Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin

Edîtor: Nucan Serdoz
20/03/2024 - 19:20
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
ParvekeTweet
MÊRDÎN – Bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiya Newroza Qoserê bûn. Ciwanan, cil û bergên li xwe kiribûn ji xwe kirin û di nava agirê Newrozê de şewitandin. Li qadê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiya li Qada Otogarê bûn. Beriya destpêkirina bernameyê, wlatî bi saetên berê li dora qadê civiyan ku bi bariyeran hatibû girtin. Bi vekirina deriyan re jî welatî bi nîşaneyên serkeftinê û bi dirûşma “Bijî Newroz” ketin qadê.
Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirine jî bi pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” tev li pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan bi çepikan hatin pêşwazîkirin.
POSTERÊN OCALAN Û MAZLUM DOGAN HATIN HILGIRTIN 
Tevî hemû astengkirinên polîsan jî girseyê posterên Rêber APO û Mazlum Dogan û filamayên bi rengên kesk, sor û zer xistin qadê. Her wiha ciwanên li qadê pankarta “Yê ku dide meşandin tu yî, şukir ji qudreta te re” û “Jina azadbûye nîşaneya ciwaka demokratîk û azad e” ku wêneyên Bubo Taş û Mehmet Akar ên li dijî tecrîdê xwe şewitandibûn hilgirtin. Di dema pîrozbahiyan de her wiha posterê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan hate vekirin. Ciwanan bi posteran li qadê meş li dar xistin.
Beriya destpêkirina bernameyê, girseyê li ber stranan govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, girseyê heta demekî dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.
JI BO DAYIKÊN AŞTIYÊ LI ÇEPIKAN XISTIN
Ji ewil Dayikên Aştiyê yên di Nobeta Edaletê de derketin ser dikê. Ji bo dayikan girseyê bi yek carî li çepikan dan. Dayika Aştiyê Halîme Kaya Newroza gelê kurd pîroz kir û got ku gelê kurd aştiyê dixwaze û girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir.
AGIR BI CILÊN XWE VÊXISTIN 
Dihat payîn ku siyasetmedar agirê Newrozê vêxin lê ciwanan agir vêxist. Ciwanan cil û bergên li ser xwe derxistin û agirê Newrozê vêxistin.
Piştre jî hevşaredarên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin û namzetên hevşaredariyê hatin ser dikê û gel silav kirin.
Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ji ewil wate û girîngiya Newrozê vegot û bang li gel kir ku di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan.
AHMET TURK: XELKÊ QOSERÊ DIBÊJE BIJÎ AZADΠ
Namzetê din Ahmet Turk jî girse silav kir û xwest Newroz bibe wesîleya aştiyê. Turk, got ku xelkê Qoserê li dijî kesên dixwazin têkoşîna gelê kurd tune bikin, berxwedana gelê kurd bifetisînin û nasnameya wan tune dihesibînin dibêje; “Ez azadiyê dixwazim û bijî azadî.” Bi domdarî Turk bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Pirsgirêka kurd bi zilmê çareser nabe.” Her wiha Turk ji bo hilbijartinan jî got ku dê bersiva pêwîst were dayîn.
BI RUHÊ NEWROZÊ BER BI HILBIJARTINÊN 31’Ê ADARÊ VE 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî Newroza Rêber APO û girtiyan pîroz kir. Guneş, got ku ew ê bi ruhê Newrozê biçin ser sindoqan û ev tişt anî ziman: “Her dengê ji bo AKP’ê tê dayîn, ji bo şer û guleyan diçe. Em ê bi ferqekî mezin qezenc bikin.” Parlamenterê DEM Partiyê yê bajar George Aslan jî nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de têkildarî Newrozê kiribû xwend.
AYDENÎZ: TU KES NIKARE ÎRADEYA ME TESLÎM BIGIRE
Parlamenter Saliha Aydenîz jî gel silav kir û got: “Bila kesên Kurdistanê nas nakin baş li meydana Qoserê binêrin. Bila baş li meydana Amedê binêrin, ev der Kurdistan e.” Bi domdarî Aydenîz kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Aydenîz, bi domdarî got ku Rêberê PKK’ê APO zêdetirî 25 sal in di tecrîdê de ye û axaftina xwe wiha qedand: “Em vê tecrîdê qebûl nakin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan îradeya gelê me ye. Tu kes nikare îradeya me teslîm bigire. Heke birêz Ocalan biaxive, dê azadî û aştî were vî welatî. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Nifteya çareseriyê jî birêz Ocalan e. Dê ev Newroz bi xwe re azadiya birêz Ocalan û gelê kurd bîne. Tu kes nikare xwe li pêşiya sekna gelê kurd bigire.”
Piştî axaftinan, hunermend derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kalkan: Bû mizgîniyek ku tirs berda dilê paşverûtiyê!

Nivîsa Pêş

Ciwanên Qamişlo bi coş mîzgîniya Newroz a gerîla silav kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Qamişlo bi coş mîzgîniya Newroz a gerîla silav kirin

Ciwanên Qamişlo bi coş mîzgîniya Newroz a gerîla silav kirin

Ciwanên Ezîdxanê mizgîniya NPG wisa pêşwazî kir

Ciwanên Ezîdxanê mizgîniya NPG wisa pêşwazî kir

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.