MERSIN – Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, bi sedan kes li Parka Aştiyê ya navçeya Akdenîzê ya Mersînê kom bûn û meşek bi dirûşmeya “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin” li dar xistin. Girse gihîşt parkê û dû re ber bi navenda navçeya Akdenîzê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) ve meşiya.
Girseyê, ku Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Kesîn Bayındır û endamên meclîsê yên Partiya DEMê jî di nav de bûn, di meşê de posterê Rêber APO hilgirtin û pir caran dirûşmeya “Bijî Rêber Apo” qîr kirin. Polîsan, bi hinceta posterê Abdullah Öcalan, rê li ber meşê girtin.
Polîsan li ber parkê girseyê dorpêç kir û deriyên ketinê lêgerîn kirin. Bendewariya girseyê û dorpêça polîsan berdewam dike. Di dema dorpêça polîsan de girseyê pir caran dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo” û “Bijî Rêber Apo” qîr kirin.


