HESEKÊ – Îro, li bajarê Hesekê, di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de merasîmek bîranînê ya bi hêz ji bo şehîdên nemir ên têkoşîna şoreşgerî, Şehîd Brûsk Amed, Şehîd Karker Qamîşlo û hemû şehîdên şoreşê hate lidarxistin. Gelek jinên ciwan, ciwanên şoreşger, dayîkên şehîdan û şahidên bi rûmet ên berxwedanê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek ji bo tevahî şehîdên şoreşê re destpêkir. Bi taybet ji bo Şehîd Karker Qamişlo û Brûsk Amed ku li Reqqayê di encama êrîşên hevbeş ên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk de şehîd bûn.
Piştî vê yekê, sinevizyonek ku ji hêla ciwanan ve hatibû amadekirin û jiyana şehîd Karker Qamîşlo û Brûsk Amed, ku bi têkoşînê ve girêdayî ye, nîşan dida, hate nîşandan. Di vê merasîma bîranîna şehîdan de hate tekez kirin ku îradeya şoreşgerî, ku rastî êrîşên dagirker û çeteyan tê, nayê şikandin.
Sozvîn Bêrîtan, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger di bîranînê de axivî û diyar kir ku têkoşîna ku bi xwîna şehîdên şoreşger hatiye nivîsandin berdewam dike û got, “Hevrêyên me yê hêja yê ku ji bo pêkanîna xeyalên xwe ket nava hewldaneke bêhempa, bi sekna xwe ya APOYÎ, wêrekiya xwe ya bilind, kesayeta xwe ya kedkar û fedakar her peywira ku girt ser xwe bi serketî bi cih anîn. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê em ala têkoşînê ya ku rêhevalên Karker û Brûsk radestî me kiriye, li her derê bilind bikin. Em soz didin ku emê têkoşîna qehremanên xwe mezin bikin, armancên wan bi serbixin û bîranîna wan timî bidin jiyîn. Em bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranînên rêhevalên xwe ditewînin û soz didin ku em ê li ser şopa rêhevalên xwe bimeşin û li her derê ruhê ciwantiya APOYÎ biparêzin.”
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin, bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû, ku hêrs û biryardariya berxwedanê li dijî dagirkerî û êrîşan nîşan dida.


