Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: “Em serhildana Şeladizê ya ku hemû gelê me şanaz kiriye silav dikin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/01/2019 - 17:16
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: “Em serhildana Şeladizê ya ku hemû gelê me şanaz kiriye silav dikin”
ParvekeTweet

KCK; “Divê ev serhildan û çalakiyên demokratîk li her dera Başûrê Kurdistanê werin kirin. Li ser vî esasî em bang li hemû rêxistinên sivîl, nivîskar, ronakbîr û hunermendên li Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriyê xwe birêxistin bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- KCK’ê serhildanên Başûrê Kurdistanê silav kir, got ji bo azadiya hemû parçeyên Kurdistanê wê bibe mîladeke girîng. KCK’ê got, ”Serhildan û çalakiyên demokratîk divê bi deverên mîna Şeladizê û Dêralûkê sînordar nemînin, divê li hemû Başûrê Kurdistanê berbelav bibin.”

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkilî bûyerên li Şeladizê yên duh daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Gelê me yê Şeladizê û Dêralûkê 26’ê Çile ji bo ku komkujiyên dewleta TC’ê ya li Başûrê Kurdistanê şermezar bikin serhildaneke bêhempa nîşan dane” û wiha hate domandin, ”Gelê me, di vê serhildanê de baregeha leşkerî ya Şeladizê, li gel amûrên tê de dane ber êgir, wiha li dijî komkujî, qirkrin û dagirkeriyê helwesteke netewî nîşan dane. Dewleta TC’ê ya faşîst ku bi komkujiyê bersivê dide hemû nîşandana heq, azadî û vînê, bi vê serhildanê bi heman rengî bersiv hatiye dayin. Artêşa Tirk a faşîst, bi ketûber li gelê sivîl reşandiye, li vir 2 welatiyên me şehîd bûne, 10 welatiyên me jî birîndar bûne”

‘EM SERHILDANA KU HEMÛ GELÊ ME SERFIRAZ KIRÎ SILAV DIKIN’

KCK’ê ev serhildana bêhempa ya ku hemû gelê Kurdistanê serfiraz kirî silav kir û domand, ”Di şexsê gelê me de yê ku serhildan kirî, em gelê xwe yê Başûr pîroz dikin. Em diyar dikin, helwesta netewî ya gelê xwe ya li dijî komkujî, qirkirin û dagirkeriyê bi her şert û mercî em ê destek bikin. Ji bo welatiyên me yên ku di serhildanan de şehîd bûne em dibêjin rehma Xwedê li ser wan be, şîfaya xêrê ji welatiyên me yên birîndar re dixwazin. Di serî de malbatên me yên şehîdan, em sersaxiyê didin hemû gelê Kurdistanê.”

KCK’ê di daxuyaniyê de wiha got:

SERHILDAN LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN DAGIRKERIYÊ PÊK HATIYE

‘Gelê me yê hêja!

Ev serhildana ku li Şeladizê û Dêralûkê pêk hatî, ne tenê li dijî komkujiyên rejîma TC’ê ya qirker yên van rojên dawî helwest e. Serhildan, li dijî polîtîkayên qirker û dagirker ên rejîma faşîst ên li ser Bakur, Rojava û Başûr pêk hatiye. Bi vê çarçoweyê, gelê me yê Başûrê Kurdistanê, hay jê çêbûne ku dewleta TC’ê ya faşîst, ne tenê Bakur, hemû Kurd kirine hedefa xwe. Ji bo vê jî, qanih bûne ku Kurd divê li her parçeyî li dijî rejîma TC’ê ya faşîst li ber xwe bidin. Maneya vê serhildanê ev e. Di vê maneyê, gelê me yê Şeladizê û Dêralûkê, pêvajoya ku hêzên dagirker ji Başûrê Kurdistanê biqewirînin bi fiîlî dane destpêkirin. Serxistina vê pêvajoyê, weke peywira sereke ya pêvajoya pêş me û weke hedefa sereke daye ber gelê me yê Başûrê Kurdistanê.

NÊZIKATIYA PDKÊ CESARET DIDE DEWLETA TIRK

Gelê me yê hêja!

Serokê rejîma faşîst Tayyip Erdogan di dema Serhildanê de dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan careke din nîşan daye. Erdogan got ku, “Li Şeladizê tiştekî şaş kirin, me balefir û SÎHA’yên xwe şandin, piştre ew belav bûn.” Bi vê daxuyaniyê re, serhildana ku Kurdan ji bo jiyan û azadiya xwe pêk anîne, wekî şaşiyeke li dijî dewleta Tirk nirxandine. Bi vê re xwestine bibêjin ku, mafê lidarxistina çalakiyan a Kurdan jî tune.

Erdogan bi vê daxuyaniya xwe dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan careke din nîşan daye û hikumeta Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke sosret hewl daye dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan veşêre. Hikumeta Başûrê Kurdistanê û Serokwezîr Nêçîrvan Berzanî diyar kirin ku serhildana gel a meşrû provokasyon e. Sazî û kesên ku peywira wan ev e Başûrê Kurdistanê û gelê wê ji êrîşan biparêzin, gel dikin berpirsyarên bûyeran. Hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK bi vê nêzikbûna xwe cesaret daye dewleta Tirk a faşîst û ji van qetlîaman re zemîn ava kiriye.  PDK bi salan e bi gotinên wekî ‘Heke PKK ne li vir be, ew ê Tirk jî vê derê bombe nekin’ hewl dide gel bixapîne û êrîşan rewa bike. Serhildana gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî helwesta hikumeta wir pêk hatiye.

ÎRADEYA LI ŞELADIZÊ DIVÊ XWEDÎ LÊ WERE DERKETIN

Helwesta hikumeta Iraqê ya li dijî êrîşan jî qels maye û cesaret daye rejîma dewleta Tirk a dagirker. Hikumeta Iraqê ji ber hin têkilî û pêdiviyên xwe  hin peywir û berpirsyariyên xwe îhmal kiriye.

Gelekî girînge  ku şikandina dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê, wê ji bo azadiya Kurdan destpêkeke nû be. Îradeya li Şêladizê gelekî girîng e û divê xwedî lê were derketin. Divê ev serhildan û çalakiyên demokratîk li her dera Başûrê Kurdistanê werin kirin. Li ser vî esasî em bang li hemû rêxistinên sivîl, nivîskar, ronakbîr û hunermendên li Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriyê xwe birêxistin bikin. Em bang li partiyên siyasî û parlementoyê jî dikin ku bi daxwazên gel ê li dijî dagirkeriyê bin û pêvajoya siyasî û zagonî bidin destpêkirin. Em careke din serhildana Şeladizê silav dikin, ji bo malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Barzanî dîsa kujeran parast û gel sucdar kir

Nivîsa Pêş

Leyla Guven: “Ev berxwedan, berxwedan û xwestekên Gelê Kurde”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Leyla Guven: “Ev berxwedan, berxwedan û xwestekên Gelê Kurde”

Leyla Guven: "Ev berxwedan, berxwedan û xwestekên Gelê Kurde"

Li Sancaktepe polêsên dagirker êrîşa meşê kir, gel derb kirin!

Li Sancaktepe polêsên dagirker êrîşa meşê kir, gel derb kirin!

Manşet

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.