HESEKÊ – Îro, li bajarê Hesekê komxebatek li ser parastina jinan ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ve hat lidarxistin. Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.
Piştre, perspektîfa Rêber APO ya li ser parastina jinan hate xwendin. Beşdarên ku di komxebatê de axivîn, nêrîn û pêşniyarên xwe yên di derbarê parastina jinan de anîn ziman. Beşdaran girîngiya parastina xwe û civakên xwe bi rêbazên leşkerî, siyasî û dîplomatîk, tekez kirin.
Her wiha di bernameyê de fîlmek li ser parastina jinê jî hate nîşandan.
Di dawiya komxebatê de, daxuyaniyek encamnameyê ji aliyê Şem Îbrahîm, endama Tevgera Jinên Ciwan ve hat xwendin. Beşa encamnameyê wiha got: “Li gorî raman û felsefeya Rêber APO, em ê hem ji hêla leşkerî ve hem jî ji hêla siyasî ve xwe biparêzin. Divê li hemû bajar û gundan semîner û komxebat bên organîzekirin da ku jin bizanin ka çawa xwe ji şerê taybet biparêzin.”
Piştî xwendina encamnameyê komxebat bi coş û morel dawi bû.


