Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

Edîtor: Axin Mahir Dicle
15/12/2025 - 19:16
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
ParvekeTweet

WAN- Platforma Saziyên Demokratîk, di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Wanê bi gel re civiya. Veysî Aktaş ku demek berê ji Girtîgeha Îmraliyê hatibû berdan, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û vasîsê Rêber Apo Mazlum Dînç, parêzer Îbrahîm Bîlmez û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin weke axêver tevlî civînê bûn. Hevdîtin, li eywaneke bajêr hat lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn. Ji ber ku cih di eywanê de nebû, bi sedan kes li derve man.

Mêvan, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin û li eywanê postrekî mezin ê Rêber Apo yê bi nivîsa êdî ew welat dê bibe warê wan kesên ku aştî û jiyana demokratîk hem weke mafê xwe hem jî weke erk xwe dibînin” û pankarta “Israra di sosyalîzmê de israr di mirovbûnê de ye” hatin hilayîstin.

Demekî kin beriya destpêkirina civînê hate ragihandin ku Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaqê û endama YJA Starê Sema Roza jiyana xwe ji dest dane. Her du jinên têkoşer, bi Çerxa Şoreşê û dirûşma “Şehîd namirin” hatin bibîranîn.

Gulistan Sonukê diyar kir ku wan bi hezaran civîn lidarxistine û di civînan de li ser rêbazên pêşxistina pêvajoyê, statuya Kurdan, berpirsyartiya li dijî pêvajoyê û rêxistinbûnê sekinîne. Gulistan Sonukê, bal kişand ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan û got: “Piştî vê manînfestoyê ev saleke li ser çareseriyê nîqaş tên kirin. Di navbera du aliyên şer de aştî çêdibe. Sermuzakerevan Rêber Apo ye û li aliyê din jî dewlet heye. Ji bo serkeftina pêvajoyê divê em civakeke demokratîk ava bikin. Rêbertiya me, hemû barê pêvajoyê li xwe girtiye. Divê em jî xwe bidin ber vî barî.”

Di berdewamê de Gulistan Sonukê anî ziman ku tişta herî girîng a Rêber Apo daniye pêşiya gel, meclis û komun in û got: “Rêbertî, pirsgirêka Kurd û çareseriya wê bi awayekî dîrokî digire dest. Pirsgirêka Kurd çawa giran bû, çawa gihişt vê astê di manînfestoyê de heye. Her wiha krîza dinya dijî û rêyên çareseriyê tê de hene. Dibêje ku pirsgirêkên di navbera civakê de, piştî xerabûna têkiliyên jin û mêran dest pê kiriye û heta roja me hatiye û kûr bûne. Gelek şoreş li cîhanê çêbûn lê ji ber ku rast fêm nekirin, tevek jî têk çûn. Ji ber ku civakekî jin tê de azad nebe, nikare azad bibe. Ji bo azadbûna civakê, ji ewil divê ev têkilî û pirsgirêka kûr were çareserkirin.”

Bi domdarî Gulistan Sonukê daxuyand ku nêzikatiya wan a li hemberî pêvajoya heyî gelek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em bikarin di vê pêvajoyê de erk û berpirsyartiyên xwe bicih bînin, wê demê ev pêvajo dê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biencam bibe. Hewceye tevahiya têkoşîna me ji bo vê be. Di nava rojê de em her çi bikin, divê em ji bo serkeftina pêvajoyê bişêwirin. Rêber Apo ev 40 sal in ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têdikoşe. Gelek caran pêvajo heta merheleyekê hatin lê dewletê piştre têk bir. Lêbelê em îro bêhtir nêzî çareseriyê ne. Ji ber ku dewlet bi awayekî fermî vê pêvajoyê birêve dibe. Divêtin em jî ji bo serkeftina wê xwe birêxistin bikin û bi hêza xwe ya rêxistinkirî vê pêvajoyê bi ser bixin. Hewce ye her kes mala xwe veguherîne komunekê û ji biçûk heta mezin, her ferdek tê de cih bigire. Ji bo vê hêza me heye. Pêwîst dike ku her kes pirsgirêkên xwe bide aliyekî û bala xwe bide ser pêvajoyê.”

Gulistan Sonukê xwest her kes tevlî mitînga 4’ê Çileyê ya li Amedê bibe û axaftina xwe wiha xelas kir: “Em vê mitîngê ne wekî mitîngekî ji rêzê dibînin. Hewce dike ku her kes ji bo tevlîbûna mîtîngê bixebite.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Nivîsa Pêş

Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.