebîha-Adil Dîrok û Cihê Şehadetê: 20’ê Mijdara 2024’an\ Zap |
![]() |
Nasnav: Dijwar Nûrheq Nav û Paşnav: Hisên Nebhen Cihê Jidayîkbûnê: Şehba Navê Dayîk û Bav: Hemîde-Ehmed Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2024’an\Zap |
![]() |
Nasnav: Milîtan Heqî Nav û Paşnav: Mustafa Akyildiz Cihê Jidayîkbûnê: Amed Navê Dayîk û Bav: Ulmiye-Abdurahman Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Tebaxa2024’an\Zap |
![]() |
Nasnav: Dilêr Serdar Nav û Paşnav: Arman Kadirpur Cihê Jidayîkbûnê: Bokan Navê Dayîk û Bav: Meryem- Osman Dîrok û Cihê Şehadetê: 31’ê Cotmeha 2024’an\Zap |
![]() |
Nasnav: Rojhat Ararat Nav û Paşnav: Meysem Muhammedzade Cihê Jidayîkbûnê: Makû Navê Dayîk û Bav: Seyran-Hesen Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2024’an\Xakurkê |
![]() |
Nasnav: Azad Minbic Nav û Paşnav: Ednan Şewax Cihê Jidayîkbûnê: Minbic Navê Dayîk û Bav: Muna-Ehmed Dîrok û Cihê Şehadetê: 29’ê Tebaxa 2024’an\ Zap |
![]() |
Nasnav: Şevger Dirbesiyê Nav û Paşnav: Ridvan Osman Cihê Jidayîkbûnê: Dirbêsiyê Navê Dayîk û Bav: Edlê-Ednan Dîrok û Cihê Şehadetê: 7’ê Tebaxa 2024’an\Zap |
![]() |
Nasnav: Rohat Zagros Nav û Paşnav: Yûsûfcan Evren Cihê Jidayîkbûnê: Stenbol Navê Dayîk û Bav: Melîke-Îlamî Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Tebaxa 2024’an\Xakurkê |













