FRANKFURT – Li bajarê Frankfurtê yê Almanya, bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Rojava daketin kolanan. Bi hezaran Kurd û alîgirên wan beşdarî xwepêşandanê bûn, ku ji hêla TCŞ, TekoJIN, YJK-E û Meclîsa Herêma Frankfurtê ve bi hevbeşî hate organîzekirin.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo berxwedana bi heybet a gelê Rojava dest pê kir. Piştî kêliyek bêdengiyê, di axaftinan de komkujiyên li Rojava û dorpêça giran a li ser Koban û Hesekê bi tundî hatin şermezarkirin.
Di axaftinan de bal kişandin ser bêdengiya civaka navneteweyî û banga rawestandina tavilê ya êrîşan hat kirin. Hat destnîşankirin ku gelê Rojava bi tenê nîne û divê hevgirtin were xurtkirin.
Çalakiyê her wiha hemû gelê Kurdistanê û dostên wan vexwend ku beşdarî meşa navendî bibin ku dê roja Şemiyê saet 14:00 li Îstasyona Trenê ya Navendî ya Frankfurtê pêk were.

