Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Karayilan: “Qîrîna vî ciwanê me li kolanên Amedê bangeke ji bo hemû ciwanên Kurd e”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî û tinekirina leşkerî di çarçoveya konseptekê de tên kirin û got, "Bi şerê dijî Kurdan re dixwazin hilbijartineke pêşwext pêk bînin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/08/2019 - 10:56
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Karayilan: “Qîrîna vî ciwanê me li kolanên Amedê bangeke ji bo hemû ciwanên Kurd e”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beşdarî weşana radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên Arjîn Ferat.

Karayilan diyar kir, desteserkirina şaredariyan êrîşeke plankirî ya rejîma AKP-MHP-Ergenekon a li dijî îradeya gel e û got, “Xuya ye bi taybetî şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hilbijartine. Ev yek ne tenê binpêkirina exlaq, hiqûq û demokrasiyê ye. Di heman demê de binpêkirina şeref, rûmet û îradeya gelê Kurd e. Êrîşeke cidî ye, nîşan dide ku pêla êrîşê û şer a li dijî gelê me tê kirin wê hîn bêperwa bibe.”

KESÊN HERÎ MAQÛL ÊN SIYASETA KURD IN

Karayilan destnîşan kir, êrîş di şexsê HDP’ê de li dijî tevahiya Kurdan e û got, “Ji xwe her sê hevşaredarên ji wezîfeyê hatin dûrxistin di nava gelê Kurd de naskirî ne û her kesî temsîl dikin. Di nava Kurdan û siyaseta Kurd de kesên herî maqûl in. Lewma di şexsê hevşaredaran de êrîş li tevahiya civakê hatiye kirin. Êrîş li hebûn û heqîqeta gelê Kurd hatiye kirin.”

AQÛBETA XWE DIBÎNE

Karayilan ragihand, desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê ya faşîst hem li hundir, hem li derve, di mijarên aborî, siyasî, civakî de di nava krîzê de û got, “Herî dawî ketin nava Sûriyeyê. Li Xan Şêxûnê bi destûra Rûsyayê dewleta Sûriyeyê li leşkerên wan da û me bihîst ku li wê deverê ji wan hatiye kuştin. Vê yekê ji civakê re eşkere nakin, mîna ku hinekî sivîl mirine nîşan didin. Li wir jî xitimîne. Bi Rûsyayê piştrast bû, lê Rûsyayê derseke bi vî rengî da wan. Xwest bikeve nava Rojava, lê li wir jî xitimî. Dibîne ku rojên tarî li pêş wan e û ber bi têkçûnê ve diçin.”

JI BO NIXUMANDINA PIRSGIRÊKAN

Karayilan got, “Ji bo nixumandina vê krîzê, şerê li dijî Kurdan piştî hilbijartinê nû kirin. Nixumandina hemû pirsgirêkan û mayindekirina rejîma faşîst bi tinekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ve girê dane. Ji bo vê jî dixwaze civakê bîne hemberî hev, di nava civakê de hesasiyetan biafirîne, pêla şovenîzmê geş bike. Bi kuştina gelê Kurd, bi kuştina ciwanên Tirk li çiyayên Kurdistanê dixwaze vê bike.”

BI KONSEPTA NÛ YA ÊRÎŞÊ RE DIXWAZE HILBIJARTINA PÊŞWEXT BIKE

Karayilan destnîşan kir ku bi ihtimaleke mezin dixwazin di sala 2020’î de hilbijartineke pêşwext pêk bînin û got, “Bi vê atmosfer û rojevê hewl didin her kesî mijûl bike û bi vî rengî bi pêş ve biçin. Binerin ne tenê sê şaredariyên bajarên mezin ên Kurdistanê desteser kirin. Di heman şevê de yanî di şeva 19’ê Tîrmehê de li 29 bajaran operasyonên qirkirina siyasî kirin û nêzî 500 kes destgîr kirin. Her wiha heman şevê li dijî gerîla li sê bajaran (Colemêrg, Wan û Şirnex) operasyoneke ku bi ‘Kiran’ pênase dikirin dan destpêkirin. Sê planên cuda yên ji bo qirkirinê li sê qadên cuda kirin û di heman şevê de xistin meriyetê. Ev yek konsepteke, planeke. Di vê çarçoveyê de bi şerê dijî gelê Kurd re dixwazin hilbijartinên pêşwext pêk bînin. Bi dîtina min armanca wan ji vê yekê ew e ku hîn bêhtir xwînê bidin rijandin, civakê bînin hemberî hev, piştre jî xwe mîna rizgarkerên Tirkiyeyê nîşan bidin, hilbijartineke pêşwext pêk bînin û bi vî rengî li desthilatdariyê bimînin, rejîma xwe mayinde bikin.”

Karayilan destnîşan kir ku ev konsep di heman demê de li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye û diyar kir, eger ev yek neyê astengkirin, sibe wê şaredariyên Stenbolê û deverên din jî bên desteserkirin.

BI VÎ RENGÎ BERSIV DAN RÊBER APO

Karayilan hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi bîr xist û got, “Rêber Apo bibîrxistin û hişyariyên dîrokî kir û anî ziman ku ew ji çareseriyê re amade ye. Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedarên Kurd, desteserkirina şaredariyan û operasyonên leşkerî yên ji bo tinekirina gerîla ku di çarçoveya konseptekê de pêk hatin, bersiveke li banga Rêber Apo. Divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Wan şer tercîh kirin.”

DIVÊ GELÊ ME LI ÎRADEYA XWE BIBE XWEDÎ

Karayilan diyar kir, têkoşîna demokrasî û azadiyê ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ketiye serdemeke nû û got, “Di vê serdema nû de têkoşîna gerîla wê her hebe, lê belê ya ku divê derkeve pêş tevger û serhildanên gel e. Gelê me eger xwe di vê demê de bi rêxistin bike û li îradeya xwe bibe xwedî wê rengê pêvajoyê bi temamî biguhere. Xwedîderketina li hevşaredarên xwe ku temsîla îradeyê ye wezîfeyeke însanî, exlaqî û welatparêziyê ye. Her Kurd divê bêje ‘Ez li dijî desteserkirina îradeya min e, ez li dij im ku hevşaredarên min ji wezîfeyê dûr bixin û qeyûm tayîn bikin, li dijî desteserkirina mafê xwe me’. Daxwaza herî rewa ye ku mirov li dijî vê neheqiyê rawestin û li îradeya xwe bibin xwedî. Di vê mijarê de divê fedakarî bê kirin. Bêguman divê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li vê meseleyê bibin xwedî.

EV HEQARET DIVÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN

Gelê me divê bibe hêza pêşeng a vê têkoşînê; divê ev heqaret neyê qebûlkirin. Gelekî watedar e, ciwanê ku dijmin êrîşî wî kir got ‘Bijî Kurdistan, bimire koledarî’. Dirûşmeke berê ye, lê belê ji ber ku xwedî wateyeke mezin e îro jî derbasdar e. Qîrîna vî ciwanê me li kolanên Amedê bangeke ji bo hemû ciwanên Kurd e.” Karayilan destnîşan kir ku divê ciwanên Kurd hemû bersivê bidin vê bangê.

BÊDENGÎ HEVKARIYA JI ZILMÊ RE YE

Karayilan got, “Di vê demê de du tişt girîng in; rêxistinî û çalakî. Bêdengiya di vê demê de bêwijdanî ne. Her Kurd, her kesên li Tirkiyeyê daxwaza demokrasiyê dikin, divê dengê xwe li dijî vê neheqiyê bilind bikin. Bêdengî hevkariya bi vê zilmê re ye. Hevkariya bi zilmê re sûc e. Lewma divê berxwedan hebe. Divê bi rengekî girseyî dakevin qadan, pêşengî ji rêxistiniya girseyî re bê kirin. Jin û ciwanên Kurd di vê dema dîrokî û girîng de divê bi rola pêşengiyê tevbigerin.”

GOTINÊN BARZANÎ GIRÎNG IN

Karayilan gotinên Mesûd Barzanî yên li Belakatî bi bîr xist û got, “Em gotinên Kak Mesûd Barzanî girîng dibînin, hêja ne. Di demeke wiha de ku dijmin li pey lîstikane, dixwaze di navbera hêzên Kurdan de pirsgirêk û krîzan biafirîne, gotinên Birêz Kak Mesûd Barzanî girîng in. Em jî tevlî gotinên wî dibin û silav dikin. Em hêvî dikin ku ev gotin tenê bi gotinê nemîne, metirsiyên heyî asteng bikin û gavên pratîkî li gorî wê bên avêtin. Di vê çarçoveyê de bangên me û bangên Kak Mesûd tansiyona heyî kêm kir û divê gavên pratîkî jî bên avêtin ku gotinên tên gotin pêk werin. Niha di pratîkê de gavek nehatiye avêtin, lê em bi hêvî ne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Di dîroka nêz de ‘Dagirkerî û Xiyanet’ a PDK’ê – 5

Nivîsa Pêş

HPG’ê Hêlîn Helena ya li Zapê şehîd bû bi bîr anî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê Hêlîn Helena ya li Zapê şehîd bû bi bîr anî

HPG'ê Hêlîn Helena ya li Zapê şehîd bû bi bîr anî

Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.