Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Talankirina Heskîfê di rojeva medya Norwêc û Danîmarkayê de ye

Talankirina Heskîfê di rojeva medya Norwêc û Danîmarkayê de ye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/09/2019 - 9:37
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Talankirina Heskîfê di rojeva medya Norwêc û Danîmarkayê de ye
Talankirina Heskîfê di rojeva medya Norwêc û Danîmarkayê de ye
Talankirina Heskîfê di rojeva medya Norwêc û Danîmarkayê de ye
Talankirina Heskîfê di rojeva medya Norwêc û Danîmarkayê de ye
Talankirina Heskîfê di rojeva medya Norwêc û Danîmarkayê de ye
ParvekeTweet

STOCKHOLM – Li gel nerazîbûna gelê herêmê, partiyên siyasî û aktîvîstên hawirdorê jî Heskîf a dîrokî li ber talankirinê ye. Li Heskîfê herî dawî gor hatin rakirin. Piştî ku av li Bendava Ilisûyê kom bû wê bajarê kevnare bi temamî di nava avê de bimîne.

Medya Norwêc û Danîmarkayê pêvajoya binavkirina Heskîfê bi sernavên “Têkoşîna zehmet”, “Ji bo dîtina bajarê antîk şensê dawî” û “Tirkiye bajarê Kurdan di nava avê de dihêle” gihand raya giştî.

Yek ji rojnameyên rojane yên Norwêcê ‘ABC Nyheter’ der barê girîngiya Heskîfê ji bo mîrateya çanda dinyayê gotarek weşand.

Rojnamevan Sverre Bjorstad Graff diyar kir, Heskîf yek ji kevntirîn warê bicihbûnê yên dinyayê ye û li qiraxa Çemê Dîcleyê ku dergûşa şaristaniyê ye beriya 12 hezar salî hatiye avakirin.

‘HESKÎF WÊ BI TEMAMÎ BÊ TALANKIRIN’

Hate ragihandin, ku li vî bajarê antîk ê malovanî ji Bîzans, Ereb, Osmanî û gelek şaristanî û çandên cuda re kir, xwedî gelek şikeft, dêr, minare û gorên dîrokî ne.

Hate destnîşan kirin, Heskîfa ku heta niha karîbû xwe biparêze, piştî ku av li Bendava Ilisûyê kom bû wê bi temamî talan bibe.

Di gotarê de gotarên li The Guardian, Deutsche Welle, National Geographic hatin weşandin weke çavkanî hatin nîşandan û dewleta Tirk hate rexnekirin ku vî bajarê dîrokî tine dike.

Di gotarê de têkoşîna gelê herêmê, aktîvîstên hawirdorê û HDP’ê ya ji bo rizgarkirina Heskîfê hate bibîrxistin.

Di gotarê de bi çavkaniya The Guardian hate ragihandin ku dewleta Tirk heta 8’ê Cotmehê dem ji gelê herêmê re nas kiriye ku herêmê biterikînin û wê ji wê demê û pê ve nehêlin ku kes serdana bajarê antîk bike.

NRK: TÊKOŞÎNA ZEHMET A JI BO RIZGARKIRINA HESKÎFÊ

Radyo û televîzyona Norwêcê NRK’ê jî tinekirina Heskîfê bi sernavê “Têkoşîna zehmet” weşand.

Rojnamevan Gunnar Bratthammer çavdêriyên xwe yên li Heskîfê ragihand.

Di Nûçeya NRK’ê de hate ragihandin ku deverên arkeolojîk ên di nava avê de bimînin tenê 5 arkeologan kolandine.

Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku bendava tê çêkirin tenê 2 ji sedî yê pêwîstiya enerjiya Tirkiyeyê wê tedarik bike, salê 412 milyon dolar wê hatine jê çêbibe û hate gotin, “Bi giştî wê 85 gund di nava avê de bên hiştin û derdora 55 hezar mirov neçar bimînin ji malên xwe koç bikin. Her wiha wê 114 tehd di nava avê de bimînin. Rêxistinên hawirdorê diyar dikin ku bendava Ilisûyê wê zerarê li 100 hezar kesî bike.”

NRK’ê bi bîr xist ku Heskîf wê di 8’ê Cotmehê de bi temamî di nava ava bendava Ilisûyê de bimîne.

ARMANCÊN ENQEREYÊ YÊN LI PIŞT BENDAVÊ

Saziya medyayê ya Danîmarkayê Globalnyt û Information jî talankirina Heskîfê kir rojev.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku 190 gundên li derdora çemê Dîcleyê wê di nava avê de bên hiştin.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku Enqere bi vê yekê re hem wê zextê li Kurdan bike ku herêmê biterikînin, hem jî wê ava ber bi Iraqê ve diçe kêm bike.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku Koordînasyona Parastina Heskîfê bi piştgiriya rêxistinên civakî yên sivîl ji bo rizgarkirina Heskîfê têkoşîna xwe xurt kiriye.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kesên hêjayî xelata Çapemeniyê ya Mûsa Enter hatin dîtin diyar bûn

Nivîsa Pêş

Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket

Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket

Ji bo Fatmaya di 11 saliya xwe de hat qetilkirin serî li AÎHM’ê hat dayin

Ji bo Fatmaya di 11 saliya xwe de hat qetilkirin serî li AÎHM'ê hat dayin

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.