KOBANÊ – Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê dewreyekî perwerde yê hakimtiyê fûtbolê bi dawî kir. Ji bo derçûna wan hevserokên Desteya Ciwan û Werzîşê, berpirsiyarên dewre û şagirtan li hev kom bûn.
Di serî de hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto axivî û hêviya xwe yê serkeftinê ji hakimên nû re xwest. Piştî wê berpirsiyarên dewre Ehmed Abas û Mistefa Cuma axivîn û diyar kirin ku bi encax bi ked wê karekî serkeftî pêk were.
Şagirtan soz dan ku wê bi dûrûstî û fedekarî erkê xwe pêk bînin. Di dawiyê de bawernameya hakimtiyê li şagirtan hat belavkirin.


