Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

NIRXANDIN – Azadiya Jinê Azadiya Cîhanê Ye -1

Çawa dibe ku hûn hema ba­werî bi van şexsiyetan tînin û têkilî çê­dikin? Divê di vir de tekoşînekî me yê bihêz heb e. Jinê hem di warê hêjmarî de tevlî partî kirin hem jî prensîban û dîsa hîmên rêxistinê danîna holê girînge.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/08/2019 - 0:01
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jineolojî, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 14 mins read
A A
NIRXANDIN – Azadiya Jinê Azadiya Cîhanê Ye -1
ParvekeTweet

RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN

 Xwezayîbûna mirovane hîn di berê de ango kevn de hatiye çewisandin, biyanîkirin û her wiha veguherandina li gora berjewendiyên xwe tê jiyîn. Hindek têkilî weke pênase nêzî azadiyên e. Lê kesayetên wisan nînin. Miro­vên Efrîqî zêdetir nêzîkê şêwazê têkiliyên xwe­zayîn e. Lê em ji dîrokê baş dizanin ku ev xwezayîbûn piştî demek pir kurt û şûnde ça­wa vegeriyaye desthilatdariyekî û asta mil­kiyetê û her wiha veguherandineke çawa jiya ye.

Di rastiya civaka roja me de, di pî­va­nên kesayetêde xwezayîbûnî zêde bi ban­dor nîne û ji cewherê xwe vala bûy e. Li dew­sa wî têkiliyên hema hema ji her tay­bet­men­diyekî wî bêhna civaka çînî tê û bi vî awayî jî seqetî mijara gotinê ye. Ji ber vê çen­dê ancax dema bi azadiyê re bibe yek xwe­­zayîbûna mirov dikare wateyek îfade bi­ke. Ev jî, ne xwezayîbûnekî di wateya ho­­vîtiyêde, xwezayîtiyekî pêşketi ye. Di vê wa­­teyê de em dikarin xwezayîbûna sos­ya­lîz­mê, bi bihûrandina rêgezên civaka çînî daye pêşxistin û bi kesayeteke azad û pêş­ke­tî ve kirina yek re bi nirxînin. Kesayeta sosyalîst, kesayeteke ku taybetmendiyên xwezayî yên civaka çînî perçiqandî ji nû ve qezenc kiriye ye; lê ne mîna mirovên kevneperest, mîna mirovên pêşketî jiyan kirina vê ye.

Têkiliya dinavbera xweza­yî­bûn û azadiya sosyalîst de dikarin wi­sa ava bi­kin. Ji xeynî vê ez gengaz na­bînim ku mirov di çerçeva civaka çînî de xwe­zayî nêzîk bibin. Teqez li ser bingeha ban­dorên per­galê de dikevin nava nê­zî­katiyên wisan. Hi­nek kes di bin navê nê­zî­ka­tiyên xwezayî de çi qasî xwe pêşkêşê pi­yasayê bikin bila bikin, dê nikaribin ji xey­nî qirêjiyên kapîtalîzma emperyalîst û qi­rêj kirina van peyvan yan jî reklama wan kirinê wêdetir, bi­bin xwedî wateyekê. Xwe­za­yîbûna heyî ango mewcût reklam e.

Em baş dizanin ku dinava şêwazê jiyana ka­pî­ta­lîst-emperyalîst de reklamgerî çi qas pêşketi ye. Xwe­za­yî­bû­nê pir îstîsmar dikin. Dixwa­zin xwezayî­bû­ne­kî tine, weke pir pêş­ketiye bi­din nîşan­dan. Halbiki di vê mijarê de di­rû­ti­yeke tam mi­jara gotinê hey e. Hişke, pî­va­nên wê di xiz­meta mil­kiye­tê­de­ye û li ser bin­geha kuş­ti­na xwezayê ye. Azadbûna şo­reş­gertiyê di­ka­re bigihije xwezayîbûn ê. Di vê navberê de têkiliya xwezayî, eleqeya xwe­zayî û bi xwe­zayê re aşitiyane jiyan ki­rin, ancax de­ma mirov bi xwezaya xwere di­­nava aşitiyê de­be dikare gengaz bibe. Di vir de ji fera­se­ta mal û milk dûrketin û bi le­za îfadekirina xwe bi awayeke azad di za­yen­dîtiyê de jî, dika­rin bigihijin xwe­za­yî­bû­ne­kî diyar û as­te­kî em behs dikin dibêjin, tê­kiliyên azad û xwe­zayî.

Di vê wateyê de li dew­sa dirûtiya di têkiliyan de, çewsînerî û şaş bikaranînê, di xwezaya mirov de weke heyî­neke xwe­za­yî, lê di şertên civakê ya azad de bi ji nû de afi­randinê re, di vê mija­rê de zêdetir bi awa­yeke xwezayî dikarin mu­naqeşe bikin. Di vê wa­teyê­de dê, za­yen­dî­tî (cinsellik) ji koleti­yê rizgar bibe û azad bi­be. Bi rastî jî ev pirs­­­girêk pir zêde pê­wîs­ti­ya xwe bi tekoşîna şo­­reş­gerî û hewldanan he­ye. Ji dervey vê bi xwe­zayîbûnê gerandin xwe xapandine, ev jî ke­­sayetê dibe dirûtiyê û dinava sînorên per­ga­la heyîde, dibe xwe xa­pandina kesayet ê. Ev guftugo, bi taybet tam wek ku heyî der­ba­sê romanan nabe. Ev guf­tugo, dema ke­sa­ye­tên romanan digrin dest, ji pirsên divê xwe bispêrin kîjan teh­lî­lan û pênaseyan re zelalbûnê bîne, tên kirin. Em binesaziya nê­zî­katiyek çawa ji têgînên bin­gehîn re, ji kesayetên bingehîn re ava­di­kin.

Em çiqasî ev nêzîkatiya azadiyê di partî de bi bandor bikin, dê ên ku koletiyê jî, bi zi­ravî ferz bikin hebin, heta dê pevçûnên me­zin jî bidomin. Ji ber ku kesayetek xwe­di­yê pir meylan ji bo lewaziyên xwe, dest­hi­lat­da­ri­ya xwe, awantajên têkiliyan û hêza par­tiyê bi­de bikaranîn, dikarin her cûre qur­na­zî û çe­wsandinê bikin. Ew tiştên ku ez di­dim we ji bona ku hûn ji bo başiya partî bi en­cam bi­kine didim.

Di meşa azadiyê de cî û şêwazê jin, digihije ve­kirîbûnekî. Bi kurtahî dê li ser bingeha van tehlîlan meş ber bi paşerojêve çêbibe. Em dikarin bidin xuyakirin ku dê ev tehlîl jê­dertî ji wêjeyek re bike, ji bo vê mijarê jî, ge­lek agahi hatiye dayîn, heta çerçeva wê jî, ha­­tiye xêz kirin û dikare ji viya şûnde wê bi­be riyên çareseri yê. Em hewl didin ku vi­ya bînin astekî wisan sexlem ku neyê red ki­rin û çelexwarkirin.

Ji ber ku hindek şexs pir zêde bi vê mijarê lîstin. Li dewsa ku bi he­valên mêr re guncavê rihê van tehlîlan ye­kî­tiya jiyaneke azad û tekoşînê esas big­rin, ên ku rêyên vala derxistinê ferz kirin jî, kêm ne­bûn û ev hîna jî, pir zêde heye. Ji lew­ma, em çiqasî çerçevê sexlem bidin rû­niş­kandin û şêwaza wê deynin holê, dê des­t­kef­tî jî, ew­qas mezin bin.

Rewşa hev ne qebûl kirina jin, îfadeya koletiyê ye. Gelekî xwe birêxistin nekiriye çi­qas koleye, weke zayenda xwe birêxistin ne­kiriye jin jî, ew qas kole ye. Ger hûn ne­çin rêxistinbûnê, hûn dê nikaribin têbikoşin. Weke zayend (cins) pirsgirêkên hevbeş ne­dî­­tin, di wê mijarê de neçûyîna şiyarbûnekî, ji lewma jî neçûyîna rêxistinbûnê û her timî bez berbi hakimiyeta mêr ve, jiyankirina ko­le­tiyê ye. Sedema şêwaza jiyana we her timî ber­bi bêhêziyê û pêvekbûnêve (bağimlilik) dibe, ji qîmet nedayîna rastiya xwe û nas­na­me­ya xwe ye.

Artêşbûna jin di vê wateyêde bi gelemperî îfadeya rêxistinebûneke.Hîn zê­de­tirîn pirsgirêkan dîtin, gihiştina azadiyê ku ji xwe armanca herkesêye, pêşdîtina gi­hiş­tina wê, ji bo wê xebat kirin û vegotina rew­şa hêza wê ya rêxisti ye. Divê ji niyeta aza­diya yên ku pêwîstî bi viya nabînin gu­man were kirin. Di çareserkirina pirsgirêkên xwe yên azadiyêde hûn bi serê xwe nikarin ti tiştekî bikin; ne gengaze ku bi serê xwe gi­hiştina azadiyê çêbibe. Nebûna fer­man­da­rên jin, dide nîşandan ku şerê wekhevî û aza­diyê bi desthilatdariya mêr dimeşe û nî­şa­neya ne tam azadbûna jin e. Ji ber vê çen­dê me da xuyakirin ku divê artêşbûna jin wek amûrekî îspatkirina azadiyê were tê­gi­hiştin. cinseke xwe birêve nebe, cinseke ko­le­ye, çîneke xwe birêve nebe çîneke koleye û her wiha netewek xwe birêve nebe, ne­te­we­ke koleye. Ango dê ev qas jin hebe, bes dê yên didin meşandin hindek din bin. Eş­ke­re­ye ku di vir de bêhevsengiyek û ne­wek­he­viyek heye.

Ev, dide nîşandan ku gihiş­ti­na azadî û wekheviyê hêja pêşneketiye. Em ji ber vê çendê destnîşan dikin ku pêwîste hem jin xwe bi artêş bike û birêve bibe, hem jî bi mêran re bi şêweya yekîneyên wekhevî û azadiyê xwe bide meşandin. Riya herî gun­cav a derketina fermandarên jin jî, ev e. Ji lewma hindek nirx dayîna artêşê, amûra der­xistina hêza wê ya rast e. Hûn dê hêza xwe bizanibin. Bi hindek din ve ne hatina gi­rêdan dê we zêdetir teşwîqê têgihiştinê bike û wesfên we derbixîne holê. Artêş bû­ne­ke dispêre desthilatdariya mêr, li gel xwe ne­wekheviyek û pêvekbûneke mîsoger tîne; ev mîsogere ku derfet nade nêzîkatiyeke a­zad.

Ev weke çareseriyeke bi bandor a cara ye­keme ku em li pêş dibînin û ji bo di azadiyê de em gaveke din li pêş biavêjin mi­jareke herî zêde di ber de ked were xerç kirinê di nirxînin. Me danî holê ka bê rast nê­zîkatî ji şerê azadiyê re çi qas girîng e. A ku nikare li ser îradeya xwe serwerbe, dê di en­cam de bikeve rewşekî pênc qirûşan. Ên ku hêza xwe ji lewaziyên hindek din digrin, dê teqez rojekî xwe bidin dest. Ango di vir de rastî nayên nixûmandin û zû-dereng çi­qa­sî nirxekî azadiyê îfade dike, dê deyne ho­lê.

Ez dibêjim cinsê xwe biparêzin, lê li dewsa ke­tina rewşeke pir xirap, mîna rahîbeyek bûn, ji bo rizgariya cinsê xwe wekî mi­lî­ta­nek şer kirin a herî hêja ye. Li dewsa hûn bi­bin belayeke wisan a mêr û kelemek, bû­yî­na jineke milîtan a egîd herhal divê kareke he­rî xweşîk a cîhanê be. Azadî ji bo gelê me çiqasî bi nirxbe, di şêwazeke rast de ji bo cinsê jin jî, wisaye, heta ji bo jin hîn zêdetir pêwîst e. Ev di heman demê de xweşîkbûn, egîdî û serketine. Hûn dê çima viya ne­xwa­zin? Di vê mijarê de têgihiştineke we ya teng ango ziwa he ye. Divê hûn vê tê­gi­hiş­ti­na xwe ya teng derbas bikin. Ji ber ku ti tiş­te­kî nade we.

Çima zanistiya cinsî, rêxistina cins ne be? Ev ji artêşê cudaye, ez nabêjim di­nava artêşê de artêşek be. Hîmên rê­xis­ti­nê, hîmên artêşê, hîmên şer bi giştî ji bo her­kesê derbasdar e. Lê ji bo artêşbûn û par­tî­bûna we rêxistinkirina xweser a azadiya cin­se xwe, bîzat rêxistinkirina kesayetên xwe û zanistiya xwe jî, pêwîste. Jineke paş­ve­rû, a negihiştiye azweriya cinsê xwe ya ji bo azadiyê û negihiştiye îradeya wê, nikare bi­be endamek baş a artêşê.

Ger di nav we de ya bixwe bawer hebe, di rê­xistinkirina rizgariya jin de neçare ku na­zik ango hesas be. Bi taybet hûn neçarin ku ke­çên ciwan, jinên nezan, jinên kole teqez pêş­bixînin. Divê em azadiyê bi wan bidin nas­kirin. Ev jî, ji mêran, ji mêrên rêveber zê­detir wezîfeya şervanên jinên azad e. Di­vê hûn bixwe parastina azadî û kesayeta xwe bikin. Ên herî nêzîkê we jî bin, evîna we jî be, eşkereyeku dê we, ne parêz e. Ev, dikarin di rojek de xiyanetê bikin. Pîvanên wan nîne, hêj ne gihiştine têgihiştina azadî û girê­daniyeke rast.

Çawa dibe ku hûn hema ba­werî bi van şexsiyetan tînin û têkilî çê­dikin? Divê di vir de tekoşînekî me yê bihêz heb e. Jinê hem di warê hêjmarî de tevlî partî kirin hem jî prensîban û dîsa hîmên rêxistinê danîna holê girînge. Xwe li ser wê bingehê bistirin ango bipijin û amade bikin. Bila têkiliya we bi mêran re jî hebe, bes bila têkiliyeke rêzdar be.

Hûn tekoşîna azadiyê sivik dest digrin. Lê çekên ku ji were hatine dayîn binirxin. Ev ji bo hûn nasnameya xwe bibînine. Wisan birê­xistî bibin da ku kes nikaribe we bi per­çi­qîne. Bila pîvanên we yên xweşîkbûnê he­b e. Di mêr de li pîvanên egîdiyê, pîvanên wekheviyê bigerin. Mêrê ku tenê bispêre hê­za xweya rêveberiyê û bixwaze we bi­kar­bî­ne, ew dijmin e. Heta ku nebin şervanên azadiyê ya wisan di biriqin, herwiha heta ku hûn nebin xwediyê kesayetekî ku xwe di her aliyekî de dibîne, ji we hezkirin rast nabe.

Nê­zîkatiya zayendî ya çors xetere û ew jî na­yê pejirandin. Pîvana ku Rêbertî bi ge­lem­perî dişopîne, eve. Ji bo jin pîvanên Rê­ber­tiyê pîvanên rizgariyê ne. We viya cidî ne­girt. Ger ez jî bim, pêşketinên we yên aza­diyê asteng dikim, hûn dê helwest pêş­bixînin. Rêbertî di vê mijarê de kedek xerç ki­riye. Çi bi riya dahûrandinan be, çi jî bi ri­ya pêkanînan be, birastî jî tekoşîneke bi ban­dor me daniye holê. Rê nîşankere, hiş­yar­ker e. We berbi hêzeke ku diyarkirina ça­renûsa xweve, daxwazên xwe anîna zi­man ve û jiyanê xistina bin biryar ve dibe. Hûn dê van derfetan binirxînin. Hûn dê fer­send ji jin û mêrê ku dixwaze bi we bilîze re ne­din.

Wê bidome…..

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 22’Ê TEBAXÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîlla: Suîkast û Jin!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîlla: Suîkast û Jin!

Ji Pênûsa Gerîlla: Suîkast û Jin!

Ciwanên Kurd li Gara Navendî ya Bielefeld’ê çalakî li dar xistin

ANALÎZ - Di dîroka nêz de ‘Dagirkerî û Xiyanet’ a PDK’ê - 5

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.