DIRBESIYE – Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbesiyê yê kantona Cizîrê, bi amadebûna endamên yekitiyê û mêvanên ji sazî û meclisên sivîl, civîna xwe ya salane ya 2025’an lidarxist. Civîna salanê bi deqeyeke rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpêkir.
Piştra perspektîfa Komalên Jinên Ciwan ji bo tevahî jinên ciwan hate xwendin.
Her wiha rapora salane ji aliyê Beylesan Ebas a Endama Yekîtiya Jinên Ciwan hate xwendin. Di raporê de taybet di xeta Rêber APO de rewşa kar û xebatê Yekîtiya Jinên Ciwan, her wiha rewşa siyasî û leşkerî hate destgirtin, dawî de jî rewşa rexistinî û çalakiyên ku hatine kirin, hatin destgirtin.
Di raporê de hat gotin ku 56 semînerên der barê dozên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, zewaca temen biçûk de hatin dayîn, 30 sinevîzyonên di vî warî de hatin pêşkêşkirin, perwerdeyek li ser Menîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk hat lidarxistin, 20 civînên taybet bi jinên ciwan û ciwanan ji bo pêşxistina peywendî û birêxistina karê kolektîf hatin organîzekirin.
Di raporê de behsa rexistinkirina perwerdehiya rewşenbîrî li ser Manîfestoya Civaka Demokratîk a Rêber APO, ji bilî lidarxistina 20 civînan bi taybetî ji bo ciwanan, bi armanca xurtkirina ragihandinê û rêxistinkirina xebata civakî hat kirin.
Di berdewamiya civînê de sinevziyon li derbarê xebat û çalakiyên 2025 ya yekîtiya jinên ciwan hate temaşe kirin.
Piştî temaşekirina sinevziyon jinên ciwan rewşa kar û xebatê ya sala 2025 nirxandin û pêşniyarên xwe ji bo sala 2026 anîn ser ziman.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li ser girîngiya xwe perwerdekirinê nirxandin kir.
Her wiha Rêveberiya Herema Cizir ya Yekîtiya Jinên Ciwan Nûra Ceilo li ser girîngiya xwegihandina hejmarek mezin a jinên ciwan axivî û diyar kir ku pêwîstî bi zêdekirina dewreyên danasnîna civakê bi fikir û felsefeya Rêber Apo heye, li kêlek wê jî asta hişmendiya siyasî û civakî li gel jinên ciwan bilind bibe û wan teşwîq bikin ku rola aktîv di tevahî warên jiyanê de bilîzin.
Her wiha Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj jî nirxandin kir û wiha anîn ser zîman:
“ Divê jinên ciwan dîroka xwe nas bikin, bi naskirina dîrok jî sosyolojiya jinên ciwan ya bajarê xwe dahûrandin bikin. Ancex bi ketina nav civakê dikarin rêxistinbûyina xwe xurt bikin. Li ser vê esasê divê jinên ciwan bi xwe bawer nirxandinên xwe pêşbixin û gavên nû bavêjin.”
Dawî de Soryaz Simo ya ku diwanê bi rêvebir, axaftina dawî kir.
Civîn bi daxuyaniyek bi dawî bû.


