Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîlla: Ziman Giyanê Civakê

"Di dîroka mirovahiyê de her însanekî dema ku tê ser rûyê dinyayê, bi henek tiştên bingehîn mîna mirovan tê naskirin. Tişta herî bingehîn ji van tiştan jî, ziman e."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/08/2019 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîlla: Ziman Giyanê Civakê
ParvekeTweet

Hamid Dêrik

“Di dîroka mirovahiyê de her însanekî dema ku tê ser rûyê dinyayê, bi henek tiştên bingehîn mîna mirovan tê naskirin. Tişta herî bingehîn ji van tiştan jî, ziman e.

Ji ber ku mirov bê av û bê xwarin dikare heyanî astekî jiyan bike. Lê bê ziman nikare jiyan bike. Ji ber ku ziman hebûn, vîn û nasnameya mirovane û ancax mirov dikare bi riya zimanê xwe, bi derdoran re bikeve nava danûstandinê de. Mirovê bê ziman jî, mîna dara bê pelçem, an jî teyrê bê bask û gula bê reng û bên e.

Lê dema ku ev yek ji bona gelekî mîna gelê Kurd tê ser ziman, mesele gelekî ji vê yekê cudaye. Ango dema ku zimanê netewekî û gelekî kevnar û xwediyê vê xakê were qedaxekirin, ev di serî de şerma mirovahiyê ye. Lê dema ku em vegerin ser pergalên serdestî kurdistanê, emê hîn bêtir vê rastiyê bibînin û dirûtiya heyî nasbikin. Ji ber ku dema behis dibe behsa demuqrasiyê û mafê mirovan, di serî de hikûmetin mîna Sûriya û Tirkiya û hemû dewletên desthilatiyê li ser Kurdistanê dikin, xwe nimûne didin ji bona rojhilata navîn û cîhanê. Lê dema ku tu çavdêriya vê yekê di warê jiyanê de temaşedike, gotin û kiryarê wan û dirûtiya wan mîna eînikê xuya dike.

Ji ber her tiştê ku ew dimeşînin di serî de xizmetê pergala wan ya dirû û qelb dike. Ew siyaseta ku her tiştî ji bona domandina deshilatiya xwe serbest dibînin û mîna ejdeha û extebûtan her tim giyanê mirovan bê hesab û kîtab distînin.

Ji milekî din ve dema ku em berê xwe didina cîhanê, di hindirê her welatekî de bi dehê zimanan pê tê axiftin, lê kes li wan welatan na bêje ku ziman yekîtiya welat û gel parçe dike, berovajî vê yekê ew dewlet vê yekê ji bona xwe mîna zengîntiyekî dibînin. Lê dema ku mesele tê ser gelê Kurd û zimanê wî, hemû xalên demuqrasiyê û azadiyê yê ku Erdoxan, Ebduleh Gul û dewleta Tirkan behsa wê dikin li ber bayê diçe û kes lê xwedî dernakeve. Ji ber ku gotin xweşe, lê kirin zore û ya ku tê meşandin li ber çavê her kesî, dirûtî ye û xapandina gelê Kurd bi riya telfizyonên mîna TRT6 û yê mîna wê ne. Ew qenalên ku di wan de bi zimanê Kurdî pesnê pargala dewletê tê kirin û amaca wê berovajîkirina çand, kultur û zimanê gelê Kurd e.

Ji bona vê yekê gelê Kurd îro gihiştî ye astekî, ku her rûyên nepenî yê dewleta Tirkan ji dinyayê re kifiş kirî ye û êdî baweriya xwe bi hîle û derewên Erdoxan nayî ne. Ji vir û şûn de, em dikarin bibêjin ku gelê Kurd, êdî gihiştiye astekî ku pêşeroja xwe bi xwe tesbît bike û xwe bi hêviya hikûmetê ve nahêle. Ji ber ku mîna pêşiyên me gotî” dema ku mirov serê xwe nexwerîne kes serê mirov naxwerîne.” Ji ber vê yekê geleke gelê Kurd li her derî li ziman û çanda xwe xwedî derkeve û ji her rengên serdestî û heqareta ku li ser nirx û dîroka wî têne kirin bibêje; “ êdî bes e.”

Li ser vî bingehî û di her warê jiyanê de pêwîst e gelê Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û bi can, mal û xwîna xwe li beramberî vê asimlasiyona ku tê maşandin, bi hemû hêza xwe li ber xwe bide û têbikoşe. Di seî de ji bona ziman û nasnameya xwe li pêşiya hemû mafên jiyanî tê û mîna mafekî hiqûqî tê naskirin. Ji bona vê yekê, di serî de bangewaziya min ji bona jin û ciwanê Kurdan ew e, ku li zimanê xwe xwedî derkevin û ji dijmin re nebin alet. Ji ber ku wê demekî wer e û wê dîrok ji me hemûyan hesab bixwaz e. Lewra ji bona vê yekê û ji bona ku em ji neha ve nebin deyndarê dîroka xwe. Geleke em bi zimanê xwe re mîan av û masî û mîan neynok û goşt girêdayîbin û heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ziman, çanda, nasname û rometa xwe xwedî derkevin û ji gel û civaka xwe re bibin rêzan û pêşengên civaka demokratîk.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Ji Pirsa “Çawa Bijîn’’ re Bersiva Rast Roman e

Nivîsa Pêş

Li Hesekê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yê amadekariya qetlîamê dikirin operasyonek pêk hat

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Hesekê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yê amadekariya qetlîamê dikirin operasyonek pêk hat

Li Hesekê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yê amadekariya qetlîamê dikirin operasyonek pêk hat

YPJ: Jinên Şengalê bi rêxistinkirinê komkujî têk birin

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.