KOBANÊ – Bi boneya salvegera 47’emîn a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), roja berxwedana netewî, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li Stadyûma Şehîd Bawer Agir a Kobanê şahiyekî girseyî tê li darxistin. Bi hezaran kes beşdarî şahiyê dibin.
Berdevkê Ciwanên Şoreşger Şevger Kobanê qala girîngiya vê rojê kir û destnîşan kir ku rihê ku PKK ava kiriyê wê her di nava gel de jiyan bike. Her wiha, da diyar kirin ku bi fesixkirina PKK wê tekoşîna azadiyê hîn jî bilindtir bibe.



