Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Êzidîyan: Bila Erdogan baş zanibe Efrîn ne bi tenê ye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/01/2018 - 9:49
di nav Giştî
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

 

Şengaliyan bertek nîşanî êrîşên Efrînê dan û wiha gotin: “Bila komkujiya li ser Êzidiyan bê bîra we. Divê kes bêdeng nemîne. Ger em bêdeng bimînin, dê piştî Efrînê dor bê me tevan û 4 paraçeyên Kurdistanê. Bila Erdogan baş zanibe Efrîn ne bi tenê ye.”

HABER MERKEZİ – NÛÇE CIWAN

 

Şerê li ser gelê Efrînê di roja 7’emîn de berdewam dike. Êzidiyên li Şengalê dijîn li dijî şerê li ser Efrînê hêrs û bertekên xwe bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parvekirin û êrîşên TSK’ê û komên OSO yên li ser Efrînê şermezar kirin.

 

‘KUŞTINA SIVÎLAN RÊBAZA DAIŞ’Ê YE’

 

Endama Rêveberiya Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Nehla Yusif, bal kişand ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya li Kobanê û wiha axivî: “Dê li Efrînê jî heman têkoşîn bê maşandin. Divê hemû cîhan li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê dengê xwe bilind bikin. Em Êzidiyên Şengalê êrîşen ser Efrînê şermezar dikin. Bila kes nefikire ku Efrîn bi tenê ye. Di komkujiya DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de çawan ku gelê Rojava hat alîkariya me, em ê jî mîna gelê Şengalê li gel, gelê Efrînê ne. Çawan ku Kobanê û Şengal bi ser keftin, Efrîn jî dê wisan bi ser bikeve. Di êrîşan jin û zarok tên kuştin. Jin û zarok qetilkirin karê DAIŞ’ê ye. Ev rêbazên DAIŞ’ê ne. Divê hemû cîhan li dijî Erdogan derbikevin.”

 

‘DIXWAZIN KURDAN, GELAN Û BAWERIYAN TUNE BIKIN’

 

Yek ji alîkarên Hevseroka Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Kurdê Elî Ezîz jî, anî ziman ku Tirkiye dixwaze bi êrîşên li ser Efrînê, şer li hemû axa kurdan belav bike û wiha got: “Di armanca van êrîşan de gelê kurd, hemû gel û bawerî hene. Em Erdoganê kujer baş dinasin. Ji xwe wî ferma êrîşên hovîtiya li ser Efrînê dane. Divê kes vê rewşa li Efrînê temaşe neke û bertek nîşan bide. Ger îro li Efrînê vê yekê dibin, dê sibe li Şengalê jî bikin. Ev tenê ne pirsgirêka Şengal û Efrînê ye. Ev pirsgirêka 4 parçeyên Kurdistanê ye. Di armanca van hemû êrîşan de kurd û daxwazên wê yên azadiyê hene. Ji ber vê yekê divê civaka Êzidî û gelê kurd bi lezgînî bertek nîşan bidin.”

 

‘KUŞTINA JIN Û ZAROKAN DI EXLAQÊ DE NÎNE’

 

Endama Saziya Ziman û Perwerdê ya Şengalê (ZEPEŞ) mamoste Riham Hesen jî,  bal kişand ser qetilkirina jin û zarokan û wiha axivî: “Di tu bawerî û exlaqî de kuştina jin û zarokan tuneye. Ev êrîş ji dervehî mirovahiyê ne. Ez hemû kesên li hemberî Erdogan bê deng dimînin şermezar dikim. Em ji Şengalê serkeftin û silavên xwe ji gelê Erînê re dişînin. Îro li cîhanê hemû kes li ser pîyane. Tu ferqa Efrîn û Şengalê tuneye. Em tim gel Efrîniyane.”

 

‘ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ DAIŞ ANÎ BÎRA ME’

 

Endamê Partiya Azad û Demokratîk a Êzidiyan (PADE) Şêrzat Şemo jî, diyar kir ku êrîşa li ser Efrînê, li ser hemû mirovahiyê ye û wiha axivî: “Êrîşên li ser Efrînê DAIŞ anî bîra me. Bi deh hezeran koçber ji ber ewlekariyê xwe li Efrînê girtin. Li niha dewleta tirk dixwaze vê erdnîgariya aştiyane veguhertine qada şer. Em dirûtî û bê deng mayîna hemû dewletan şermezar dikin. Tu ferqa dewleta Tirk a ji DAIŞ’ê tuneye. Dê Efrîn ji bo Tirkiyeyê binkeftin be.”

 

‘DAÎŞ QEDIYA NIHA DÛRA DEWLETA TIRKE’

 

Hevserokê Meclîsa Sînûnê Xwedêda Elyas jî, destnîşan kir ku ew hemû dewletên navneteweyî yên li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng dimîn in şermezar dike û wiha got: “Ez êrîşên dewleta tirk şermezar dikim. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe gelê Efrînê bombebaran dike û sivîlan qetil dike. Em bi canê xwe, bi xwîna û bi malê xwe li gel gelê Efrînê ne. Gava DAIŞ’Ê gel qetil dikirin, gelo dewleta Tirk li ku derê bû?  Îro DAIŞ qediya niha ew êrîşî gelê me dike. Teqez bila Erdogan nefikire ku Efrîn bi tenê ye. Şengal û hemû kurdistanî ligel, gelê Efrînê ne.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Serdemê Tanka Sêyemîn Gihand Her Du Hevalên Wê

Nivîsa Pêş

Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ji bo Efrîn’ê banga Ciwanan kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ji bo Efrîn’ê banga Ciwanan kir

Karayilan: Dewleta Tirk li Efrînê têk çû

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.