Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Endamên Komîteya Rêbertî ya KCK’ê: “Pêwîste em bibin parezvanên Zimanê Kurdî”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/02/2019 - 12:46
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Endamên Komîteya Rêbertî ya KCK’ê: “Pêwîste em bibin parezvanên Zimanê Kurdî”
ParvekeTweet

Ji bo 21’ê Sibatê roja Zimanê Dayikê, Endamên Komîteya Rêbertî ya KCK’ê Hacer Hîlal û Sozdar Cûdî bûne mêvanên bernmeya taybet a STÊRK TV û bersiv dan pirsên rojnemevan Gulan Avrêl.

NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo 21’ê Sibatê roja Zimanê Dayikê, Endamên Komîteya Rêbertî ya KCK’ê Hacer Hîlal û Sozdar Cûdî bûne mêvanên bernmeya taybet a STÊRK TV û bersiv dan pirsên rojnemevan Gulan Avrêl. Hîlal û Cûdî gotin ‘’Ji ked û tekoşîna dayikên me neba zimanê me heya roja îro nedihat. Dema desthilatdar dibêjin ku ev roj roja zimanê dayikê ye, ne ku wê rojê pîroz dikin; di rastiyê de bi wê gotinê wê tune dikin.’’

‘ZIMANÊ KURDÎ DAYIKA HEMÛ ZIMANAN E’

Hîlal got dixwazin ziman tenê bi rojekê sînordar bikin û domand: “Di serî de ez di kesayetiya Leyla Guven de tevahî çalekgerên ku di çalakiya berxwedanê de ne, silav dikim. Her wiha roja reş şermezar dikim. Çiqas 21’ê Sibatê weke roja zimanê dayikê hatibe diyarkirin jî, lê em tev baş dizanin ku tekoşîna ziman tenê bi rojekê re nayê sînordar kirin. Di dîroka civakan de ziman, çand û erdnîgarî sê tiştên bingehîn in ku ji civaka gelan nayêne qutkirin. Mixabin di roja me ya îro de pir ziman hene ji nedîtî ve têne dîtin an ku ber bi tinebûnê ve diçin. Em gelê Kurd bi zimanên weke Erebî, Tirkî û Farisî daxivin, ev axaftin çiqas nehatibe pejirandin jî lê li ser me hatiye ferizkirin. Eger gelek bi ziman û çanda xwe nejî nikare bibe yê xwe. Ji berxwedanî û tekoşîna dayikên me neba zimanê me jî heya roja me a îro jî nedihat. Îro zimanê me gihiştiye wê astê ku êdî em dikarin bi ziman û çanda xwe xwe di cihên fermî de îfade bikin. Zimanê herî kevnar zimanê Kurdî ye, ji bo wê zimanê Kurdî dayika tevahî zimanan e.”

‘ÇAND Û ZIMAN PÊNASEYA NASNAME Û HIŞÊ CIVAKAN E’

Her wiha Cûdî têkilî û girêdana ziman û çandê bi hev re wiha nirxand: “Mijara ziman û çandê wiha ye ku her civak di jiyanê de li peyî hebûna xwe digere. Çand û ziman pênaseya nasname û hişê civaka ne. Ziman çalakiyeke wiha ye ku rojane tê kirin, ji ber ku ziman berxwedanî ye. Dibe ku rojek ji bo ziman hatibe diyar kirin, lê pêwîst e ku mirov xwe nexapîne û rojane tekoşîna wê bide. Di wêjeya cîhanî û Rojhilata Navîn de mirov mêze bike ku zimanekî cewherî bi xemil û şemala xwe ve xwe dide der zimanê Kurdî ye. Em dibînin ku dewlemendiya zimanê Kurdî dijî, ji çalakgerî û berxwedaniya wê tê. Ji bo wê zimanê Kurdî çalakiya rojane a hiş e, hişê civaka Kurd her di nava çalakî û tekoşînê de dihêle. Azadiya sereke xwe gihanedina nasnemeya azadiyê ye. Em Kurd xwedî şens in ku bi xêra dayikên me zimanê me wenda nebûye. Rast e roja me a ziman heye, lê dema ku sîstem diyar bike ew wan rojan weke rojên tekoşîn û berxwedêriyê dihesibînin û pêşwazî dikin. Eger ziman bi zimanê dayikê tê pênase kirin wateyek xwe heye, ji ber hiş û rastiya civakê jine. Ziman dayik e, dayik jî ziman e her du jî jiyan in, ji bo wê mirov nikare bi tu awayî wan ji hev qut bike.”

‘FIKRÊN RÊBER APO LI HEMBERÎ SÎSTEMÊ ALTERNATÎF E’

Hîlal di derbarê perwerdeya zimanê dayikê de wiha got: “Eger zarokek bi zimanê xwe nehate perwerde kirin û mezin nebûbe jiyan û mejiyên wan tevlîhev dibe. Ji bo wê mirov nikare bêje ku ew zarok perwerdeyek bi tenduristî dibînin, ji bo wê ji pergala dayiksalarî derbasî pergala bavik salarî dibe. Em di demek wisa de ne ku pêwîst e berxwedaniyek topyekûn bê meşandin, ji bo wê Rêber Apo dibêje ‘’Pêwîst e ku berxwedaniyek topyekûn di her alî de bê meşandin’. Jixwe tirsek desthilatdaran ji Tevgera Azadiyê heye, ji bo wê fikir û ramanên Rêber Apo fikrekî alternatîf e li hemberî sîstemê. Tişta herî zêde desthilatdar li hemberî me li ser dixebitîne pişaftin e, lê pêwîst e ku me rê nedin van lîstok û êrîşan.”

‘ZIMAN ÇI QASÎ HEBE MIROV JÎ EW QASÎ HEYE’

Herî dawî Cûdî bi gotina Kurdan navê jiyanê kirine berxwedan dawî li axaftina xwe anî: “Êdî Kurdan navê jiyanê kirine berxwedan, ji bo wê em dibêjin çiqas ziman heye ez jî heme. Em j jin û civaka Kurd parezvanên ziman bin wê çalakiyên me biserkeftî bin. Erka me ye ku em xwedî li Rêbertî û pêşengên xwe derkevin. ”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di salvegera 20 mîn komployê de Weqfa Demokrasiyê ya Abdulllah Ocalan tê avakirin

Nivîsa Pêş

Di konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de axaftin û peyam tên xwendin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Di konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de axaftin û peyam tên xwendin

Di konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de axaftin û peyam tên xwendin

ANALÎZ- Grevên birçîbûnê û têkoşîna xwedîderketina vîna gel

Peyama Berxwêder Leyla Guven di Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de hat xwendin!

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.