HESEKÊ – Li Hesekê, îro li Parka 4’ê Nîsanê, bi pêşengiya ciwanan, Roja Berxwedana Neteweyî ya 27’ê Mijdarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Şahî bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.
Piştî deqeya bêdengiyê, hunermend derketin ser dikê û bi stranan pîrozbahiyê geş kirin. Bi hezaran kes beşdarî şahiyê bûn, û piraniya girseyê ciwan bûn.
Pîrozbahî bi govend û dirûşmeyan berdewam kir, û coşa li herêmê di tevahiya çalakiyê de berdewam kir.
Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Biji Serok Apo”, “Bijî Partîya Karkerên Kurdistan” bernameyê bi dawî bû.



