Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK’ê salvegera ‘Şoreşa Rojava’ pîroz kir

Komîteya Rêveber a PKK'ê salvegera heftan a Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir, "Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi serketina vê Şoreşa Azadiyê serbilind e."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/07/2019 - 11:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
PKK’ê salvegera ‘Şoreşa Rojava’ pîroz kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê salvegera 7’an a Şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê dest pê kir pîroz kir. Komîteyê bi vê armancê peyamek weşand. Peyam wiha ye:

“Şoreşa Azadiyê ya 19’ê Tîrmehê ku di sedsala 21’ê de mîna stêrkeke azadiyê şewq dide, di salvegera heftan de ye. Ji ber ku gaveke mezin a şoreşgerî avêtin û paşeroja gelan û mirovahiyê ronî kirin em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin û ciwanên wan, hemû hêzên azadiyê yên xwe di nava YPG, YPJ û QSD’ê de bi rêxistin kirine, gelên tevahiya Kurdistanê bi taybetî Rojava, mirovahiya azad, koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê û her kesên keda xwe di vê gava şoreşgerî de heye pîroz dikin, ji ber serketina wan a dîrokî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst em wan silav dikin û serketina şoreşgerî ji wan re hêvî dikin. Şehîdên leheng ên ku afirînerên vê çalakiya şoreşgerî ya dîrokî ne di şexsê Şehîd Şîlan, Xebat, Arîn, Gelhat, Rûbar, Karker û Avesta de bi rêz û minet bi bîr tînin. Em pê piştrast in ku bîranîna wan wê li Sûriyeya demokratîk û Kurdistana azad her hebe.

Weke ku tê zanîn Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya 19’ê Tîrmehê şoreşa mirovahiya azad, şoreşa jinê ya azad, şoreşa rizgariyê ya bindestan, şoreşa biratiyê ya gelan, şoreşa demokratîk a hêzên antî faşîst bû. Di nava heft salan de li dijî çeteyên faşîst ên DAÎŞ û El Qaîdeyê bi rengekî bê eman di nava şer de xwe parast û bi pêş ve bir. Bi vî rengî bû pêşeng ji Sûriyeya demokratîk û demokrasiya Ereb re, her wiha bû garantiya serketina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê. Ji destpêkê ve xeta azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardarî pêk anî. Em pê piştrast in ku wê vê karaktera xwe di sala heyştan a şoreşê de bidomîne û li dijî her şêwe êrîşên faşîst qirker-mêtinger, di çarçoveya parastina topyekûn a gel de wê bi biryardarî neteweya demokratîk biafirîne.

Weke ku tê zanîn, hêza bi navê DAÎŞ’ê ne hêzeke welê demkî ye. Nîşaneya siyaset, îdeolojî û zîhniyeta netewe-dewlet a faşîst qirker e ku di nva Şerê Yekemîn ê Dinyayê de li nava Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ya Rêveberiya Osmaniyan ava bû. Lewma Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava nîşan dan ku li aliyekî siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker a bi temsîliyeta DAÎŞ’ê heye, li aliyê din jî siyaset û zîhniyeta antîfaşîst a demokratîk heye ku her kes xwe di nav de bi rengekî azad bi rêxistin dikin. Ji ber vê yekê DAÎŞ a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çû, têkçûna siyaset û zîhniyeta faşîst, qirker û mêtinger e. Ya ku niha gefê li Rojava dixwe ev siyaset û zîhniyeta DAÎŞ’ê ya têkçûyî ye. Hêzên azadîparêz û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeye çawa ku li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dan wê li dijî heman siyaset û zîhniyetê, li dijî van hêzan bi taybetî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê sekneke helwesteke xurt nîşan bidin.

Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi serketina vê Şoreşa Azadiyê serbilind e. Ti carî ji bîr nake ku ev yek bi xeta Rêbertî, bi fedakarî û wêrekiya şehîdên leheng, bi hêza jin û ciwanan, bindest û gelan pêk hatiye. Di vê çarçoveyê de di sala heyştan de ji bo parastin û pêşvebirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava wê hêza xwe seferber bike. Em pê piştrast in ku sala heyştan wê bibe saleke welê ku gavên xurtir û şoreşger rêxistinî bên avêtin û serketinên mezin bên afirandin.

Em sala heyştan a Şoreşa Azadiyê ya 19’ê Tîrmehê silav dikin, li gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin, şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, serketinê ji Hêzên Rizgariya Efrînê re dixwazin û dibêjin ku ev şoreşa mezin a ku mîna stêrkeka azadiyê şewq dide wê rêya meşa azadiyê ya dîrokî ya mirovahiyê her tim ronî bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Welatiyên Mexmûrê êrîşên dagirker protesto kirin

Nivîsa Pêş

YPJ’ê salverga Şoreşê pîroz kir: Şoreş bi berdêlên giran hate parastin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YPJ’ê salverga Şoreşê pîroz kir: Şoreş bi berdêlên giran hate parastin

YPJ'ê salverga Şoreşê pîroz kir: Şoreş bi berdêlên giran hate parastin

Ciwanên Helebê bi meşeke meşaleyî Şoreşa 19’ê Tîrmehê hate silav kirin

Ciwanên Helebê bi meşeke meşaleyî Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate silav kirin

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.