Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Te xwar!’

nav kurdan de ev gotin ji bo kesên ku zilm û neheqiyê dikin û dema li hemberî kesên qels û lawaz têk biçin ji wan serdestan re dibêjin ‘te xwar’. Ev gotin hezaran caran ji bo AKP’ê derbasdar e.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/06/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Te xwar!’
ParvekeTweet

“Di hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê de tifaqa AKP-MHP’ê têk çû û bêguman bandora vê têkçûnê dê di rojên pêş de bêtir xwe nîşan bide. Têkildarî hilbijartinên li Stenbolê gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Ev têkçûna AKP û MHP’ê di medyaya civakî de berfirehî cih girt û hinek kurdan gotin; ‘Te xwar’?

Di nav kurdan de ev gotin ji bo kesên ku zilm û neheqiyê dikin û dema li hemberî kesên qels û lawaz têk biçin ji wan serdestan re dibêjin ‘te xwar’. Ev gotin hezaran caran ji bo AKP’ê derbasdar e.

Kî çi dibêje bila bibêje di hilbijartinên Stenbolê de ên bi ser ketin Îmamoglu, CHP û Tifaqa Millet nîne û ên ku bi wan dan qezenckirin û bi ser ketin tifaqa demokratîk a gelan ku kurdan ji vê tifaqê re pêşengî dikir. Bêguman kurdan bi AKP û Erdogan dan windakirin û kesên vê rastiyê nebînin û berovajî bikin bêîman in. Rastiyek pir mezin derket holê ku bêyî kurdan tu hêz nikare bi ser bikeve. Ên ku heqîqeta gelê kurd nebînin û zilmê li kurdan bikin neçarî têkçûnê ne.

Tevgera Azadiya Gelê Kurd ne tenê di vê hilbijartinê de ev çend sal in ji bo têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê têdikoşe û berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Pêwîst e mirov vê têkçûna AKP’ê tenê wekî encama hilbijartinekê negire dest û ev encama têkoşîna tifaqa demokrasiyê ya çend salên dawîn e.

Faşîzma AKP-MHP’ê baş dizanin ku heta Tevgera Azadiya Gelê Kurd têk neçe dê nekaribin pergala xwe saz bikin. Ji bo têkçûn û tasfiyekirina tevgera azadiyê di warê leşlerî, siyasî û aborî de hemû derfetên xwe bi kar anîn. Di hilibijartinan de argûmana wan a herî mezin Qendîl, Şengal û Efrîn bû û dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan bi awayekî aşkera anîn ziman.

Dîtin ku ji ber van argûmanan di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de têkçûn, di propagandayên hilbijartina şaredariya Stenbolê de argûmanên xwe guherandin, behsa kurd û Kurdistanê kirin. Her wiha xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî amûrekê bi kar bînin. Birêz Ocalan di nameya xwe de nêzîkatî û helwestekek stratejîk nîşan da û dîsa behsa girîngiya çareseriya demokratîk kir. Lê wan xwest vê mijara girîng û jiyanî wekî mijareke rojane bigirin dest û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê nekaribun Tevgera Gelê Kurd û gel bixapînin û baş fêmkirin ku Rêberê Gelê Kurd di vê nameya xwe de behsa çi dike.

Hilbijartina Stenbolê ne tenê hilbijartinek e. Vê hilbijartinê têkoşîn û nakokiyên navbera blokan û helwesta hêzên navneteweyî raxist ber çavan. Piştî vê hilbijartinê dewlet û hêzên siyasî ji niha ve ketine qeyraneke siyasî û ji vê qeyranê çi derkeve hêj ne diyar e. Lê tiştekî diyar bûye heye ku tu hêz û kes nikare bêyî kurdan planan bike û gavan biavêje.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Ercan Sezgîn

Parve Bikin10TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 26’Ê HEZÎRANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Li dijî bloka faşîzmê Gelê Kurd rolek girîng lîst

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Li dijî bloka faşîzmê Gelê Kurd rolek girîng lîst

ANALÎZ - Li dijî bloka faşîzmê Gelê Kurd rolek girîng lîst

TAYBET – Endama Koordînasyona Ciwanên Kurd Seal Hiso: ‘Bi yekîtiyê wê êrîşên dagirker têk biçin’

TAYBET - Endama Koordînasyona Ciwanên Kurd Seal Hiso: 'Bi yekîtiyê wê êrîşên dagirker têk biçin'

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.