QAMIŞLO – Bi dehan ciwan û dayîkên şehîdan di navenda Şehîd Canwelat a Yekîtiya Jinên Ciwan a Qamişlo kombûne û Şehîd Çiya Rizgar bi bîranîn.
Bîranîn bi deqekî rêzgirtin hat destpêkirin. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan axaftinek hat kirin. Di axaftina xwe de dan diyarkirin ku Şehîd Çiya ji bo perwerdekirina ciwanên Rojava û pêşxistina şoreşê xwêdî kedekê mezin e û wê ciwan her tim ser şopa Şehîd Çiya bin. Dayîka şehîd Gerîla Tolhildan û şehîd Amara Tolhildan jî di axaftina xwe de destnîşankir ku şehîd Çiya hem di Bakurê Kurdistanê û hem jî di Rojavayê Kurdistanê têkoşîn da meşandin û da diyar kirin ku şehîd Çiya bi nêzîkatiya xwe ya rêhevaltî ji her kesî hatibû hezkirin û her tim xwest hevalên xwe pêşbixe.
Piştî axaftin dîmenek bi axaftinên şehîd Çiya hat temaşekirin.
Bîranîn bi berzkirina sloganan û bi soza ku ciwan wê her tim li ser şopa şehîd Çiya bimeşin hatiye bi dawîkirin.



