BINARÊ QENDÎL- Li Goristana Şehîdên Qendîlê îro cenazeyê gerîla Bêrîtan Amed û Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar ku ji ber nexweşiyê şehîd bûn, bi merasîmekê hatin veşartin.
Gerîlayên Azadiyê yên binavê Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar ku bi salan li dijî nexweşiya penceşêrê têkoşiyan û di dawiyê de şehîd bûn. Wesiyeta her du gerîlayên şehîd ew bû ku eger şehîd bikevin cenazeyên wan li rex hevrêyên wan yên li Goristana Qendilê werin veşartin. Piştî ku cenazeyên wan îro ber bi Qendîlê ve hatin oxirkirin, bi merasîmeke bi heybet ber bi bêdawiyê ve hatin oxirkirin.
Çalakvana siyasî ya Binarê Qendîlê Ronahî Husên di merasîma veşartina cenazeyê her du şehîdan de axivî û got; “Hêvî û xeyala Şehîd Bêrîtan ew bû ku nexweşiya xwe bin bixe, bigihe tenduristiya xwe û vegera nav hevalên xwe yên têkoşînê. Lê ji ber giraniya nexweşiya xwe tevlî karwanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bû. Lê di heman demê de wesiyet kiribû ku eger şehîd bibe, cenazeyê li rex hevalên wê yên têkoşînê ve were veşartin. Ji ber wê yekê em xwe şopdarên rêya şehîdan dizanin û emê li ser xeta wan ya têkoşîna azadiyê bimeşin. Emê heta heta xwe deyndarê ked û xwîna şehîdan bibînin. Ew xwediyên rasteqîn yên vî welatî ne, em jî parêzvanên mîrat û destkeftiyên şehîdên xwe ne.”
Her wisa Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên Tevgera Azadiyê ya Binarê Qendîlê Hemed Emîn Xidir jî di merasîma oxirkirina her du şehîdan de axivî û got; “Em spasiya hemû kesên ku hatine vir û beşdarî merasîma şehîdan bûne dikin. Beşdariya welatiyan ya di merasîma şehîdan de, nîşana wefadarî û girêdana wan a bi şehîdan û xeyalên wan yên azadiyê ye.”
Piştre nasnameya şehîdan hate xwendin û di bin dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” cenazeyê Şehîd Bêrîtan Amed û Şehîd Çiya Rizgar li Goristana Şehîdên Qendîlê hatin veşartin.”


