Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Rêveber a PKK’ê civîna xwe pêk anî

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/05/2018 - 10:12
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Komîteya Rêveber a PKK’ê civîna xwe pêk anî
ParvekeTweet

Civîna Komîteya Rêveber a PKK’ê li çiyayên Kurdistanê di navbera 21-24’ê Nîsanê de pêk hat. Li ser encama civînê daxuyaniyeke nivîkî hate dayin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di navbera 21-24’ê Nîsana 2018’an de Komîteya Rêveber a PKK’ê civîna xwe ya asayî li dar xistiye û got, “Berxwedana şoreşger-demokratîk a topyekûn a gelê me û dostan a li dijî êrîşên topyekûn ên faşîst-qirker, ji hemû aliyên îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û leşkerî ve bi berfirehî hatiye nirxandin.” Hate destnîşankirin ku ji bo xurtkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê li ser bingeha berxwedana topyekûn, biryar û plana pêwîst hatine diyarkirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Civîna me di şexsê hevrê Delal Amed û şehîdên berxwedana Efrînê de hemû şehîdên me yên azadî û demokrasiyê bi bîr anî, helwesta têkoşer a gelê me û hêzên demokratîk ku li 8’ê Adarê, Newrozê, Berxwedana Efrînê û 1’ê Gulanê nîşan dan, çalakiyên dîrokî yên hêzên me yên gerîla yên leheng ên li dijî dagirkeriya faşîst-qirker tên kirin silav kir. Bang li hemû hêzên demokratîk kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya mêtinger-qirker di dema pêş de têkoşîna azadî û demokrasiyê hê xurtir bikin û bikin yek.

TECRÎDA LI SER OCALAN

Civîna me ya Desteya Rêveber, rewşa giştî ya berxwedana demokratîk a topyekûn a li dijî êrîşkariya faşîst a topyekûn nirxand. Zext û tecrîda giran a li Îmraliyê li ser Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên din ên dîlgirtî weke rojeveke taybet nîqaş kir. Di vê mijarê de destnîşan kir ku li dijî gotegotên şerê psîkolojîk hişyar bin û li hemberî zext û tecrîda ku faşîzma AKP-MHP’ê dişidîne, hê bi berprisyarî tevbigerin. Rêxistina Pêşîgirtina li Êşkenceyê, raporeke ku du sal berê amade kiribû, berî Newrozê ji raya giştî re eşkere kir. Ev yek ji fikar û bendewariyên gelê Kurd re nebû bersiv, berevajî; rê li ber hêrsa gel û dostên Kurd vekir. Civîna me ev yek di çarçoveya şerê psîkolojîk ê faşîzmê de weke hewldanek ji bo qelskirina nerazîbûna gel nirxand. Di civîna me de careke din hate destnîşankirin ku nêzîkatiya li Rêber Abdullah Ocalan xeta sor a gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê ye. Û işaret bi girîngiya wê yekê kir, ku ji bo civak û raya giştî baş werin agahdarkirin, CPT, malbat û parêzer karibin bi rêk û pêk biçin Îmraliyê. Bang li her kesên pêwendîdar kiriye ku di vê mijarê de hê bi berpirsyarî tevbigerin û hewl bidin. Civîna me her wiha têkoşîn û kampanyayên çalakiyan ên ji bo jiyana azad ên Rêber Abdullah Ocalan tên kirin silav kir û bang li gelê me û dostên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku çalakî û têkoşîna xwe ya dîrokî li ser vê bingehê mezin û berfirehtir bikin.

YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Civîna me ya Komîteya Rêveber li gel girîngiya têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê bal kişand ser girîngiya dîrokî ya yekîtiya vê têkoşînê li her qad û qonaxê. Li ser vê bingehê destnîşan kiriye ku di nava gelê Kurd de divê yekîtiya neteweyî-demokratîk bê afirandin û li çar parçeyan û derveyî welat bi gelên din re têkoşîneke hevpar bimeşînin. Li ser vê bingehê careke din destnîşan kir ku wê li her qadê bi erka xwe rabin û bang li hemû hêzên pêwendîdar kir ku ew jî bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin. Bi taybetî diyar kiriye ku ev yek fermana dîrok û şehîdên me ne.

ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ HATIN BÎRANÎN

Civîna me ya rêveberiya partiyê di dawiya meha Nîsanê, demeke kin beriya Meha Şehîdan meha Gulanê pêk hat. Meha Gulanê ji bo şoreşên Kurdistan û Tirkiyeyê bi rastî jî meheke ku her rojeke xwe bi xwîna bi dehan şoreşgerên leheng xemiliye. Bi vê wesîleyê, em Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Fermandarê Berxwedana Hîlwan-Sêweregê hevrê Mehmet Karasûngûr û milîtanê hêja yê partiya me hevrê Îbrahîm Bîlgîn di salvegera 35’an a şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Wekî din, em Fermandarê Herêma Amedê hevrê Azad Sîser ku şehîdê me yê 2’ê Gulanê ye, di salvegera duyemîn a şehadeta wî de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Pêşengên Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ên 6’ê Gulana 1972’an de hatin darvekirin, di salvegear 46’an a şehadeta wan de bir êzdarî bi bîr tînin. Ji rêberên Berxwedana Gezî û Şoreşa Tirkiyeyê, dostê ji dil ê gelê Rojava û gelên Sûriyeyê Ûlaş Bayraktaroglû ku 9’ê Gulana 2017’an di şerê dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû, di salvegera yekemîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin. Fermandara gerîla, pêşenga hunerê û milîtana jinên azad Ozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) ku 11’ê Gulanê şehîd bû, di salvegera 26’an a şehadetê bi rêzdarî û hezkirinê bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku em ê xwedî li bîranîna hemû şehîdên xwe yên hebûn û azadiyê derkevin û armanca wan bi ser bixînin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên demokratîk dikin ku di meha Gulanê de her roj şehîdên leheng bi bîr b^nin û di xeta şehîdan de xwe nû bikin, têkoşÎna azadiyê geş bikin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zarokên bajarê Qamişlo bi zimanê dayikê dixwînin

Nivîsa Pêş

Ciwan û Gelê Şêx Meqsûd 1’ê Gulanê pîrozkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwan û Gelê Şêx Meqsûd 1’ê Gulanê pîrozkirin

Ciwan û Gelê Şêx Meqsûd 1'ê Gulanê pîrozkirin

Di 15’e rojên propagandaya hilbijartinê li Başur 716 caran binpêkirinên yasayî çêbûne

Di 15’e rojên propagandaya hilbijartinê li Başur 716 caran binpêkirinên yasayî çêbûne

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.