AMED – Alîgirên Amedsporê di maça Îstanbulspor-Amedsporê de posterêk mezin ê Rojin Kabaiş vekirin, ku li ser wê nivîsîbû “Jin jiyan in, jiyan nayê bêdengkirin.”
Amedspor, ku di Lîga 1’emîn a Trendyol de pêşbirkê dike, li mala xwe mazûvaniya Îstanbulsporê kir. Wêneyekî mezin ê Rojin Kabaiş, xwendekara Zanîngeha Wan Yüzüncü Yıl ku bi awayekî gumambar mîr, ji hêla alîgirekî Amedsporê ve hate vekirin.
Wêneyê ku li ser nivîsandîbû “Jin jiyan in, jiyan nayê bêdengkirin” hate vekirin, û alîgiran dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.



