Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîlla: Ez Ber Bi Serkeftinê Ve Dimeşim

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/06/2019 - 0:01
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîlla: Ez Ber Bi Serkeftinê Ve Dimeşim
ParvekeTweet

Navê min Arjîn Baz e. Sala 2014 an li Sêrt’ê tevlî nava refên gerîla bûm. Naskirina min a bi heval Şiyar re sala 2016 an de beriya çalaki bike çêbû. Agahiya me nîn bû ku wê heval Şiyar çalakiya fedaî bike. Pêvajoya civînê bû. Tevî ku ditîna me a yekemîn bu jî min hîs kir ku heval Şiyar ji bo çalakiya fedaî hatiye.

Ji hevalên rêveberiyê min pirs kir; “heval Şiyar ji bo çalakiya fedaî hatiye?” ji bo fêhmkirina min heval şaş man lê belê dîsa jî parvenekirin. Piştre, dema em li gel hev man min fêhm kir ku ev hîsê min rastin. Dibê ku min destpêkê tenê weke hîs girt dest, lê bêle dema em bi hevre çûn çend goreva û min li tevlîbûyîna wî a jiyanê, fedekartiya wî, girêdanbuyîna wî ya bi hevaltiyê re mêzedikir wî demî min fêhm kir ku, xwe bi giştî daye vê jiyanê. Dibe ku fermî nehat ragihandin, lê belê me mîsoger kiribû. Heval Şiyar hevalekî pir kevin nînbû, lê belê di birdoziya Serokatî de ewqas xwe kûr kiribû me her tim dixwest  pê re nîqaş bikin. Me di got; “di demekî ewqas kin de çawa xwe wisa kûr kiriye?” Di jiyanê de keda wî her tim li pêş bû. Piştre di amadekariyên çalakiyê de em hîn bûn ku heval Şiyar ji bo çalakiya fedaî hatiye. Em jî tevlî amadekariyên heval Şiyar ê çalakiyê bûn. Tevlîbûyîna wî a jiyanê, hezkirina wî a li hember hevalên xwe pir cûda bû. Dema me erebe amade dikir jî heval Şiyar hemû ziraviyên wê bi xwe mîheng dikir. Dixwest di her ziraviyê vê çalakiyê de keda wî hebe. Ji bo ku heval newestin qed nedisekinî. Bi her şewazî xwe ji bo çalakiya xwe kilît kiribû. Ruh, mejî, tevlîbuyîna wî a jiyanê, kelecana wî a di amedekariyan de pir dida diyar kirin ku heval Şiyar ji bo serkeftinê heya dawî xwe daye ber. “Ez biçim çalaki bikim” ji vê bêtir dixwest bibe xwediyê çalakiyeke serkeftî. Rastî jî çalakiya wî bi vî şewazî encam bû. Sedema hilbijartina wî a vê çalakiyê li hember tecrîta li ser Serokatî  bûyîna bersiv bû. Ji xwe di nameya xwe de vê mijarê pir zelal diveke,  dibêje; “ez dixwazim bibim rexnedayîna hevaltiya xwe a kêm.” Çalakiya wî li hember qereqola Dûrê bû. Beriya heval Şiyar çalakî bike heval Heqî Pîr ji bo çalakiya fedaî hatibû qadê. Piştî heval Heqî şehîd ket em fêr bûn ku ji bo çalakiya fedaî hatiye. Heval Heqî ji bo çalakiya fedaî hatibû lê belê di esnaya operasyonekê de bi 6 hevrêyên xwe re şehîd ket. Heval Şiyar di namêya xwe de jî dibeje; “projeya heval Heqî ya ku nîv maye ez dixwazim temam bikim.” Ev jî nîşaneya girêdanbûyîna wî a bi hevaltiyê re ye. Ji bo ku hersbûyîna xwe di dijmin de biteqîne ev çalakî hilbijart û ji xwe re kir armanc. Çalakiya heval Şiyar jî li gor xeyalên wî encam girt. Di dilê dijmin de deng veda. Di nav civakê de jî yê ku heval Şiyar nasdikirin ji vê çalakiyê pir bandor bûn. Beriya biçe çalakiyê di mejiyê xwe de serkeftin dest xistibû. Nediyarbûyîn qed jiyan nedikir. Morel û coşa wê hêzek cuda di mirovan de avadikir. Ewqasî çi çalakiya xwe, ji birdozî û felsefeya xwe çiqasî bawer dikir. Bi çalakiya xwe gelek serbilind bû. Ya rast du heval Şiyar de ruhekê ku mirov qet nikare pênase bike hebû. Ew ruhê Serokatî di kesayetiya xwe de afirandi bû. Di got; “ez ber bi serkeftinê ve dimeşim.” Bi ruhekî wisa ve çû ser dijmin. Di nameya wî de hevoke ke wîsa heye; “min hewlda durust jiyan bikim, ez dixwazim bi durustî bigîhîjim nemirbûyînê.” Hevaltiya wî a paqij, pak, cewherî wî gihand bêdawîbûyînê. Heval Şiyar ji bo me bû nîşaneyek û xetek. Dema me bi hevre amadekariyên çalakiyê dikir min di dilê xwe de hestên pir tijî jiyan dikir.

Pîrozbûyîna çalakiya heval Şiyar hêz dida me, lê li kêlekê jî cardîn nedîtina wî me hestiyar dikir. Anîna ser ziman de rastî jî ez pir zehmetî dikşînim. Ji bo ku em wî bi coş û moral rêkin her tim me motîve dikir û wî bi xwe moral dida me. Hestên ku wî demî min jiyan dikir mîna behîtê bû. Heval Şiyar çalakiya xwe li hember qereqola Dûrê a girêdayî herema Şemzînanê pêkanî. Di herema Şemzînanê de him gelê me yê welatparêz him jî neyar jiyan dikin. Ji ber wê ev çalakî bandoreke mezin çêkir û dengveda. Cara yekemîn li heremê çalakiyek fedaî pêk dihat. Cihê ku heval Şiyar çû, noqteya ewlehiye bû. Di herema Şemzînanê de heval û dijmin her tim di nav hevde ne. Pêwîst dikir heval Şiyar destpêkê noqteya sehêtê derbasbike û wîsa biçe qereqolê. Heval Şiyar bi xwînsarî wê noqtê derbas dike û diçe qereqolê. Li pêşiya qereqolê disekine û xeyalên xwe yê mezin di dilê dijmin de diteqîne. Beriya çalakiyê dema amedekarî giştî xilas bûn me xatir ji hev xwest. Şeva 8 ê Cotmehê bû. Me nedixwest ji heval Şiyar qut bibin. Deqîqeyên dawiyê bûn, pêwîste em xatirê xwe ji hev bixwazin. Milekî hewaya cejnê milekî jî hewaya hestiyarbûnê li dilê me diket. Hevalan di amadekariyan de kedeke pir mezin da. Dema heval Şiyar axaftinên xwe yê dawî kir jî her tim behsa vê mijarê dikir, digot; “ez ê xwedî li keda we derbikevim.” Ev axaftinên wî yê hest, evîn, armanc û hevaltî tijî, dihişt ku atmosfereke hîn giran çêbibe. Çalakiya heval Şiyar ji ber ku serkeftî bû ev, di dijmin de ecîzbûyîneke pir mezin da avakirin piştî çalakiyê dijmin operasyoneke berfireh li ser heremê da meşandin lê belê, di vê operasyonê de tu encam negirt. Dijmin him pêşiya çalakiyê negirtibû him jî operasyona wî vala derketibû. Ji ber wê, vê neqlê berê xwe da gel û xwest cardin salê 90 î bidê jiyan kirin lê belê, dijmin encam negirt. Heval Şiyar di dilê dijmin de bû bombeyek, bi xeyal û armancê xwe dest bi vê meşê kir û ala serkeftinê li ser dilê dijmin de çikand. Çalakî û riya heval Şiyar ji bo me her tim xet û nîşaneya azadiyê ye.

Arjîn Baz

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 14’Ê HEZÎRANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

NIRXANDIN – Sosyalîzma Pêkhatî û Jin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
NIRXANDIN – Sosyalîzma Pêkhatî û Jin

NIRXANDIN - Sosyalîzma Pêkhatî û Jin

ANALÎZ- Êrîşa Xakurkê yê dagirkirinê

ANALÎZ- Êrîşa Xakurkê yê dagirkirinê

Manşet

  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

Herî zêde hatine xwendin

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.