Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kalkan: Bû mizgîniyek ku tirs berda dilê paşverûtiyê!

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Fermandariya me ya Biryargeha Navendî got, em mizgîniyê didin. Mizgîniya xwe jî li gorî wateya Newrozê bû. Tirs berda dilê paşverûtiyê, hêvî da lêgerînerên azadiyê."

Edîtor: Nucan Serdoz
20/03/2024 - 17:47
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Kalkan: Bû mizgîniyek ku tirs berda dilê paşverûtiyê!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji Medya Haber TV re axivî. Kalkan got, “Gerîla demeke dirêj bi wêrekî, fedakarî û afirîneriyê şer kir, her tim derbên giran lê da. Ji Cotmeh, Mijdarê û vir ve her meh operasyonên şoreşgerî yên mezin li dijî faşîzma AKP-MHP’ê kir. Bêguman vê yekê dibe asteke hîn bilind. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî got, em mizgîniyê didin. Mizgîniya xwe bi rastî jî li gorî wateya Newrozê bû. Newroz hîn bi coş kir, her kes bi îradeya Newrozê re kir yek. Tirs berda dilê pavşerûtiyê, hêviyeke mezin da her kesên ku li azadiyê digerin.

 

HER KES DIKARE TEKNÎKÊ BI KAR BÎNE, JÊ WÊDETIR JÎ DIKARE BÊ PEYDAKIRIN

Me berê ji faşîzma AKP-MHP’ê gotibû: Hûn xwe dikin mijara bazarê, ji filan deverê piştgiriyê werdigirin, bi vê yekê êrîş dikin û vê yekê jî weke hêza xwe dibînin. We hin derfet dîtine, amûrên teknîkî dîtine, mîna çoyekî li hemberî gerîla bi kar tînin. Fuzeyên ewqasî mezin mîna fîşekekê berdide kesekî. Û bi gotina ‘me lê da’ pesnê xwe didin. Ev yek ne tenê dikeve destê we. Yanî ne tenê hûn dikarin vê bi kar bînin. Sibe hinekî din jî bi kar bîne, ku her kes dikare peyda bike û bi kar bîne, hingî hûn ê çi bikin? Bi daxuyaniya heyî ya HPG’ê re faşîzma AKP-MHP’ê gihîştiye wê asta ku me qalê kir. Wê demê divê mirov nebêje ‘min wesayitek peyda kiriye, tenê ya min e’ û kêfa xwe pê bîne. Her kes dikare wê bi kar bîne, jê wêdetir jî dikare peyda bike. Ya rast di vê mijarê de zêde gotin nîne ku bê gotin. Ya ku bê gotin ji xwe HPG dibêje, ya ku dibe para me pîrozkirina vê yekê ye. Hemû hêzen fermandar û şervanan ên HPG û YJA Starê, her eksên ku ev afirandine silav dikim, pîroz dikim. Bi navê rêveberiya partiya me. Serketinan ji wan re dixwazim.

BILA GELÊ ME HÎN BÊHTIR BI GERÎLA RE BIBE YEK

Gerîla her tim ji me re bû hêvî, pêşengî kir. Timî hêvî da gel. Ji bo vê Newrozê jî hêvî xurt kir. Agirê Newrozê ne tenê li ser rûyê erdê, her wiha li ezmanan jî vêxist, tevkariyeke mezin li Newroza 2024’an kir. Eşkere ye ku têkoşîna azadiyê nîşand a çiqasî dikare xurt bibe, bi pêş bikeve, bi pêşengiya gerîla têkoşîn dikare bê biserxistin. Rastî ji xwe bi vî rengî bû, lê careke din nîşanî her kesî da. Eşkere bû ku pêşengiya gerîla pêşengiyeke lawaz nîne. Gel, ciwan û jinên Kurd bi xwedîderketina li gerîla şaşitî nekirin. Hişmendî û rêxistiniya azadiyê, nêzîkatiya serketinê ya bi têkoşîna gerîla re şaş nebû. Ne mijareke tenê pesindayinê jî bû, pozîsyona heyî ya gerîla rastiyeke. Berxwedana li Zap, Avaşîn û Metînayê, sekna lehengî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê ya li dijî êrîşên faşîst, mêtinger û qirker ev rastî careke din raxist pêş çavan. Ji niha û pê ve jî wê dewam bike. Bila gelê me ji gerîla baş bawer bike, hîn bêhtir piştgiriyê bide, hêzê bide. Bi gerîla re hîn bêhtir bibe yek. Her ku rêbaza gerîla hîn bû, bû xwedî hişmendiya gerîla, rastiya gel a gerîlabûyî hate afirandin, em ê bi ser bikevin. Em ê lêgerîna xwe ya azadiyê, têkoşîna xwe, daxwazên xwe bi vê yekê pêk bînin. Em bi vê yekê zanibin, bawer bikin. Li ser vê bingehê xwedî li gerîla derkevin. Em xwe bikin gerîla. Ev çalakî, ev têkoşîn, ev lehengî vê yekê nîşan dide. Bi taybetî ji bo ciwanên Kurd nîşan dide ku ji bilî sekna azad a gerîlabûyî destketiyeke din nîne. Dibe hêza ber bi xwe ve dikişîne. Hişmendiyê dide ciwanan, rê li ber wan dixe. Em bibin gerîla, têbikoşin û bi ser bikevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Minbic Rêveberiya Xweser şahiyekî Newroz li darxist

Nivîsa Pêş

Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin

Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin

Ciwanên Qamişlo bi coş mîzgîniya Newroz a gerîla silav kirin

Ciwanên Qamişlo bi coş mîzgîniya Newroz a gerîla silav kirin

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.