KOBANÊ – Bi boneya salvegera 47’emîn a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), roja berxwedana netewî, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li Stadyûma Şehîd Bawer Agir a Kobanê şahiyekî girseyî hat li darxistin. Bi hezaran kes beşdarî şahiyê bûn.
Berî şahî destpê bike, peykera zindî ya bi dirûşmeya “Ne dawiyê, destpêkekî nû ye”, 47 deqa hat danîn, ji bo 47 salên avabûna PKK.
Şahî bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê destpêkir. Dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê” ji destpêkê heya dawiyê şahiyê hatin berzkirin.
Piştî wê, li ser navê Kongra Star a Kobanê Xunav Xelîl axivî û got: “Gelê Kurd bi avakirina PKK ji nû ve hat diniyayê û bû xwedî îrade û nasname. Ji ber wê divê em her tim xwedî li PKK derkevin.”
Piştî wê Mistefa Îto, endamê Meclîsa Malbatêbn Şehîdan, li ser navê dostên kevn ên tevgera Apoyî yên Kobanê axivî. Hat diyar kirin ku Rêber Apo li Kobanê gava xwe ya yekemîn li Rojavayê Kurdistanê avêt û bi saya wê Kobanê bû xwedî civakekî Apoyî.
Piştre Koma Botan a Kobanê, Koma Hîlala Zêrîn a Kobanê, û gelek kom û hûnermendan stranên xwe yên şoreşgerî pêşkêş kirin.
Gelê Kobanê bi coş govend gerand û salvegera PKK pîroz kir.
Di dawiyê jinekî ciwan ê Kobanê li ser saxnê soza tevlîbûna tevgera azadiyê daye, li ser şopa şehîdan û Rêber Apo.



