RIHA – Nerazîbûnên li dijî êrîşên DAIŞ, HTŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li navçeya Wêranşar a Rihayê, bi pêşengiya Dem Genç, êvarî gel li hev civiya û êrîşan şermezar kir.
Girseya gel li ber avahiya navçeya Wêranşarê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) kom bû û pankartek bi nivîsa “Li Rojava berxwedan li Bakûr serhildan” bilind kir. Di xwepêşandanê de fîşekên hewayî hatin teqandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” pir caran hatin qîrkirin. Armanca çalakiyê şandina peyamek hevgirtinê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.



