WAN – Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo balê bikşînin ser “mafê hêviyê” yê ji bo Rêbe APO bi dirûşma “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin” meşek li dar xist. Bi hezaran kes ji pêşiya Wan AVMê heta Qada Bajêr (Kent Meydani) meşiyan û di meşê de flama û posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Bi hezaran welatî tev li meşê bûn.
Di meşa bi pêşengiya Dayikên Aştiyê destpêkir de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan na be” û “Bê Serok aştî bi rê ve naçe” hatin berzkirin. Meşa ku ji her temenî beşdar bû, bi çepik, nîşanên serketinê û qorneyên wesayîtan gihişt Qada Bajêr.
Di dema meşê de, polîsan hewl da ku çalakiyê sabote bike û çalakvanan bigire. Beşdaran bi dirûşmeyan bersiv dan û bi dengekî bilind “Bijî Serok Apo” qîriyan.


