ŞENGAL- Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ji bo nirxandina xebatên salekî û diyarkirina plansaziya sala nû ya xebatê civîneke berfireh lidar xist. Di civînê de girîngiya rêxistinkirina civakeke komînal û demokratîk derkete pêş.
Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li Xanesorê ya Şengalê civîna xwe ya nirxandina xebatên salekî lidar xist. Civîn li navenda ciwanan û bi beşdariya rêveberiya ciwanan û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê pêkhat.
Civîna ciwanan bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiyê û Şengalê destpê kir. Di civînê de peyamên ku Rêber Apo yên ji civaka Êzidî re şandiye hate xwendin.
Peyamên Rêber Apo ji aliyê ciwanan ve bi coş hate pêşwazîkirin.
Di civînê de raporên xebatê yên rêxistinên ciwanan hate xwendin. Piştî xwendina raporan rewşa ciwanan, asta xwe rêxistinkirinê û nêzîkatiya ji fikir û felsefeya Rêber Apo re hate xwendin.
Di berdewamiya civînê de raporên xebatê yên qadên cuda hatin xwendin.
Beşdaran rewşa rêxistinî û nêzîkatiya li hemberî xeta Rêbertiyê bi berfirehî nirxandin. Kêmahiyên di xebatê de rûdane hate nirxandin, rexne û rexnelixwegirtin hate kirin.
Piştî nirxandina xebatên salê, plansaziya dema nû ya xebatê jî hate diyarkirin.
Li gorî vêya wê ciwan zêdetir giranî bidin ser avakirina civaka demokratîk û pêşxistina jiyana komînal.
Civîn, bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan û Rêber Apo re bi dawî bû.



