Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Berxwedan ji bo bidawîkirina tecrîdê ye, ne ji bo hevdîtinekê ye

"Bidawîkirina tecrîdê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Berxwedêr û gelê Kurd ji bo hevdîtineke bi parêzeran a jî malbatê li ber xwe nadin. Ji bo tecrîd bi temamî bi dawî bibe li ber xwe didin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/05/2019 - 10:46
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 3 mins read
A A
Mûstafa Karasû: Êrîş ji aliyê Konsolosxaneya li Hewlêrê ve tê birêvebirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, wateya berxwedana li dijî tecrîdê di gotara xwe de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê nirxand.

Karasû destnîşan kir, bidawîbûna tecrîdê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û got, “Gelê Kurd naxwaze bi tecrîdê bijî. Têkoşîna bi biryar a Leyla Guven, berxwedêrên li zindanan û dayikên xavik spî, israra ji bo bidawîkirina tecrîdê ye. Berxwedêr û gelê Kurd ji bo hevdîtineke bi tenê ya parêzeran an jî malbatê li ber xwe nadin. Ji bo tecrîd bi temamî bi dawî bibe li ber xwe didin. Berxwedana bi hezaran mirovî ya bi mehan e didome tê vê wateyê. Berxwedana li zindanan û li derve û hêza raya giştî ya demokratîk kir ku parêzer karibin Rêberê Gelê Kurd bibînin. Ya ku ev hevdîtin pêk anî, berxwedana li dijî tecrîdê ye.”

Karasû diyar kir, li gel pêkhatina hevdîtinê jî tecrîd didome û got, “Tifaqa AKP-MHP’ê ya li pêşberî berxwedanê zehmetiyan dikişîne, ji bo zemînê mafdar û rewa yê têkoşîna li dijî tecrîdê lawaz bike, gaveke taktîkî avêt. Ji xwe Rêber Apo jî got, ‘Eger di vê hevdîtinê de karibim nêrînên xwe bînim ziman, hingî ez ê tevlî hevdîtinê bibim’ û bi vî rengî tevlî hevdîtinê bû. Bi vî rengî Rêber Apo di hevdîtinê de peyamek ji heft xalan a ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş kir. Naxwe ev peyam ne ji ber diyalog an jî hevdîtineke li Îmraliyê derkete holê. Desthilatdariya AKP’ê ji ber ku li pêşberî berxwedanê zehmetiyan dikişîne, gihîşte wê baweriyê ku hevdîtin wê bi kêrî wan jî bê, lewma destûr da ku hevdîtin pêk were.”

Karasû bal kişand ser helwesta berxwedêran û diyar kir, “Berxwedêran dan xuyakirin ku tenê bi hevdîtinekê tecrîd bi dawî nebûye.”

Karasû daxuyaniya Wezîrê Edaletê yê Tirk Abdulhamît Gul bi bîr xist ku îdîa kiribû, qedexe rabûye û got, “Eger bi vî rengî be wê demê divê daxuyaniyê bide û diyar bike ku parêzer û malbat bêyî astengiyan ji niha û pê ve dikarin bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin. Ji ber ku ji wan tê ku îro hevdîtinekê bidin kirin, bi mehan an jî bi salan nedin kirin.”

Mûstafa Karasû peyama Ocalan a ji heft xalan nirxand û destnîşan kir, Rêberê Gelê Kurd pêşdîtina xwe ya ji bo Tirkiye û Kurdistanê nîşan daye.

Karasû got, “Ya ku gelê Kurd û hêzên demokratîk niha divê bikin; xwedîderketina li peyama ji heft xalan a Rêber Apo ye ku ji raya giştî re eşkere kir. Ji bo pêkhatina armancên vê peyamê divê têbikoşin. Xwedîderketina li vê peyamê û pêkanîna armancên wê, wê ji bo hêzên demokrasiyê bibe serketineke mezin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Rojiya Mirinê di Roja 22’an de ye

Nivîsa Pêş

Berxwedana Mexmûrê di roja 157’an de didome

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedana Mexmûrê di roja 157’an de didome

Berxwedana Mexmûrê di roja 157'an de didome

Polisên Dagirker Li Ebax a Wanê 12 kes girtin

Polisên Dagirker Li Ebax a Wanê 12 kes girtin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.