Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rûniştinên Doza Nisêbînê pêk hat

Di Doza Nisêbînê de rûnştina doza 5 kesan pêk hat. Hunermend Erkan Benlî parastin kir û wiha got; “Têkoşîna azadiyê wê bi serbikeve.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/09/2019 - 17:13
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Rûniştinên Doza Nisêbînê pêk hat
ParvekeTweet

MÊRDÎN – Rûniştina doza 17 jê zarok 70 kesên ku dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê di 26’ê Gulana 2016’an de hatibûn destgîkirin û paşê hatibûn girtin û dosyayê wan ji hev hatine cihêkirin, didomin. Piştî cihêkirina dosyayan îro jî rûniştina doza 5 kesan pêk hat. Rûniştina dozê li 4’êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat, bi şandeyên demkî berdewam kir. Ji ber krîza ku duh di dema parastinê de cendirmeyan mudaxaleyî girtiyan kiribû, derketibû, îro hejmara girtiyên anîn runiştina dozê, hat kêmkirin.

Destpêkê rûniştina doza Sevda Delî ku di dosyayê de weke “îtîrafkar” hatiye diyarkirin, pêk hat. Di rûniştinê  de şandeya dadgehê ji bo Delî biryara berdewamkirina girtinê da û rûniştina dozê taloqî dîrokeke pêş kir.

Piştî Delî, Solîstê Koma Sê Bra ya Muzîkê Erkan Benlî di runiştina dozê hat amadekirin. Rûniştina doza  Benlî ku parêzerên wî jî lê amade bûn, bi xwendina nivîstekên ku hatibûn, dest pê kir. Paşê parêzerê Benlî, Bergan Acûn dest bi parastinê kir û diyar kir ku muwelîlê wî jî di nav de îfadeyên hemû girtiyan di bin êşkenceyê de hatiye girtin û wiha got: “Me daxwaz kiriye ku encama lêpirsîna serlêdana me ya ji bo êşkenceyê ji dadgehê re bê şandin. Me daxwaz kiriye ku wêneyên muwekîlê me yê berî û piştî êşkenceyê jî ji dadgehê re bên şandin. Me mutalaaya dozger jî qebûl nekiriye. Divê ku dosya careke din bên yekkirin û em daxwaza berdana muwekîlê xwe dikin.”

‘DEWLETÊ BAJAR RÛXAND’

Piştî parêzerê xwe Benlî axivî û diyar kir ku tevlî parastina parêzerê xwe dibe û wiha got: “Ji bo guhdarkirina biryarê hatim. Dosyayên min bi rêbaza kopî bike û pêve bike hatine amadekirin. Sekn û mutalaa dozger pergala cemaweriyê xera dike. Tê xwestin ku sûcên dewletê kirine li me bên barkirin. Li Nisêbînê çekên giran di destê me de tunebûn. Çekên kîmyewî û giran di destê polis û leşkeran de bûn. Wan bajar rûxand. Dewletê rûxand. Çekên giran dewletê bi kar anî. Dewletê binasaziya Nisêbînê xera kir. Beriya ku qedexe bê ragihandin van hemû tiştan kirin. Dewletê polis û leşkerên xwe yên ku niha mirine, şand mirinê. Em ji kuştina 76 polis û leşkeran berpirsyar tên dîtin. Em ne berpirsyarê vê yekê ne. Dewlet bixwe berpirsyar e. Lewre dewlet li Nisêbînê ket nav. Piştî pirsgirêkên derûnî endamên dewletên bi hev ketin. Li wir şerek derket. Gotina ‘bûyera xendekan’ a ji vê yekê re biçûkxistina tiştên ku hatin jiyîne.”

‘EM Ê XWE BI RÊ VE BIBIN’

Di berdewamê de Benlî destnîşan kir ku li Nisêbînê têkoşîna azadiya gelekî daye û wiha pêde çû: “Di demên pêş de wê teqez têkoşîna gelê Kurd a azadiyê bi serkeve. Me vê yekê berê jî gelek car nirxandibûn. PKK ne rêxistineke dabeşker a terorîst e. Hûn ê hemû bibînin ku Rêber Apo li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê dide. Em ê jî xwe bi rê ve bibin. Ez ê wek hunermendekî vî gelî li cem vê têkoşînê cih bigirim.”

Dadgehê, piştî parastinan daxwazan red kir, biryara berdewamkirina girtina Benlî da û runiştina dozê taloqî 16’ê Cotmehê kir.

Piştî Benlî jî rûniştna doza girtî Omer Karakaş pêk hat. Di daneşîna ku Karakaş û parêzerê xwe amade bûn de destpêkê nivîstek hatin xwendin. Karataş diyar kir ku tiştekî ku têkildarî nivîsteken bibêje tuneye. Piştî vê yekê parêzerê Karataş parastinê kir û daxwaza dema zêde kir. Parastina diyar kir ku divê dosya ji bo muwekîlê wî careke din bê nirxandin û wiha got: “Angaştên bê bingeh di dosyayê de hene. Divê ku di dosyayê de arizîkirin bê kirin. Dosya hatiye cihêkirin, ji ber vê yekê divê bê diyarkirin ku kî ji çi angaştê tê darizandin. Heke arizîkirin neyê kirin wê derketina ji nav dosyayê gelek zehmet be. Paşê jî Karataş bixwe mafê axaftinê girt û diyar kir ku dosyaya wî siyasî ye û helwesta dozger a li hemberî xwe qebûl nake.

Dadgehê runiştina dozê taloqî 3’ê Cotmehê kir.

BERTEKE SEGBÎS’Ê

Piştî Karataş jî daneşîna Dîlber Tanrikûlû hat dîtin. Ji ber ku hat xwestin bi rêya SEGBÎS’ê tevlî runiştina dozê bibe, Tanrikûlû tevlî runiştina dozê nebû. Dozger di mutalaaya xwe ya têkildarî Tanrikûlû de xwest ku Tanrikûlû cuda cuda 76 carana bi muebeta giran bê cezakirin û cuda cuda bi sedan sal ceza li bê birîn. Parêzerê Tanrikûlû diyar kir ku ne diyar e muwekîla wî tevlî kîjan çalakiyê bûye û neçare ku tespîta vê yekê kirin. Parêzer daxwaza dema zêde kir. Dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û runiştina dozê taloqî 21’ê Mijdarê kir.

Paşê jî rûniştina girtî Mazlûm Yaşa pêk hat. Yaşa bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû û ev tişt got: “Ez ji bo ku bibêjim bi rêya SEGBÎS’ê tevlî runiştina dozê nabim, hatim. Ez dixwazim ku parastina xwe li eywana dadgehê bikim.” Piştî van gotinên xwe Yaşa ji odeya SEGBÎS’ê veqetiya û li ser vê yekê şandeya dadgehê runiştina dozê taloqî 31’ê Cotmehê kir.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dayikên Aştiyê yên Mexmûr dawî li çalakiya xwe anî

Nivîsa Pêş

Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hate redkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serlêdan

Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hate redkirin

Kes dengê wan nabihîze!

Kes dengê wan nabihîze!

Manşet

  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.