Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ’ê nasnameya şervana xwe Zîn Şoreş eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervana wan Zîn Şoreş di encama qezayê de şehîd bûye. YPJ'ê sersaxî da malbatê û gelê Kurdistanê û got ew ê alaya ku şehîdan daye wan bigihin serfiraziyê.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/08/2019 - 12:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
YPJ’ê nasnameya şervana xwe Zîn Şoreş eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Zîn Şoreş bi bîr anî û diyar kir, ew doz didin ku li ser rêya şehîdan bimeşin û sersaxî ji malbata Zin Şoreş û hemû malbatên şehîdan re xwest.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ya li ser şervana wan Zîn Şoreş wiha ye:

“Em di şexsê rêhevala xwe Zîn Şoreş û Bavê wê de, tevahî şehîdên azadiyê bi bîrtînin, Li hemberî ked û fedekariya malbatên me yên şehîd, soza domandina tekoşînê nû dikin. Ji malbata hevrê Zîn û gelê me re sersaxiyê dixwazin.

Bi destpê kirina şoreşa Rojava re, gelê me bi hezaran berdêl di oxira serxistina şoreşê de dan. Di serî de gelê me yê Serê kaniyê ku tevî şervanên xwe di sala 2013’an de li hemberî komên çete berxwedan, Ev berxwedaniya dîrokî piştre belavî her derê welat bû.

Malbata hevrêya me Zîn yek ji wan malbatan bû ji destpêka şoreşê de, di refên herî pêş yên tekoşînê de cihê xwe girtin. Kedkarê şoreşê, bavê hevala me zîn ji bo parastina welatê xwe çek hilda ser mile xwe û di çeperên cengê yên herî pêş de mil bi milê şervanan şerê hebûnê da meşandin û tevlê karwanên şehîdan bû.

Rêhevala me Zîn, li ser şopa Bav û xalê xwe, di sala 2013’an beşdarî nava refên YPJ’ê bû. Ji bo bibe şopdarek rast ya tekoşîna bavê xwe, çeka wî rakir û di şopa wî de berê xwe da nava refên tekoşînê. Rêheval Zîn di şerê Til Hemîs, Til Temir, Mebruka û pêngavên cuda de bi wêrekiyeke mezin cihê xwe girt. Bi ruxmê ku di nava şer de birîndar bûbû, lê rêhevala me Zîn ti carî ev birîndarî ji bo xwe nekire weke astengiyekê û di her kêliya jiyanê de li rex rêhevalên xwe her di refên pêşde bû.

Hevrêya me Zîn, di temenekî ciwan de berê xwe da nava refên tekoşînê. Kesayeta xwe bi nirxên şoreşê re ava kir. Bi fedekarî û rihê xwe yê ciwan, bû yek ji evîndara welatê xwe. Ji bo layîqî ked û nirxên malbata wê avakirî bibe, her tim di jiyanê de hewlda û têkoşiya. Rêheval Zîn herî dawî bi erka ajokariyê radibû. Di dîroka 21.08.2019’an de di encama qezayekê de şehîd bû. Em xemgîniya malbatê parve dikin û dibêjin emê her tim tekoşîneke layîqî xeta şehîdan bidin meşandin. Em weke rêheval û şopdarên wê careke din soza xwe ya li hemberî şehîdên azadiyê nû dikin û dibêjin heta em jiyaneke azad, diyarî gelê xwe nekin wê tekoşîna me berdewam bike.

Li ser vê esasê, em careke din ji malbata hêja û fedekar ya ku rêheval Zîn, mezin kirî re sersaxî dixwazin. Em soza xwe careke din dubare dikin, ku emê xeyalên şehîdan bicih bînin û pêşerojeke azad ji nivşên nû re ava bikin.

Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye;

Nasnav: Zîn Şoreş

Nav û Paşnav: Hêvîdar Beşar

Navê Dayikê: Fevziye

Navê Bav: Hemît

Cihê ji Dayikbunê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 21’ê Tebaxa 2019’an”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Kurd wesiyetnameya şerkerê mezin Nûrî Dêrsimî bicih tînin

Nivîsa Pêş

Berxwedana Amedê a li dijî darbeya qeyûm kete roja 6’an

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedana Amedê a li dijî darbeya qeyûm kete roja 6’an

Berxwedana Amedê a li dijî darbeya qeyûm kete roja 6'an

NPG’ê çalakiya Şirnexê ya Gerîlla pîroz kir

NPG'ê çalakiya Şirnexê ya Gerîlla pîroz kir

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.